Ozturk: Erdogan sûcên mezin kir, ew ê hesab bide

img

AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku daxuyaniya "Dê hesab bidin Îmraliyê" ya Erdogan "bêcîdiyetî" ye û got: "Erdogan sûcên mezin kirin. Ew ê hesab bide gelê kurd û gelên Tirkiyê."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk mijarên di rojevê de ji ajansa me re nirxand. Ozturk bal kişand ser daxuyaniya “Wê yê li Edîrneyê hesab bide yê li Îmraliyê” ya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û şerê li Hesekê û her wiha hatina ba hev a 8 partiyan ji bo tifaqa demokrasiyê. 
 
Hevserok Berdan Ozturk da zanîn ku êrişên DAIŞ’ê yên li Hesekê dest pê kirin bêagahiya Tirkiyê pêk nehatine û Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ji bo êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê destûrê wernegirtiye û vê carê jî bi destê DAIŞ’ê dixwaze li herêmê tevlîheviyê biafirîne. 
 
Ozturk anî ziman ku êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê berdewamiya polîtîkayên dijmantiya Erdogan a li dijî kurdan e û got: “Erdogan jî û şirîkê wî yê biçûk jî sûcên mezin kirin, xelasiya wan nîne.” 
 
Hevpeyvîna me ya li gel Ozturk wiha ye:
 
Em ji Hesekê dest pê bikin. Gelo li pişt êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê çi hene? 
 
Divê ev êriş weke bêyî agahî û alîkariya Tirkiyeyê neyên nirxandin. Demeke dirêje hikûmeta AKP'ê û MHP'ê ya faşîst alîkariyê didin çeteyan. Di demeke nêz de Efrîn ji aliyê van çeteyan ve hat dagirkirin. Li gel vê dagirkiriyê zilmeke gelek mezin li ser gelê me kirin. Dema em hem li daxuyaniyên Erdogan hem jî li helwesta wî dinêrin, dibînin ku dixwaze li wir aloziyekî derbixîne. Dixwaze bi piştgiriya xwe şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ji nû ve şiyar bike. Bi destê DAIŞ'ê dixwaze ku li herêmê pêşiya şereke nû veke.Bi vî rêbazî armanc dikin ku DAIŞ'ê dîsa zindî bikin. Ev êriş bêyî agahiya Tirkiyeyê pêk nehat. Dixwazin statuya ku gelê li Rojava bi dest xistiye ji holê rakin.Ji roja ewil heta niha yê ku li hemberî vê disekinî Tirkiye bû. Ji ber wê jî niha armanca wan tunekirina wê pergalê ye. Ê ku Efrîn û Grêspî jî dagikirin Tirkiye bi xwe bû. Îro Rusya û Amerîka destûr nade wan. Ew li hemberî wê çi dikin?Bi riya DAIŞ'ê dixwazin plan û armancên xwe pêk bînin.
 
