MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes ji birîndar bûn.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, li ser rêya armûşê qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn. Tîmên rizgarkirinê û tenduristiyê birîndaran rakirin nexweşxaneyên li bajar. Hat diyarkirin ku rewşa hin birîndar giran e.