KOCAELÎ - 2 endamên HDP’ê yên li Kocaleliyê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çîçek Ariç û Rêveberê HDP’a Derînce Alî Menguloglû ku di 15’ê Sibatê de li Kocaeliyê hatibûn binçavkirin, birin Edliyeya Kocaeliyê. Ariç û Menguloglû yên li Dadgeha Ceza ya Sûlhê îfadeyên wan hatin wergirtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û şandin Girtîgeha Kandirayê.