Gelo li pişt planan tenê Tirkiye heye? 
Tirkiye bi DAIŞ'ê dixwaze herêmê têk bibe. Li gel vê çeteyên DAIŞ'ê wê dîsa bi hêz bibin. Bi hezaran kes girtine lê wan xwestin ku girtîgehê de derbixin. Armanca wan ev bû. 
Ji berê heta roja me ya îro têkiliyên Netewên Yekbûyî bi wan re çêbûye. Efrîn û Girê Spî bi destûra Rusya û Amerîka hate dagirkirin. Lê gelê me yê li wir bi hêza xwe ya heyî bi bedelên giran ev deskeftiye bi dest xistin. Nêzikatiya Netewên Yekbûyî ya li hemberî gelê Kurd ji roja ewil heta roja me ya îro em baş dizanin. Ji bo berjewendiyên xwe pirsgirêkên li  çar perçeyên Kurdistanê bikar tîne. Lê îro vekirî ne Rusyayê û ne jî Emrikî destûr da Tirkiyeyê. Bi Biden re jî hevdîtinek pêk anîn. Dîsa piştî Bîden bi Putîn re hevdîtinek pêk anîn. Lêbelê ev hewledanên wan encam negirt. Ew tiştê ku wan dixwest çênebû. Niha jî amadekariyên xwe dikin ku topyekun êrişî Rojava bikin. Lê belê ev pêk nehat. Bi rojanin Rêveberiya Rojava û Rojhilatê Suriyeyê bangawaziyan dike û alîkariyê dixwaze. Tirkiye bi DAIŞ'ê dixwaze herêmê têk bibe. Li gel vê çeteyên DAIŞ'ê wê dîsa bi hêz bibin. Bi hezaran kes girtine lê wan xwestin ku girtîgehê de derbixin. Armanca wan ev bû. Heger ev çeteye di girtîgehê de derketin wê çi bibe? Wê dîsa çekên xwe bigirin û însanan bikujin. Ev bêyî agahiya Netewên Yekbûyî pêk nayê. Raste rast rê nedan Tirkiyeyê. Lê belê Tirkiyeyê bi şêwazeke din erîş kir.
 
Roja ku DAIŞ’ê dest bi êrişan kir, Tirkiye jî bi awayek hemwext li dijî Şengalê û Til Temir êrişên hewayî pêk anî. Operasyona li dijî deverên Başûrê Kurdistanê berdewam dike, Şengal û Mexmûr her tim bi êrişan re rûbirû ye. Gelo li gorî we armanca van êrişan çi ye?
 
Pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin bi kurdan re ye. Kurdan weke dijmin dibîne. Bi van êrişên xwe ev yeke careke din îlan kir. Me heya niha li Rojava tişteke ku zirarê bide Tirkiyeyê an jî Tirkiyeye ber bi xeteriyê ve bibe nedîtiye. Lêbelê ji ber ku dewleta Tirkiyeyê li ser dijminahiyê hatiye avakirin, êrişên bi rengî pêk tîne. Ne tenê li Rojavayê Kurdistanê di heman demê de 7 salin li Bakurê Kurdistanê jî polîtîkayên li dijberî hiqûqê pêk anîn. Li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kes şehîd ketin û bedelên giran statûya Rojava hat bidesxistin. Gelê me yê Rojava li hemberî Tirkiyeyê şer nekir. Li hemberî çeteyên ku prensîbên mirovahiyê binpê kiribûn şer kirin û serkeftin. Tirkiye vê naxwaze. Wan bi xwe gotin, 'Me li Başûrê Kurdistanê şaşitiyeke mezin kir,lê em vê şaşitiyê li Rojava nakin. Em nahêlin ku kurd li wir bibin xwedî statû' Bi salane bi van gotin û kirinan êriş dikin. Lê tu caran negihiştine armanca xwe. Çimkî gelê kurd biryara xwe daye. Bi vê biryardariya xwe jî tekoşîna xwe didin meşandin. Ev biryareke bi rûmet e. Ev 2 tiştan dide pêşiya me. Dibêjin, 'Yan hûn dê ji me re xulamtiyê bikin, yan jî ez ê we qetil bikim û di holê de rabikim'. Em jî ji wan re dibêjin ne em ji we re xulamtiyê dikin û ne jî ew hêza we heye ku hûn me tune bikin. Em rûmeta xwe diparêzin. Biryara gelê kurd ev e û ev biryar wê heta dawiyê jî bidome. 
 
Bi rojane daxuyaniya “Îmrali wê hesabi bipirse” ya Erdogan tê nîqaşkirin. Bi rojane rewşa Îmraliyê tê axaftin. Hûn vê daxuyaniya Erdogan çawa dinirxînin?
Ji ber wê sucdarên herî mezin desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Mafê ku wan daye birêz Ocalan qedexe dikin. Di şexsê birêz Ocalan de xwestin ku têkoşîna azadiya gelê kurd tune bikin. Em çawa dixwazin dê were wê qonaxê. 
Ji sala 2015'an vir ve tecrîda ku herî zêde dide meşandin ev hikûmeta AKP’ê ye. Ev daxuyaniya ku Erdogan dayî jî daxuyaniyeke ku cidiyeta wê tune ye. Ji aliyê siyasî, hiqûqî û exlaqî ve daxuyaniyeke pûç e. Hûn ê mirovekî ewqas salan di bin tecrîdê de bihêlin, ji aliyekî ve jî  mafê wî yê herî însanî ya hevdîtina bi malbat û parêzeran qedexe bikin û pişt re jî wê rabin vê daxuyaniyê bidin. We bi girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan şer da destpêkirin. Yê ku maseya Dolmabahçeyê hilweşand û daxuyaniyên di pêvajoya muzakereyê de hatin dayîn de qebûl nekir Erdogan e. Yê ku digot pirsgirêka kurd hebe em ê çareser bikin û pişt re got, ‘pirsgirêka kurd tune ye’ û herî dawî jî got,  ‘hebe jî em ê çareser bikin’ Erdogan e. Erdogan pragmatîst nêzik dibe. Lê belê pirsgirêka kurd bi polîtîkayên rojane û nêzikatiyeke pragmatîst çareser nabe. Heke kesek hebe ku gel hesab jê bipirse, ew jî pergala Erdogan e. Yê ku ev şer da destpêkirin û li her çar perçeyên Kurdistanê belav kiriye ev pergale bi xwe ye. Heta ku ev şerê xwe heta Lîbyayê û Behra Spî belav kiriye ew in. Gelê Tirkiyeyê tev dibînin û dijîn. Ji ber wê sucdarên herî mezin desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Mafê ku wan daye birêz Ocalan qedexe dikin. Di şexsê birêz Ocalan de xwestin ku têkoşîna azadiya gelê kurd tune bikin. Em çawa dixwazin dê were wê qonaxê. 
 
Birêz Ocalan li hemberî hêzên emperyalîst berxwedaneke bêhempa da. Ev berxwedana li Îmraliyê ji wan re bû bersiv. Di gotinên birêz Ocalan de şer tune ye. Pirsgirêka gelê kurd wê çawa çareser bibe? Wê bi muzakare û diyalogê çareser bibe. Hûn çiqas di şer de israr jî bikin cîhê ku hûn li dora wê bizivirin mase ye. Ji xeynî diyalogê çareserî tune ye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê pirsgirêkên li Tirkiyeyê jî jî çareser nebin. Di heman demê de wê pirsgirêka mafê mirovan, ciwanan, jinan û hawirdorê jî çareser bibe. Em dibêjin ên ku hesab bidin îqtidar bi xwe ye. Di serî de gelê kurd û pişt re jî ew ê hesabê bidin tevahiya gelên Tirkiyeyê. Ji bo ku azadiya gelê me zûtirîn were û Tirkiyeke demokratîk ava bibe em alîkariyê didin têkoşîna demokrasiyê û azadiyê. Hevalên me hemû kedeke pîroz didin. Em ji bo tevahiya gelê kurd têkoşînê didin meşandin. Em bi biryardarin û her hevaleke me jî di nava têkoşînê de cihê xwe girtiye. Heger rewşa heyî wiha berdewam bike, rojên tarî li pêşiya Tirkiyeyê ne. Di girtîgehan de û qadan de em dev ji têkoşîna xwe bernadin.Îro yê ku li ser piyan maye gelê me ye. Ji bo parastina rûmeta gelê kurd çi fedekarî pêwîst be em ê bikin. Gelê ku em qal dikin zilmeke mezin dîtiye û mafdare ku îro têkoşîna azadiyê bide. Em deyndarên gelê xwe ne. Yê ku tenê bi gotinekî vî şerî bide sekinandinê Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan e. Birêz Ocalan di fikr û pratîkên xwe heman tiştî nîşan dide. Em dema ku îro lê dinêrin di pergalan de xetimandineke mezin heye. Kesê ku herî zêde ji vê bi bandor dibe jî Rusya û Ukrayna ne. Îxtîmal heye ku şereke nû bidin destpêkirin heye. Çimkî xetimiye. Lê alternatîfên wê hene. Ne gel bila hevdû qetil bikin û ne bîr û baweriyên cuda bên tunekirinê. Ji xeynî her tiştekî di serî de em mirov in. Em dikarin çawa bi hev re jiyan bikin. Rê û rêbazê vê birêz Ocalan vedibêje. Ji ber wê bila Erdogan bi hesabên biçûk xwe nexapîne. Ji xwe dengên wî û MHP'ê jî roj bi roj dihelin. Hesabên rizgarkirina desthilatdariya xwe dikin. Bi vê hişmendiyê gav diavêje. 
 
Dibêje ku wê Ocalan hesab bipirse… Wê hesab ji kê were pirsîn?
 
 
Ji dîrokê heta roja me ya îro çiqas desthilatdarên zilmkar me dîtibin jî, tu desthilatdarên ku evqasî zilm kirî nehatiye dîtin. Ji bo ku pêşiya Tirkiyeyê bê vekirin rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka kurd divê bikevin dewrê. Çareserî jî birêz Ocalan e. 
Çareya wan a yekane pêkanîna qanûnê, rakirina tecrîdê û başkirina şert û mercên ku birêz Ocalan dikaribe bir ola xe rabibe ye. Îro sedema vî şerî tecrîd e. Şer bi Îmraliyê dane destpêkirinê. Ji ber wê çareserî ne polîtîkayên pûç û qirêj in. Têkoşîna me ji ku dest pê kir û heta ku hat? Lê te ji ku dest pê kir û tu hatî ku? Tu niha ber bi xelasbûnê ve diçî. Tu bi van polîtîyan nikarî xwe xelas bikî. Ev ji Tirkiyeyê re ne çareseriye. Ji bo ku pêşiya van aloziyan bê girtin, di serî de pêwîste ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Ev jî bi gotina birêz Ocalan wê çareser bibe. Yê ku di şer, talanê û qirkirinê û tunekirinê de israr dike ev hişmendî ye. Ji dîrokê heta roja me ya îro çiqas desthilatdarên zilmkar me dîtibin jî, tu desthilatdarên ku evqasî zilm kirî nehatiye dîtin. Ji bo ku pêşiya Tirkiyeyê bê vekirin rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka kurd divê bikevin dewrê. Çareserî jî birêz Ocalan e. Ew kesên ku digotin bi girankirina tecrîdê wê pêşiyê li têkoşînê bigirin şaş bûn. Çimkî gelê kurd bi dirûşmeyên xwe yên azadiyê daket kolanan. Tecrîd çare nîne. Ew paradîgmaya ku birêz Ocalan pêşniyaz kiriye her kurdek li gorî wê têkoşîn dide. Gelê me dizane ku çima tecrîdê giran dikin.
 
Vê daxuyaniya Erdogan gelek hat nîşqaşkirin, axaftin û wisa xuya dike ku wê hêj were axaftin… 
 
