AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziyê Tosun, di kongrêya DBP'ê ya Navçêya Rezan de bal kişand ser doza girtina HDP'ê û ev tişt got: "Mesele ne girtina HDP yê mesele vîna gelê kurd e."
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeya Rezan. 5'emîn Kongreya xwe ya Asayî ya li Avahiya DBP'ê ya Bajar a Amedê li dar xist. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziyê Tosun jî di nav de gelek kes tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de pankarta "Em bi rihê yekitiya neteweyiyê ber bi civaka azad ve diçin" hate daleqandin. Kongreyê bi deqeyek rêzgirtinê ba dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê parlamentera HDP ya Amedê Remziyê Tosûn axivî.Tosûn, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Reberê PKK Abdullah Ocalan û wiha got: "Sedama tecridê binpêkirina mafên kurdan e.
Di berdewamê de Tosûn, qala doza girtina HDP'ê kir û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: " Îro dibêjin em ê HDP bigirin mesele ne HDP ye mesela îradeya gelê kurd, jinan û civanan e. Îro asimilasyonek li ser ciwanê kurd heye. Dixwazin vîna gelê kurd û ciwana bin pê bikin em jî vê qebûl nakin.”
Piştî axaftinê rêveberiya DBP'ê ya navçeyê hat diyarkirin û ji bo Hevserokatiya DBP'ê ya Navçeya Rezan Mukaddes Dogan û Ahmed Candan hatin hilbijartin.