QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin

  • rojane
  • 15:52 23 Çile 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê ragihand ku di şerê 3 rojan ê Hesekê de 175 çete hatine kuştin, girtîgeh bi temamî hatiye kontrolkirin.
 
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser rewşa dawî ya şerê li Hesekê daxuyaniyek da û agahiyên berfireh parve kir. QSD'ê, diyar kir ku di şerê 3 rojan ê Hesekê de 175 çete hatine kuştin, girtîgeh bi temamî hatiye kontrolkirin û li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê bi 10 hezar şervanî dest bi operasyoneke mezin a paqijkirinê kiriye.
 
Daxuyaniya Fermandariya QSD'ê wiha ye:
 
GIRTÎGEHA SINAA'YÊ NE TENÊ LI SER HERÊMÊ, JI BO EWLEHIYA TEVAHIYA CÎHANÊ GIRTÎGEHA HERÎ XETERE YE
 
"Ji hêla raya giştî ve baş tê zanîn ku êriş û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên me bi dijwarî dewam dikin. Wekî tê zanîn beriya niha balafirên bêmirov yên dewleta Tirk li Kobanê 6 ciwanên me şehîd xistibûn. Piştre jî êrişên dewleta Tirk yên li ser gundên Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê yên li ser sivîlan zêdetir bûn. Hêzên me li hember van êrişan berxwedaniyeke bi bandor meşand û him gelê me him jî gund û bajarên me li hember van êrişên dagirkeriyê parastin. Di demekê ku hêzên me di xetên temasê yên herêmên dagirkirî de di nava berxwedanê de ne, çeteyên DAÎŞ'ê êrişeke berfireh li ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê pêk anîn. Ev girtîgeh, girtîgeha herî mezin a herêmê ye ku çeteyên DAÎŞ'ê tê de têne girtin. Ev girtîgeh ne tenê ji bo herêmên me ji bo ewlekariya hemû cîhanê girtîgeha herî xeter e.
 
JI SERÊKANIYÊ, TIL EBYAD Û IRAQÊ 200 ÇETEYÊN XWEKUJ TEVLÎ ÊRIŞÊ BÛN
 
Li gor îtirafên hinek çeteyên êrişkar ku hatine girtin, tê gotin ku di van êrişan de herî kêm 200 çeteyên xwekûj cih girtiye û hinek ji van çeteyan ji Serêkaniyê û Til Ebyadê û hinek ji wan jî ji milê Iraqê hatine û van çeteyan xwe di Taxa Xwêran de bi cih kiriye. Piştî amadekariyên 6 mehan, di roja 20'ê Kanûnê de, saet derdora 19:30'an, bi seyareyên bombe barkirî êrişa ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrişan ve çeteyên di girtîgehê de jî êrişê karmendên girtîgehê yên wekî tendûristî, xwarinpêj û ewlekariyê kirine û hewildana revê kirine. Di derbarê aqûbeta van karmendên me de hîn jî agahiyên zelal nehatine bi dest xistin. Hewildana çeteyan ya revê piranî bê encam hat hiştin, lê belê hinek çeteyan karîbûn ku xwe bigihînin bînayeta Faqûlteya Îqtîsatê ya li kêlaka girtîgehê. Lê belê hêzên me derdora girtîgehê û herêmê xistin bin kontrolê. Lê esas şerê dijwar bi şaneyên ku ji derve de êriş dikirin pêk hat. Him li taxa Xwêran a Şerqî him li taxa Heyî Zuxûr û him jî li qada Panaroma pevçûnê dijwar qewimîn û heta niha piraniya van şaneyên êrişkar hatine tasfiye kirin. Cardin li Taxa Xwêran hin sixinaqên wan yên veşartî û çekên giran yên wekî doçka jî hatine desteserkirin.
 
GIRTÎGEH DI BIN KONTROLA HÊZÊN ME DE YE
 
Di encamê de girtîgeh niha di bin kontrola hêzên me de ye û tedbîrên pêwist hatine girtin û hewildanên wan yê revê ji binî ve têk çûye. Ji aliyê din ve niha hêzên me kar dikin da ku di hûndirê girtîgehê de jî kontrol çêkin. Lê belê em texmîn dikin ku hîna 2-3 şaneyên wan li Taxa Xwêran mabin û ji bo vê yekê li Taxa Xwêran operasyon berdewam e.
 
DI ŞERÊ 3 ROJAN DE 175 ÇETE HATIN KUŞTIN
 
Di şerê van 2-3 rojan de zêdeyî 150 çeteyên êrişkar û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û bi hêzên me re ketin pevçûnê hatine kûştin. Bi giştî 175 çete hatine kuştin.
 
27 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN
 
Di şerê van 3 rojan de 27 şervanên me jî bi qehremanî şehît ketin.
 
BI BEŞDARIYA 10 HEZAR ŞERVANÎ OPERASYONA PAQIJKIRINÊ DEST PÊ KIR
 
Niha rewş ketiye bin kontrolê û me dest bi operasyonekî berfireh ya paqijiyê kiriye, ango bi tevlîkirina 10 hezar şervanên QSD'ê û hêzên ewlekariya hûndir ve hamleyekî dijber yê paqijkirina DAÎŞ'ê em didin destpêkirin. Li hember şaneyên DAÎŞ'ê yên veşartî û hewildanên wan yên tevlîheviyê operasyonekî berfireh li herêmên Hasekê, Reqqa û Dêrezorê hatiye destpêkirin.
 
Di van 3 rojan de hêzên me yên QSD'ê, her weha hêzên asayîşê û HPC qehremantî û zîrektiyekî mezin nîşan dan. Her weha di vê operasyonê de hêzên koalîsyona navdewletî ya li dijî DAÎŞ'ê jî bi hêzên me re bi awayekî çalak û hemahengiyê de cih gitine.
 
SPASIYA JI BO XELKÊ XWÊRAN Û HESEKÊ
 
Her weha gelê me yê Xwêran û yê Hasekê jî alîkariyekî mezin bi me re kir. Li ser vê yekê em gelê xwe spas dikin, lê belê hinek şaneyên DAÎŞê yên êrişkar yê ku hîna hêzên me di dûv wan de ne û dixwazin bê bandor bikin hene. Ji bo vê yekê daxwaza me ew e ku di serî de gelê me yê Hasekê û hemû hemwelatiyên me, bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar. Hêzên me niha pir bi baldarî tevdigerin ji bo ku zerar negihîje sivîlan. Ji ber ku çete xwe di nav sivîlên Xwêran de vedişêrin û em bi baldarî û bi sebir tevgerdigerin da ku zerar negihîje sivîlan, mal û canê wana.
 
EM Ê BERMAHIYÊN DAÎŞ'Ê TÊK BIBIN
 
Me wekî QSD çawa ku bi biryardarî û fedakariyekî mezin li hember DAÎŞê şerek mezin meşand û qaşo dewleta wê ya mezûm têk bir, him herêmên xwe û him jî cîhan ji bela wê rizgar kir, em di heman biryar û îradê de ne ku bermahiyên DAÎŞê yê mayî jî têk bibin. Emê nîhayiyen ango bi şiklekî mayînde cîhanê ji vê belayê rizgar bikin. Biryarbûna me ev e û bersiva me li ser vê êrişa DAÎŞ'ê wê di vê çarçovê de be. Lê em pêwist dibînin ku hinek agahiyên din jî bi raya giştî re parve bikin.
 
Li gorî îfadeyên hinek ji van DAÎŞ'iyên ku hatine girtin, berpirsiyarên wan li hêla Tirkiyê û li hêla herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê ne û dixwazin ber bi hêla wan ve birevin. Qismek jê jî ji hêla Ramadî yê Iraqê hatine û ev balkêşe ku di vê dema ku hêzên me bi DAÎŞ'ê re mijûl dibû de li xeta Eyn Îsa hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wî êrişî baregeh û mewziyên hêzên me kirin û bûn sebeba şehadeta 3 şervanên me, lê li dijî vê êrişa wan berxwedaniyeke tûnd çêbû û ew êrişa wan hat şikandin. Her weha di xeta Til Temirê û Ebû Rasên de jî kombûn û êrişên wan hene. Hemwextiya van êrişan û êrîşa DAÎŞê ya bi hev re manîdar e. Lê belê wekî hêzên QSDê, me heta niha çawa ku herêmên xwe û gelê xwe bi fedakariyekî mezin li hember hemû rengên êrişan parastiye, ji vir û şûnde jî emê biparêzin."

Sernavên din

23/01/2022
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e
09:04 Fiyetê derziyê ji sedî 50, ê benik ji sedî 130 biha bûye
09:04 Girtiyê nexweş nayê dermankirin
09:04 Aliyê wê çepê felc bûye û nayê berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2022
22:18 Cenazeyê Tûran bi awayekî girseyî hat definkirin
22:06 Mazlum Ebdî: Êrişa li Hesekê hat berterefkirin
21:27 4'emîn Rojên Ma Musicê hatin taloqkirin
19:04 Gardiyanan bi kûçikan avêtin ser qawîşan û gef li girtiyan xwarin
17:55 Mutalaaya derbarê girtina HDP'ê de: Hevdîtinên dema pêvajoya çareseriyê wekî têkiliyeke organîk a bi PKK'ê re hatin hesibandin
17:05 Baroya Amedê û CHP’ê serdana malbata Dokû kirin
17:05 Jina herî ciwan li dora cîhanê firiya
17:04 Nobeta Edaletê: Werin em mil bidin milê hev û têbikoşin
16:56 Tirkiyê dîsa êriş bir ser Şengalê
16:48 Qeyum darbest û wesayîta cenaze neda malbata girtiyê ku jiyana ji dest da
16:37 Li Mêrsînê jinek hat girtin
16:37 Kemalbay: Daxwazên girtiyên di grevê de ne pêk bînin
16:21 ‘Bila Aysel Tugluk azad bibe’
15:49 Pervîn Bûldan bi koronayê ket
15:24 Dede: HDP wê bi vê doznameyê nayê girtin
15:19 Girtiyê 70 salî jiyana xwe ji dest da
14:33 Li Silopiya kesek hat girtin
14:20 DAIŞ'ê li Hesekê êriş pêk anî û şer derket
14:14 Ji ÎHD’ê rapora Anatoliya Navîn: 83 jê giran 231 girtiyên nexweş hene
14:01 Li Şirnexê civîna ‘operasyonê’ li dar xistin
13:28 Ji bo Tugluk banga lezgîn li NY'yê hat kirin
13:28 Rêvebera Egîtîm Senê hat berdan
13:18 Têkildarî kuştina Kerzîban Keskîn 4 kes kirin binçavan
13:17 Jinan ji bo doza Denîz Poyraz banga tevlîbûnê kirin
13:08 Ferît Şenyaşar gazî mebûsan kir: Terefê xwe diyar bikin
12:44 Kujerê Sertîp Şen beşdarî danişînê nebû
12:36 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Hevdîtina 8 partiyan: Pêwistî bi hevkariya têkoşînê heye
11:49 Derbarê rojnamevan Guney de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn
11:21 ATK nahêle girtiyê ji mêjî, dest û lingê xwe nexweş e were berdan
11:03 Dahatên Seha Futbolê ji serokê AKP'î re tên veqetandin
10:31 Jinên sendîkavan: Krîz kûr dibe, çareserî li kuçeyan e
09:34 Dedeogullari: Îfadeyên 7 neferên malbata min li ber çavan nehatin girtin
09:08 Şêniyên Ben û Senê tên mexdûrkirin
09:08 Pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehan, bi îstihdamê heye
09:08 Li Sûrê avahiyên dîrokî di bin avê de man
09:08 Li Şirnexê di 3 mehan de 160 kes bi îdiayên 'şahidên nepen' hatin binçavkirin
09:07 Sekmen: Dersa bijartî polîtîkayeke xapandinê ye
09:07 Ji qeyûmê Mêrdînê revîzyoneke îmarê ya dijî qanûnê
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2022
23:48 QSD: Êrişa DAIŞ'ê bi ser neket