Em dema ku dibêjin Erdogan qediya û xelas em ne tenê ji bo hilbijartinê dibêjin. Di 7 salan de her êrişeke xwe li her devereke Tirkiyeyê zêde kir. Ev êriş heta niha jî berdewam dikin. Em dizanin ku ew çawa nêzî hêzên muxalîf dibin. Bi binçavkirin û girtinê gef li wan dixwin. Dixwazin bitirsînin. Li gorî berjewendiyên xwe Tirkiyeyê rêve dibin. Lê pirsgirêka kurd ew nêçar hiştin. Têkoşîna gelê me ew anîne asta têkçûyinê. Gelên Tirkiyeyê ne tenê di aliyê aborî de, di aliyê azadî û demokrasiyê de jî aloziyeke mezin dikişîne. Bi sekna gelê me û gelên demokrasîxwaz ev encam hat bidestxistin. Ne tenê di hilbijartinan de, ji bo têkçûyina dîktatoran qad jî meşru ne. Li hemberî pergala faşîzan cihê ku mirov bibe bersiv qad in. Pêwîste ku mirov nêrazîbûnên xwe nîşan bide. Hilbijartin girîng e. Lê demokrasî ne tenê hilbijartin e. Ji ber wê tifaqên bi vî rengî girîng in. Tifaqek çênebûye. Lê hevdîtinên bi vî rengî pêwîst in. Ev di heman demê de ji hemû gelê Tirkiyeyê re dibe moral. Ji ber wê jî ne tenê bi hevdîtinan bi şêwazên cuda jî em dikarin berfirehtir bikin. Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurd û HDP'ê ye, pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê. Her ferdeke ku li Tirkiyeye dijî ji vê pergala otorîter berpirsyar e. Yan wê aliyê faşîzmê de cih bigirin, yan jî wê xeta demokrasiyê xurtir bikin. Dema ku em bêalî bimînin nema ye. Hemû gel û bawerî li hemberî hevdû disekinin. Ji bo wê niha 2 enî hene. Yek cepheya faşîzmê ye, yek jî ya demokrasiyê ye. Êdî dema bêbiryar mayînê derbas bû. Li hemberî faşîzmê pêwîste ku em mil bidin milê hev û tebikoşin. Ji ber wê ev gav girîng in. Ev ne tenê ji bo berjewendiyên gelê kurd ji bo berjewendiyên tevahiya gelên Tirkiyeyê ye.
 
Li ser banga HDP’ê 8 partî hatin cem hev. KCD vê hatina ba heva van partiyan çawa dinirxîne?
 
Xelasbûna Tirkiyeyê riya sêyemîn e. Îro li Tirkiyeyê tişta ku tê dîtin qeyrana pergalê ye. Pergala ku dewlet niha dide meşandin divê bê guherandin. Ji ber wê em dibêjin demokrasî û azadî. Ev pergala faşîzan û yekperest demokrasiyê pêk nayîne. Bîrdoziyeke wan heye ew jî li ser tunekirina gelan e. Divê di serî ev bê guhertin. Îro vê pergalê kî temsîl dike? AKP û MHP. Em tevahî jî dibînin ku Tirkiye anîne kîjan astê. Mesele ne AKP û MHP ye. Sibê hilbijartin çêbibe û AKP û MHP biçin wê partiyeke din bê û ew jî bi heman pergalê birêve bibe. Lê ev ne çare ye. Hêza dewletê bi xwe jî nema ye. Ji ber wê yekê riya sêyêmin xelasbûna Tirkiyeyê ye. Divê her sazî û partiyek jî wisa nêz bibe. Îro riya ku AKP û MHP dide pêşiya me diyar e. Riya duyemîn jî xwe diyar kiriye. Çareserî riya sêyemîn e. Xurtkirina riya sêyemîn wê encamgirtinê leztir bike. 
 
MA / Ozgur Paksoy

Sernavên din

26/01/2022
13:41 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê winda bikin
13:41 Di roja azadkirina Kobanê de derbeyeke din li DAIŞ'ê hat xistin
13:39 Kontrola edlî ya rojnameger Şahîn nehat rakirin
13:26 ‘Naxwazin piştperdeya bûyera Dîrîlan bê zelalkirin’
13:14 HSD'ê endamên DAIŞ'ê di nava 3 avahiyan de dorpêç kir
13:13 Li Girtîgeha Qeyseriyê angaşta îşkenceyê
12:52 Waliyê Rihayê di 2 mehan de çima 7 caran çû Serêkaniyê û Girê Spî?
12:33 Jin tên kuştin: Faîl xizmên wan in
12:33 Sakik: Xwediyên sozan divê peymana civakî îmze bikin
12:00 Biden gefa Ûkraynayê li Pûtîn xwar
11:43 Li Mêrsînê polîsan tevî esnafan li karkerên Kurd xistin
11:10 Li Cizîrê teqîn: 3 kes birîndar bûn
11:06 14 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
10:35 Salih Muslim: Plana Hesekê jî mîna plana Kobanê vala hat derxistin
10:25 Ozturk: Erdogan sûcên mezin kir, ew ê hesab bide
10:22 Endamên TUM BEL – SEN’ê di hedefa qeyûm de ne
10:13 Polisan li Qoserê 6 kes binçav kirin
10:03 Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girtin
09:36 HSD: 23 dîlgirtiyên din hatin rizgarkirin
09:22 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê
09:22 Ji bo MA'yê krîmînalîze bikin şahidên nepen xistin dewrê
09:22 Berdevka EHP'ê Akman: Em dikarin hêzeke damezrîner û guherîner çêbikin
09:22 Tevî keça xwe ya 5 salî di Nobeda Edaletê de ye
09:21 Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Elî: Armanca êrişê neteweya demokratîk bû
09:16 'Girtiyên nexweş bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:16 Egîtîm Sena Şirnexê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:16 Xelkê Amedê: Divê Kiliçdaroglu bizanibe ev der Kurdistan e
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2022
20:50 Li sînorê Kobanê kesek hat qetilkirin
20:43 Me dîmenên hundirê Girtîgeha Sînayê ya ku DAIŞ'î hewl dabûn jê birevin girtin
18:46 Li Amedê êrişeke çekdarî: 4 kes birîndar bûn
18:36 Bawer û 11 hevalên xwe bi mewziya ku çêkirin pêşî li ber komkujiyek mezin girtin
17:32 NY’ê bang li dewletan kir: Zarokên li rastî êrişa DAIŞ’ê hatin rizgar bikin
17:29 Di operasyona HSD'ê de 550 DAIŞ'î teslîm bûn
17:19 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan berdewam dike
17:02 Jinan bang li desthilatê kir: Em ne ditirsin ne jî bêdeng dimînin
16:35 Hezar û 32 rewşenbîran gazî kir: Aysel Tugluk berdin û dawî li dijhiqûqiyê bînin
16:21 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujeran derxin holê
16:21 Li Rihayê rê hatin vekirin
16:02 HDP: Di êrişa Hesekê de bi SÎHA’yan alîkarî dan DAIŞ’ê
14:52 Malbata Doku guh nade berf û baranê: Gulistan li ku ye?
14:41 Nobeda Edaletê di roja 71’emîn de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
14:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Dibe ku cenazeyê me derkeve
14:06 Îtîraza ji bo dosyeya Gezer hatibû kirin ‘bêyî ku bê lêkolînkirin’ hat redkirin
14:01 Rêveberiya Xweser: Tiliya dewleta Tirk raste rast di êrişê de heye
13:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:07 HSD’ê 9 dîlgirtiyên li Girtîgeha Sînaayê xelas kirin
12:44 Ferît Şenyaşar: Heta edalet pêk were em ê li vir bin
12:12 Parêzer Ateş: Di destê me de delîl hene ku komkujî birêxistî hatiye kirin
11:30 ‘Lêkirina navê Bahçelî ya li daristanê li dijî Kurdan bêrêzî ye’
10:48 ‘Bi organîzekirî êriş li dijî penaberan pêk tên’
10:34 Tevî delîlan jî ev 7 sal in di girtîgehê de ye
10:07 Li Stenbolê çûnehata wesayîtên taybet hat qedexekirin
10:04 Li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:50 Ocalan: Li Kobanê şerê rûmeta sedsala 21’emîn hat kirin
09:12 Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû
09:10 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e
09:10 5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin
09:08 Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin
09:06 Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2022
20:55 Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
19:05 Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
18:20 Li Êlihê zarokek hat kuştin
18:13 Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn
17:42 Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir
16:53 Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:50 Kujer Gencer li odeya meqamê bûye mêvan
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin