Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Elî: Armanca êrişê neteweya demokratîk bû

  • rojane
  • 09:21 26 Çile 2022
  • |
img

HESEKÊ - Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Siyabend Elî da zanîn ku plansaziya êrişa li hemberî girtîgeha Xiwêranê li Serêkaniyê û Girê Spî hatiya amadekirin. Elî got: “Armanca êrişê, neteweya demokratîk bû. Soza ku me dabû gelê xwe em ê bi cih bînin.” 

Endamên DAIŞ’ê di 20’ê Çileyê de li dijî Girtîgeha Sînaayê ya li Taxa Xwêran a Hesekê êriş kir. Bi êrişê re Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî tevî yekîneyên xwe yên Antî Teror û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke berfireh da destpêkirin. Operasyona HSD’ê di roja 7’emîn de berdewam e. Li gor agahiyan, DAIŞ’iyên ku ji herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û ji deverên Iraqê hatin Taxa Xwêranê wek şaneyan xwe bi cih kir û piştre jî êriş kirin. Êriş bi hewldana HSD’ê vala derket.
 
Têkildarî mijarê Berpirsyarê Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyabend Elî bi ajansa me re axivî.
 
 
LI GIRTÎGEHÊ KÎ HEBÛN?
 
Siyabend Elî da zanîn ku Girtîgeha Sînaayê ji bo hemû cîhanê cihekî girîng e û wiha got: “Di pêvajoya şoreşê de me di şer de bi sedan çeteyên DAIŞ’ê girtin. Ji bo van çeteyan gelek girtîgeh hatin çêkirin. Di sala 2019’an de me li Baxozê dawî li vê qirêjiyê anî. Zêdetirî 10 hezar çete teslîm bûn. Lewma Girtîgeha Sînaayê hat berfirehkirin. Derdora 5 hezar çete li wir diman. Ne bawerim devereke din ê cîhanê hebe ku ewqas terorîstên DAIŞ’ê li cihekî bimînin. Gelemperî rêveber, emîr û fermandarên DAIŞ’ê li wir diman. Em qala terorîstên herî talûke dikin. Hejmara ku em qala wê dikin ne hejmarekî ji rêzê ye. Lewma çavê cîhanê li Hesekê ye.”
 
'JI BO CÎHANÊ XETERE YE' 
 
Elî diyar kir ku ji bo êrişê 6 mehan amadekarî hatiye kirin û wiha pê de çû: “Di lêpirsînên ewil de ev yek aşkere bû. Ev plan li Serêkaniyê û Girê Spî hatine kirin ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Bi hêzekî zêdetirî 120 kesan êriş kirin. Serêkaniyê niha bûye hêlîna perwerdekirina DAIŞ’ê. Ev kes bi serê xwe nehatin vê derê. Bi alîkariya hêzên mezin hatin. Di heman rojê de dewleta Tirk jî li eniyan êrişeke berfireh da destpêkirin. Xuyaye ku her du êriş girêdayî hev in. Ger şervanan pêşî li wan çeteyan negirta û ev kes derbasî Hesekê bûbûna, dê komkujiyên mezin bikirana. Ne tenê Hesekê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê hemû cîhan pê bi êşiya. Lewma pêşîlêgirtina wan serkeftinekî pir mezin bû.”
 
'ARMANCA ÊRIŞÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK BÛ' 
 
Di berdewamê de jî Elî anî ziman ku armanca êrişê têkbirina neteweya demokratîk bû û wiha domand: “Rêveberiya Xweser di pêvajoya 10 salan de hem di hêla siyasî, leşkerî û aborî de, hem jî di mijarên din de bi pratîka xwe nîşan da ku projeya neteweya demokratîk ji bo gelan serkeftineke. Her ol, mezheb û netewe tê de xwedî maf in. Dagirker û dijmin ji vê rastiyê ditirsin. HSD û neteweya demokratîk hêza xwe tenê ji hêza leşkerî nagire. Çavkaniya hêza wê, gel e.”
 
GIRÎNGIYA DOZA DAIŞ’Ê
 
Di mijara darizandina endamên DAIŞ’ê ku ji gelek neteweyên cuda ne jî Elî wiha dibêje: “Hêzên navdewletî niha li Hesekê ji me re dibin alîkar lê van çeteyan nadarizînin. Ev bar ne tenê barê Rêveberiya Xweser û HSD’ê ye. HSD bi erka xwe ya pêşengtiyê rabû û terora DAIŞ’ê sekinand. Hewce bû dadgeh hatibûna avakirin û ev kes bihatina darizandin. Ev erka wan e. Hêvîdarim ev êrişa dawî deriyekî ji çareseriyê re veke.”
 
'DAYIKÊN ÇEK RAKIRÎN MIRÛZÊ ME XWEŞ KIR’
 
Berpirsyarê Çapemeniya YPG’ê Siyabend Elî destnîşan kir ku operasyona wan di roja 7’emîn de berdewame û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hinek çete di girtîgehê de bi cih bûne. Carnan şer derdikeve. Lê girtîgeh bi giştî di bin kontrola me de ye. Mimkin nîne ku bikarin ji wir derkevin. Wek tevdîrek me hatin û çûna li bajêr qedexe kir. Piştgiriya gel mirûzê me xweş dike. Dema di dest de çek dayik û bavên xwe li pişt xwe û ciwanan jî li pêşiya xwe dibînîn, wê demê fêm dikin ku kesek nikare li hemberî projeya neteweya demokratîk bisekine. Di 2014-2015’an de hemû hêzên serdest li ber DAIŞ’ê direviyan û me pêşegtiya berxwedanê kir. Em ê bi heman ruhî bi erka xwe rabin û soza ku ma da ye gelê xwe pêk bînin.”
 
