Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan

  • rojane
  • 09:00 18 Çile 2022
  • |
img

STENBOL - Heyeta Şopandina Girtîgehên Marmarayê ku ji bo meseleya girtiyên nexweş, girtiyên înfaza wan hatine şewitandin û zextên li girtîgehan çareser bike hat avakirin, ragihand ku ji bo rayedar gavina bavêjin çi hewce be dê bikin. 

Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê îşkence, muameleyên xirab, avêtina ser qawîşan, lêgerîna tazî, meseleya ava germ, cezayên dîsîplînê, desteserkirina amûran û şewitandina înfazan diqewimin. Ji xeynî van binpêkirinên mafan rewşa gritiyên nexweş jş her diçe xirabtir dibe. Girtiyên nxweş bi awayekî rêk û pêk nayên dermankirin û sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Girtiyên ku nexweşxane raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" didin wan jî berdana wan bi raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" ên Saziya Tiba Edlî (ATK) tê redkirin. 
 
Li dijî van pêkanînan rêxistinên mafên mirovan, tenduristî û hiqûqê jî zend û bend badan. Ji bo ev binpêkirin bi dawî bibin di 12'ê Çileyê de Heyeta Şopandina Girtîgehên Marmarayê hat avakirinç Di nav vê heyetê de 12 rêxistinên maf, hiqûq û tenduristiyê hene. 
 
Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ên di nav Heyeta Şopandinê de ne têkildarî xebatên heyetê de axivîn. 
 
Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku girtîgeh navenda binpêkirinên mafan e û ji bo li dijî van binpêkirinan bitêkoşin ev heyet ava kirine. Yolerî, destnîşan kir ku bawer dike ku dê heyet encamên baş bi dest bixe. Yolerî, da zanîn ku Heyeta Şopandinê ewilî dixwaze rewşa girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin çareser bike û got: "Ewilî em ê li ser vana bisekinin. Em hewl didin bi van xebatên xwe bikin ku rayedar gavina bavêjin." 
 
PIŞTEVANIYA BI MALBATÊN GIRTIYAN RE
 
Yolerî, ragihand ku dê Heyeta Şopandinê di nêz de dest bi xebatên xwe bike û di nêz de dê ji bo piştevaniya bi malbatên girtiyan re tevbigerin. Yolerî, destnîşan kir ku meseleya girtîgehan meseleya tevhiya civakê ye û got: "Em kesên li derve gava bibin yek em ê karibin vê meseleyê çareser bikin. Têkoşîna me ya bi salan ev tişt rê me da. Têkoşîna li derve jî ji bo bibandor be pêdivî bi yekîtiyeke xurt heye. Lewma divê her kes xwedî li xebatên heyetê derkeve û piştgiriya wê bike." 
 
TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ
 
Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe jî destnîşan kir ku girtîgeh bûne cihê îşlenceyê û muameleyên xirab. Efe, anî ziman ku girtîgeh bandoreke pir nebaş li ruh û bedena girtiyan dikin û deverine ji tenduristiyê xalî ne. Efe got: "Li girtîgehan girtî nikarin bêhnê bistînin, cihwar tê tengkirin, kes bi tenê tên hiştin. Ev ne tiştekî însanî ye. Girtiyan di wext de nabin revîrê û nexweşxaneyê. Dermanên wan di wext de nayên dayîn. HEr wiha di dema pandemiyê ev yek dijwartir bûye. Girtî di şert û mercên tecrîda li ser tecrîdê de ne." 
 
RAGIHANDINA DENGÊ GIRTÎGEHAN 
 
Efe, bilêv kir ku ji bo pirsgirêk bên şopandin û di wext de pêşî li ber binpêkirinên mafan bên girtin, ew rêxistinên tenduristî, hiqûq û mafên mirovan hatine cem hev du û Heyeta Şopandina Girtîgehan ava kirine. Efe, destnîşan kir ku armanca wan berî ku ev pirsgirêk mezin bibin pêşî li ber wan bigirin, bibin dengê girtîgehan û çareyekê peyda bikin. 
 
HIQÛQA DIJMINATIYÊ
 
Rêvebira ÇHD'ê ya Şaxa Stenbolê MEral Hanbayat jî destnîşan kir ku her diçe bêhiqûqîtiya lig irtîgehan zêdetir dibe. Hanbayat, bilêv kir ku ji qada tenduristiyê bigire heya bi qada civakî girtî bi her awayî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û ev yek di dema şewba Covîd-19'ê de zêdetir bûye. Hanbayat, anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li derve û yên li girtîgehan girêdayî hev in û ji sala 2015'an ve polîtîkaya tepisandina muxalefeta civakî li dar e. Hanbayat, diyar kir ku sedema zêdebûna zextên li ser girtiyên siyasî ew e ku ji ber li ber van polîtîkayên îqtidarê xwe li bêdengiyê danaynin. 
 
Hanbayat, destnîşan kir ku îqtidar li dijî hemû fikir û ramanên cuda hiqûqeke dijminatiyê pêk tîne. 
 
ROJEVA HER KESÎ
 
Hanbayat, da zanîn ku dê Heyeta Şopandinê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bişopîne û bike rapor û bi raya giştî re parve bikin. Hanbayat, diyar kir ku dê raporên ku amade bikin bişînin ji Wezareta Dadê û gelek saziyan re û got: "Em ê hewl bidin ku pirsgirêkên rû didin çareser bikin. Lê armanca me em ewilî meseleya girtiyên nexweş bikin rojev. Yan na em ê bi dîmeneke pir giran re rû bi rû bimînin. Her kes divê vê meseleyê wekî meseleya xwe esas bigire. Li Tirkiyeyê niha her kes wekî 'terorîst tê etîketkirin, lewma dibe ku her kes bê girtin. Ji ber vê divê her kes vê meseleyê bike rojev û ji bo çareserkirina wê bixebite." 
 
MA / Enes Sezgîn

Sernavên din

18/01/2022
09:00 Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan
09:00 Li şûna dibistanên hatin hilweşandin navendên bazirganiyê çêdikin
09:00 Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve
09:00 Ji ber strana bi kurdî derbarê wî de îdianame amade kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê
08:56 Li Qeyseriyê erdhej çêbû
17/01/2022
21:22 Karkerê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da
20:38 Li Semsûrê kesek hat girtin
19:29 Platforma Jinan a Çîgîlê ji bo berdana Aysel Tûglûkê bang kir
19:12 KCD û DBP çûn taziyeya Kalo
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
13:12 Rojê nanekê didin girtiyan
13:02 Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin
12:44 Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê
12:29 Dêrsim de fotoxrafê vore
11:42 Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?
11:32 Rêveberê HDP'a Wanê hat binçavkirin
11:31 Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe
11:26 Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe
09:54 Kolberek birîndar bû
09:08 HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide
09:08 Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin
09:08 Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne
09:08 Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe!
09:08 Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2022
20:04 Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin
18:21 Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne
18:04 Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat
17:53 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:08 Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin
16:29 Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin
16:18 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
16:11 Generalê biçûk Kalo hat veşartin
15:52 'Kujerê Enes ev pergal e'
15:22 Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin
15:06 Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir
14:39 HDP li Edenê jî diçe kongreyê
14:38 Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin
14:05 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome
13:40 HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e
12:40 Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe
12:13 Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da
11:41 Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze
11:39 Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe
10:25 Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev
09:49 Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin
09:04 Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng
09:03 ‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be'
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin