Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî

  • rojane
  • 09:03 23 Çile 2022
  • |
img
AMED-  Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî, têkildarî dersên bijartî got: "Dersên bijartî xapandinek e. Zimanê neteweyekê nabe dersa bijartî. Pêwîst e kurdî bibe zimanê fermî."   
 
Li Tirkiyeyê ji bo serdema perwerdehî û hînkeriyê ya 2022-2023'yan zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî jî di nav de serlêdanên dersên bijartî di 3'yê Çileya 2022'yan de dest pê kiribûn. Serlêdanên ji bo dersên bijartî dê heya 7'ê Sibatê bidomin. Heya niha gelek derdor ji bo bijartina dersa kurdî daxuyanî dane û didin. 
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî têkildarî dersên bijartî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
‘HEQARET E’   
 
Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî, bibîr xist ku ji roja ku dersên bijartî bûne rojev heya niha gelek kes bang dikin ku dersa kurdî bê bijartin. Ronî, destnîşan kir ku dersa bijartî ya kurdî ne niha ev 10 sal in di rojeva vî welatî de ye. Ronî, anî ziman ku ev yek ji aliyê hikûmeta niha ve hatibû kirin, lê ger dilsoz bûna jixwe dê heya niha çareser bikirana û got: "Wek lutûfekê pêşekeşî gelê kurd kirin. Di 10 salan de welatek ava dibe. 10 sal in dibêjin dersa hilbijarî, lê ev ne ji dil e, xapandin e. Ya duyem, we dersa hilbijarî 10 sal in  pêşkeşî gelê kurd kiriye, lê di van salan de we çend mamoste perwede kirin? An jî gava ev zarok dersa kurdî bibijêrin, dê kîjan mamoste van zarokan perwerde bikin? Ev bi xwe dereweke mezin e û xapandin e."  
 
TUNEHESIBANDINA KURDÎ  
 
Ronî, bilêv kir ku AKP ji bo desthilatdariya xwe gelek soz dane û piştî bûye desthilatdar ew soza xwe binpê kiriye. Ronî got: "Hikûmeta AKP'ê gava bû desthilatdar, gelek soz dan. Got, 'Pirsgirêka kurdî pirsgireka min e. Ez ê zimanê kurdî bikim zimanê perwerdehiyê.' Lê piştî ku bû desthilatdar ew sozên xwe ji bîr kirin û got, 'kurd tune ne, ne zimanê kurdî ne jî çanda kurdî heye.' Gelek rayedarên dewletê heta niha ceribandin ku zimanê kurdî tune bihesibînin. Ji wan Bulent Arinç û Cemil Çîçek gotin, 'zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê  ye.' Lê gelê kurd bi dîrokîbûna zimanê xwe, bersiv da gotinên wan û ew pûç kirin. Vê dawiyê rabûn lêborîn ji gelê kurd xwestin."
 
‘KURD JI GOTINÊN XAPÎNOK TÊR IN'
 
Ronî, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Ahmet Davûtoglû yên têkildarî dersa bijartî ya kurdî jî û got: "Îro Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû jî ji bo vê tevdigere. Lê dema ew desthilatdar bû û wekî serokwezîrekî AKP dixebitî, wê çaxê wisa nedigot. Lê îro dibêje zimanê kurdî zimanekî qedîm e û divê ne tenê gele kurd hemû gelên vî welatî vî zimanî hîn bibin û bi qedîmiya vî zimanî jî zanibin. Lê gelo dema Sûr hat xirabkirin û hat hilweşandin, kî bû digot 'Em ê Sûrê bikin Toledo?' Kî bû gef li kurdan dixwar? Ma ne heman kes bû. Lê êdî zikê gelê kurd ji van gotinên xapînok têr bûye." 
 
‘EM DERSÊN BIJARTÎ QEBÛL NAKIN'
 
Ronî, destnîşan kir ku dersên bijartî heqaret e ji bo neteweyekê û got: "Bi vê dixwazin dersên bijartî yên kurdî wekî lutûfekê pêşkeşî gelê kurd bikin. Na em tu carî dersên hilbijarî qebûl nakin. Daxwaza gelê kurd ku 10 sal in li kuçe û kolanan dîqîre, divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Bila tu kes ji tiştê ku bi salan tê gotin dubarê nekin.  Eger gavên şênber hebin gelê kurd li vir e û muxatap jî diyar e. Bila werin bi siyaseta kurd re, bi saziyên ziman re danustandinan bikin û nêrînên wan bigrin, bingeha binesaziya zimanê kurdî çêbikin. Zimanê hilbijartî ji bo kesên biyanî ne, lê kurd xwediyê esil ên vî zimanî ne, lewma ya bijartî nayê qebûlkirin." 
 
Ronî, anî ziman ku gelê kurd bi salan e bi polîtîkayên zilm, çewisandin û biçavtinê re rû bi rû ye û got: "Lê em vê yekê çawa dikarin bihesibînin? Ji ber kurdî bi van polîtîkayan re rû bi rû ye, hewce ye gelê kurd wê dersê bibêje û perwerdehiya kurdî bibîne." 
 
‘BILA DIBISTANÊN KURDÎ VEKIN’  
 
Ronî, bi bîr xist ku dibistanên kurdî hemû hatine girtin û got: "Piştî saziyên kurdî perwerdeya ziman dan, di warê ziman de hişmendiyek çêbû û gel xwest bi serê xwe dibîstanan veke. Gel 3 dibistan vekirin. Yek li Amadê Dibistana Ferzad Kemanger bû; yek li Cizîrê Dibistana Berîvan bû û yek jî li Geverê Dibistana Dayika Uveyş bû. Dewlete bi xwe çênekiribû, gel bi derfeten xwe ew çêkiribûn. Lê dîsa jî tamûl nekir. Ew dibistan di 2015-2016'de de girtin. Eger em qala xwişk û biratiya gelan dikin, nexwe pêwîst e çawa dibistane zimanê tirkî hene, divê yên Kurdî jî hebin."
 
ZIMAN NASNAME YE   
 
Ronî, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwîst e partiyên siyasî yên kurd xebatên xwe yên di warê ziman de xurt bikin û got: “Ziman nasname û bingeha netewbûnê ye. Gelê kurd madem ji bo gelê kurd û mafên gelê kurd siyasetê dikin, nexwe divê ji bo kurdî budçeyekê veqetînin û xebatên ji bo serwextbûna di warê ziman de bikin. Ger dewket jî di warê tunehesibandinê de israr bike, wê çaxê jî divê siyasetmedarên kurd vê mijarê bikin roje, bername û plansaziyekê çêbikin û pêwîst e dibistanên alternatîf ava bikin. Wê gavê jî dê dewlet mecbûr bimîne di vî warî de gavina bavêje da ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê." 

Sernavên din

23/01/2022
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e
09:04 Fiyetê derziyê ji sedî 50, ê benik ji sedî 130 biha bûye
09:04 Girtiyê nexweş nayê dermankirin
09:04 Aliyê wê çepê felc bûye û nayê berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2022
22:18 Cenazeyê Tûran bi awayekî girseyî hat definkirin
22:06 Mazlum Ebdî: Êrişa li Hesekê hat berterefkirin
21:27 4'emîn Rojên Ma Musicê hatin taloqkirin
19:04 Gardiyanan bi kûçikan avêtin ser qawîşan û gef li girtiyan xwarin
17:55 Mutalaaya derbarê girtina HDP'ê de: Hevdîtinên dema pêvajoya çareseriyê wekî têkiliyeke organîk a bi PKK'ê re hatin hesibandin
17:05 Baroya Amedê û CHP’ê serdana malbata Dokû kirin
17:05 Jina herî ciwan li dora cîhanê firiya
17:04 Nobeta Edaletê: Werin em mil bidin milê hev û têbikoşin
16:56 Tirkiyê dîsa êriş bir ser Şengalê
16:48 Qeyum darbest û wesayîta cenaze neda malbata girtiyê ku jiyana ji dest da
16:37 Li Mêrsînê jinek hat girtin
16:37 Kemalbay: Daxwazên girtiyên di grevê de ne pêk bînin
16:21 ‘Bila Aysel Tugluk azad bibe’
15:49 Pervîn Bûldan bi koronayê ket
15:24 Dede: HDP wê bi vê doznameyê nayê girtin
15:19 Girtiyê 70 salî jiyana xwe ji dest da
14:33 Li Silopiya kesek hat girtin
14:20 DAIŞ'ê li Hesekê êriş pêk anî û şer derket
14:14 Ji ÎHD’ê rapora Anatoliya Navîn: 83 jê giran 231 girtiyên nexweş hene
14:01 Li Şirnexê civîna ‘operasyonê’ li dar xistin
13:28 Ji bo Tugluk banga lezgîn li NY'yê hat kirin
13:28 Rêvebera Egîtîm Senê hat berdan
13:18 Têkildarî kuştina Kerzîban Keskîn 4 kes kirin binçavan
13:17 Jinan ji bo doza Denîz Poyraz banga tevlîbûnê kirin
13:08 Ferît Şenyaşar gazî mebûsan kir: Terefê xwe diyar bikin
12:44 Kujerê Sertîp Şen beşdarî danişînê nebû
12:36 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Hevdîtina 8 partiyan: Pêwistî bi hevkariya têkoşînê heye
11:49 Derbarê rojnamevan Guney de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn
11:21 ATK nahêle girtiyê ji mêjî, dest û lingê xwe nexweş e were berdan
11:03 Dahatên Seha Futbolê ji serokê AKP'î re tên veqetandin
10:31 Jinên sendîkavan: Krîz kûr dibe, çareserî li kuçeyan e
09:34 Dedeogullari: Îfadeyên 7 neferên malbata min li ber çavan nehatin girtin
09:08 Şêniyên Ben û Senê tên mexdûrkirin
09:08 Pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehan, bi îstihdamê heye
09:08 Li Sûrê avahiyên dîrokî di bin avê de man
09:08 Li Şirnexê di 3 mehan de 160 kes bi îdiayên 'şahidên nepen' hatin binçavkirin
09:07 Sekmen: Dersa bijartî polîtîkayeke xapandinê ye
09:07 Ji qeyûmê Mêrdînê revîzyoneke îmarê ya dijî qanûnê
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2022
23:48 QSD: Êrişa DAIŞ'ê bi ser neket