 
 

Sernavên din

26/01/2022
13:41 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê winda bikin
13:41 Di roja azadkirina Kobanê de derbeyeke din li DAIŞ'ê hat xistin
13:39 Kontrola edlî ya rojnameger Şahîn nehat rakirin
13:26 ‘Naxwazin piştperdeya bûyera Dîrîlan bê zelalkirin’
13:14 HSD'ê endamên DAIŞ'ê di nava 3 avahiyan de dorpêç kir
13:13 Li Girtîgeha Qeyseriyê angaşta îşkenceyê
12:52 Waliyê Rihayê di 2 mehan de çima 7 caran çû Serêkaniyê û Girê Spî?
12:33 Jin tên kuştin: Faîl xizmên wan in
12:33 Sakik: Xwediyên sozan divê peymana civakî îmze bikin
12:00 Biden gefa Ûkraynayê li Pûtîn xwar
11:43 Li Mêrsînê polîsan tevî esnafan li karkerên Kurd xistin
11:10 Li Cizîrê teqîn: 3 kes birîndar bûn
11:06 14 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
10:35 Salih Muslim: Plana Hesekê jî mîna plana Kobanê vala hat derxistin
10:25 Ozturk: Erdogan sûcên mezin kir, ew ê hesab bide
10:22 Endamên TUM BEL – SEN’ê di hedefa qeyûm de ne
10:13 Polisan li Qoserê 6 kes binçav kirin
10:03 Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girtin
09:36 HSD: 23 dîlgirtiyên din hatin rizgarkirin
09:22 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê
09:22 Ji bo MA'yê krîmînalîze bikin şahidên nepen xistin dewrê
09:22 Berdevka EHP'ê Akman: Em dikarin hêzeke damezrîner û guherîner çêbikin
09:22 Tevî keça xwe ya 5 salî di Nobeda Edaletê de ye
09:21 Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Elî: Armanca êrişê neteweya demokratîk bû
09:16 'Girtiyên nexweş bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:16 Egîtîm Sena Şirnexê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:16 Xelkê Amedê: Divê Kiliçdaroglu bizanibe ev der Kurdistan e
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2022
20:50 Li sînorê Kobanê kesek hat qetilkirin
20:43 Me dîmenên hundirê Girtîgeha Sînayê ya ku DAIŞ'î hewl dabûn jê birevin girtin
18:46 Li Amedê êrişeke çekdarî: 4 kes birîndar bûn
18:36 Bawer û 11 hevalên xwe bi mewziya ku çêkirin pêşî li ber komkujiyek mezin girtin
17:32 NY’ê bang li dewletan kir: Zarokên li rastî êrişa DAIŞ’ê hatin rizgar bikin
17:29 Di operasyona HSD'ê de 550 DAIŞ'î teslîm bûn
17:19 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan berdewam dike
17:02 Jinan bang li desthilatê kir: Em ne ditirsin ne jî bêdeng dimînin
16:35 Hezar û 32 rewşenbîran gazî kir: Aysel Tugluk berdin û dawî li dijhiqûqiyê bînin
16:21 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujeran derxin holê
16:21 Li Rihayê rê hatin vekirin
16:02 HDP: Di êrişa Hesekê de bi SÎHA’yan alîkarî dan DAIŞ’ê
14:52 Malbata Doku guh nade berf û baranê: Gulistan li ku ye?
14:41 Nobeda Edaletê di roja 71’emîn de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
14:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Dibe ku cenazeyê me derkeve
14:06 Îtîraza ji bo dosyeya Gezer hatibû kirin ‘bêyî ku bê lêkolînkirin’ hat redkirin
14:01 Rêveberiya Xweser: Tiliya dewleta Tirk raste rast di êrişê de heye
13:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:07 HSD’ê 9 dîlgirtiyên li Girtîgeha Sînaayê xelas kirin
12:44 Ferît Şenyaşar: Heta edalet pêk were em ê li vir bin
12:12 Parêzer Ateş: Di destê me de delîl hene ku komkujî birêxistî hatiye kirin
11:30 ‘Lêkirina navê Bahçelî ya li daristanê li dijî Kurdan bêrêzî ye’
10:48 ‘Bi organîzekirî êriş li dijî penaberan pêk tên’
10:34 Tevî delîlan jî ev 7 sal in di girtîgehê de ye
10:07 Li Stenbolê çûnehata wesayîtên taybet hat qedexekirin
10:04 Li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:50 Ocalan: Li Kobanê şerê rûmeta sedsala 21’emîn hat kirin
09:12 Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû
09:10 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e
09:10 5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin
09:08 Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin
09:06 Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2022
20:55 Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
19:05 Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
18:20 Li Êlihê zarokek hat kuştin
18:13 Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn
17:42 Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir
16:53 Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:50 Kujer Gencer li odeya meqamê bûye mêvan
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin