SÊRT - Li gundê Dêlî yê bi ser navçeya Şêrwanê ve leşkeran avêt ser mala ciwanê bi navê Kemal Cengîz û wî kirin binçavan.
Leşkeran vê sibehê avêt ser malek li gundê Dêlî yê bi ser navçeya Şêrwana Sêrtê. Leşkeran li malê lêgerînê pêk anî û pişt re ciwanê bi navê Kemal Cengîz (18) kirin binçavan. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û wî birin Fermandariya Leşkeriyê ya Sêrtê.