'Girtiyên nexweş bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'

  • rojane
  • 09:16 26 Çile 2022
  • |
img

WAN - Girtiyê nexweş Çetîn Çîftçî ku ji Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê derket, anî ziman ku di warê tenduristiyê de gelek pirsgirêk hene û girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. 

Çetîn Çîftçî (55) ku gava Midûrê Goristanan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû, piştî di 17'ê Mijdara 2016'an de qeyûm tayinî şaredariyê hatiye kirin bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" derbarê wî de doz hatiye kirin û 2 sal û mehek ceza lê hatiye birîn. Piştî dadgeh cezayê wî erê kiriye di 2'yê Tîrmeha 2020'an de hatiye girtin. Çetîn ku gelek nexweşîn pê re hene, di 19'ê Çileyê de ji Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê derket. 
 
Çetîn, diyar kir ku li girtîgehê girtî di warê tenduristiyê de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin û girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. 
 
‘TIM JI XWE VE DIÇÛM'
 
Çîftçî, destnîşan kir ku nexweşîna hîpertansiyon û Damlayê pê re heye û ji ber ku bi awayekî rêk û pêk ew nebirine nexweşxaneyê nexweşînên wî giran bûne. Çîftçî, bilêv kir ku gava hatiye girtin dermanên wî yên diviyabû bi kar bîne du mehan nedane wî û got: "Ji ber ku derman nedidan nigên min diwerimînin û ez nikaribûm bimeşim. Min gopal xwest, lê nedan. Min bi dîwaran digirt û wisa dimeşiyam an jî bi alîkariya hevalan. Her wiha ji ber hîpertansiyonê jî diviyabû tim biçûma ser bijîşk û min derman bixwarana. Lê ji ber derman nedidan, ez tim ji ser hişê xwe ve diçim. Carekê ez ji ser hişê xwe ve çûbûm. Tam 4 saetan bi xwe ve nehatibûm. Piştî hevalên min israr dikin, min radikin nexweşxaneyê. Gava ez çûm ser bijîşk, min hemû derdê xwe jê re got, lê bijîlk tenê li tansiyona min mêze kir û ez cardim şandim girtîgehê. Û ez hew birim nexweşxaneyê." 
 
NEXWEŞÎNÊN KRONÎK
 
Çîftçî, anî ziman ku girtî ji bo biçin revîrê daxwazname didan, lê ancax mehek şûn de daxwaznameyên wan dihatin bersivandin û got: "Gava hevalên me diçûn revîrê, pirî caran bijîşk ji wan re digot 'tiştekî te tune ye, çima tu her roj tê.' Halbûkî em nexweş bûn. Bi piranî nexweşîna dil, şekir, tansiyon û mîgrengê bi girtiyan re heye. Di warê tenduristiyê de em bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû diman. Pêkanîneke kêfî hebû. Ger teşxîs zû bihatanan dayin dê gelek hevalên me baş bûbûna, lê niha nexweşînên gelekan jê bûne nexweşînên kronîk." 
 
‘GIRTÎ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE'
 
Çîftçî, diyar kir ku girtiyên siyasî yên nexweş bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin û îqtidar bi vî awayî dixwaze têkoşîna kurdan bitepisîne. Çîftçî got: "Li girtîgehan girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Mînaka herî berbiçav hevalê me Ramazan Tûran ê 70 salî ye. Îqtidara AKP-MHP'ê bi zanebûnî vê yekê dike. Li hundir û li derve her sûcî dike." 
 
NOBEDA EDALETÊ
 
Çîftçî, bal kişand ser nobedên edaletê yên xizmên girtiyan ku li Amed û Wanê dane destpêkirin û got: "Qethiyen divê her kes di vî warî de hesas tevbigere. Dibe ku sibê bi derengî bikeve. Bi hezaran girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan temambûyî bi awayekî bêhiqûqî nayên berdan. Dewlet qanûnên xwe dieciqîne. Divê her kes xwedî li Nobeda Edaletê derkeve." 

Sernavên din

26/01/2022
13:41 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê winda bikin
13:41 Di roja azadkirina Kobanê de derbeyeke din li DAIŞ'ê hat xistin
13:39 Kontrola edlî ya rojnameger Şahîn nehat rakirin
13:26 ‘Naxwazin piştperdeya bûyera Dîrîlan bê zelalkirin’
13:14 HSD'ê endamên DAIŞ'ê di nava 3 avahiyan de dorpêç kir
13:13 Li Girtîgeha Qeyseriyê angaşta îşkenceyê
12:52 Waliyê Rihayê di 2 mehan de çima 7 caran çû Serêkaniyê û Girê Spî?
12:33 Jin tên kuştin: Faîl xizmên wan in
12:33 Sakik: Xwediyên sozan divê peymana civakî îmze bikin
12:00 Biden gefa Ûkraynayê li Pûtîn xwar
11:43 Li Mêrsînê polîsan tevî esnafan li karkerên Kurd xistin
11:10 Li Cizîrê teqîn: 3 kes birîndar bûn
11:06 14 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
10:35 Salih Muslim: Plana Hesekê jî mîna plana Kobanê vala hat derxistin
10:25 Ozturk: Erdogan sûcên mezin kir, ew ê hesab bide
10:22 Endamên TUM BEL – SEN’ê di hedefa qeyûm de ne
10:13 Polisan li Qoserê 6 kes binçav kirin
10:03 Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girtin
09:36 HSD: 23 dîlgirtiyên din hatin rizgarkirin
09:22 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê
09:22 Ji bo MA'yê krîmînalîze bikin şahidên nepen xistin dewrê
09:22 Berdevka EHP'ê Akman: Em dikarin hêzeke damezrîner û guherîner çêbikin
09:22 Tevî keça xwe ya 5 salî di Nobeda Edaletê de ye
09:21 Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Elî: Armanca êrişê neteweya demokratîk bû
09:16 'Girtiyên nexweş bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:16 Egîtîm Sena Şirnexê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:16 Xelkê Amedê: Divê Kiliçdaroglu bizanibe ev der Kurdistan e
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2022
20:50 Li sînorê Kobanê kesek hat qetilkirin
20:43 Me dîmenên hundirê Girtîgeha Sînayê ya ku DAIŞ'î hewl dabûn jê birevin girtin
18:46 Li Amedê êrişeke çekdarî: 4 kes birîndar bûn
18:36 Bawer û 11 hevalên xwe bi mewziya ku çêkirin pêşî li ber komkujiyek mezin girtin
17:32 NY’ê bang li dewletan kir: Zarokên li rastî êrişa DAIŞ’ê hatin rizgar bikin
17:29 Di operasyona HSD'ê de 550 DAIŞ'î teslîm bûn
17:19 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan berdewam dike
17:02 Jinan bang li desthilatê kir: Em ne ditirsin ne jî bêdeng dimînin
16:35 Hezar û 32 rewşenbîran gazî kir: Aysel Tugluk berdin û dawî li dijhiqûqiyê bînin
16:21 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujeran derxin holê
16:21 Li Rihayê rê hatin vekirin
16:02 HDP: Di êrişa Hesekê de bi SÎHA’yan alîkarî dan DAIŞ’ê
14:52 Malbata Doku guh nade berf û baranê: Gulistan li ku ye?
14:41 Nobeda Edaletê di roja 71’emîn de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
14:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Dibe ku cenazeyê me derkeve
14:06 Îtîraza ji bo dosyeya Gezer hatibû kirin ‘bêyî ku bê lêkolînkirin’ hat redkirin
14:01 Rêveberiya Xweser: Tiliya dewleta Tirk raste rast di êrişê de heye
13:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:07 HSD’ê 9 dîlgirtiyên li Girtîgeha Sînaayê xelas kirin
12:44 Ferît Şenyaşar: Heta edalet pêk were em ê li vir bin
12:12 Parêzer Ateş: Di destê me de delîl hene ku komkujî birêxistî hatiye kirin
11:30 ‘Lêkirina navê Bahçelî ya li daristanê li dijî Kurdan bêrêzî ye’
10:48 ‘Bi organîzekirî êriş li dijî penaberan pêk tên’
10:34 Tevî delîlan jî ev 7 sal in di girtîgehê de ye
10:07 Li Stenbolê çûnehata wesayîtên taybet hat qedexekirin
10:04 Li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:50 Ocalan: Li Kobanê şerê rûmeta sedsala 21’emîn hat kirin
09:12 Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû
09:10 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e
09:10 5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin
09:08 Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin
09:06 Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2022
20:55 Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
19:05 Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
18:20 Li Êlihê zarokek hat kuştin
18:13 Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn
17:42 Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir
16:53 Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:50 Kujer Gencer li odeya meqamê bûye mêvan
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin