NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Karên Hundir a Rêveberiya Xweser, ji bo ewlehiya herêmê li Qantona Hesekê bi awayekî berfireh û li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi awayekî sînor qedexeya derketina derve îlan kir.
Di 20'ê çileyê de DAIŞ'ê, li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi şaneyên xwe yên veşartî li dijî girtîgehên ku 5 hezar endamên wê têde girtîbûn êrişeke mezin da destpêkirin. Li ser vê êrişê gelek endamên DAIŞ'ê ji girtiyan reviyan û li dijî hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser dest bi êrişan kirin.
QEDEXEYA DERKETINA DERVE
Êrişên DAIŞ'ê yên li bajar û operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ê li dijî DAIŞ'ê didomin. Komîteya Karên Hundir a Rêveberiya Xweser, ji bo ewlehiya herêmê li Qantona Hesekê di navbera 24-31'ê çileyê de bi awayekî berfireh û li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi awayekî sînor qedexeya derketina derve îlan kir. Ji bilî Hesekê wê qedexe saet ji 18.00'an dest pê bike û di 06.00'an de bi dawî bibe.
ROLA TIRKIYEYÊ YA DI ERIŞÊ DE
Di daxuyaniyê de rola Tirkiyeyê ya di êrişê de hat bibîrxistin û hat destnîşankirin ku ji bo têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser Tirkiyeyê piştgiriya DAIŞ'ê kiriye, lê armanca wê vala derketiye.