Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve

  • rojane
  • 09:00 18 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nasir Yagiz ku li dijî tecrîda Îmraliyê 187 rojan di greva birçîbûnê de mabû, têkildarî tecrîda li ser Ocalan got: "Her rê û rêbazên berxwedanê rewa ne. Divê ciwan erka xwe ya dîrokî pêk bînin." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an heya niha li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî girankirîtê tecrîdkirin. Her wiha ji 25'ê Adara 2021'ê ve jî tu xeber jê nayên girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî nayên bersiavan. Bertek û çalakiyên li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê jî didomin. 
 
Nasir Yagiz ku di dema greva birçîbûnê ya di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê li girtîgehê li dijî tecrîdê dest pê kir û paşê li bi hezran gritî tevlê bûn û 200 rojî dewam kir, li Hewlêr a Herêma Kurdistana Federe li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiribû û 187 rojan di grevê de mabû. Yagiz, têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. 
 
'BERPIRSYARIYEKE WÎJDANÎ BÛ' 
 
Yagiz, çalakiya greva birçîbûnê ya di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê dets pê kiribû û ew jî di wê demê de 187 rojan tê de mabû bibîr xist û got: "Rast e, me şahîdiya pevajoyeke dîrokî kir. Tecrîda dijmirovî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, di nava gelê Kurd de û bi taybetî jî di zindanan de bû sedema hêrseke mezin. Birîna komploya navneteweyî di nava gelê kurd de her tim xwînê diherikîne. Ji ber vê yekê cîhan bû şahid ku bi sedan fedaî li dora Birêz Ocalan bedena xwe kirin guleyên êgir. Nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd wekî sedema şer û aştiyê tê nirxandin. Birêz Ocalan xeta sor a gelê kurd e. Ji ber ku min wekî ferdekî kurd ev nêzîkatiya hovane qebûl nekir, min bi îradeya xwe bedena xwe da ber mirinê. Wekî ferdekî kurd min xwest ez li hundir û derve beşdarî têkoşîna bi rûmet a hevala Leyla Guven bibim. Ew atmosfer di heman demê de ji me re bû neynik. Wê pêvajoyê di min de pirsek hebûnî çêkir. Ji bo Rêbertiya min, nasnameya min, gelê min û nirxên min ê têkoşer re ev pirseke wijdanî bû."
 
'BERXWEDAN REWA YE' 
 
Yagiz, anî ziman ku di vê pêvajoyê de tişta ku herî pêwîst li hemberî tecrîdê berxwedan e. Yagiz, destnîşan kir ku divê gelê kurd li hemberî tecrîdê bertekek tund nîşan bide û got: "Didestpêkê de divê gelê kurd bi ruhê serhildanê rabe ser pêyan. Konsepta tasfiyekirina gelê kurd di şexsê Îmraliyê de li dijî gelê kurd e. Berxwedana herî mezin a dîrokê îro li Îmraliyê tê dayîn. Birêz Ocalan 23 sal in li dijî pergala îşkenceya Îmraliyê li ber xwe dide. Dewlet ji bo şikandina vê berxwedanê tecrîdeke girankirî pêk tîne. Komploya navneteweyî hê jî bi dawî nebûye. Her kes bi erka Birêz Ocalan dizane. Di vê çarçoveyê de saziyên navneteweyî bi taybetî jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide ku zextên li ser Birêz Ocalan veşêre. Dixwaze bi dirêjkirina pêvajoyê re wî bide jibîrkirin. Di serî de hêzên demokrasîyê û pişt re jî parêzvanên mafên mirovan divê xwedî li berxwedana Îmraliyê derbikevin. Tecrîda Îmraliyê roj bi roj li ser hemû civakê tê ferzkirin. Divê gelê kurd û dostên wan li derve bibin dengê vê berxwedanê. Di vê pêvajoyê de hemû rê û rêbazên berxwedanê rewa ne. Dîktatoriya faşîst bi nirxên gelê kurd dilîze. Divê gelê kurd li hemberî vê yekê refleksekê pêş bixe." 
 
'EM BII RÛNIŞTINÊ BI SERNA KEVIN' 
 
Yagiz, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rola û rista ciwanan a di şikandina tecrîdê de û ji bo vê ev tişt gotin: "Zîhniyeta faşîst a ku Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve dibe, bi polîtîkayên qirêj dixwaze ciwanan ji erkên şoreşgeriyê dûr bixe. Bi awayekî sîstematîk her cureyê polîtîkayan li ser ciwanan diceribîne. Dixwaze hêviya ciwanan ji holê rake. Ji ber vê pêwîst e ku ciwan rabin ser pêyan û li dora Rêbertiyê bibin yek. Ciwanên bi rêxistinkirî dakevin kolanan wê hemû xefikên faşîzmê bişkînin. Wê rejîma tecrîda Îmraliyê jî hilweşînin. Em bi rûniştinê bi ser nakevin. Ji ber ku têkoşîneke şoreşgerî ya aktîf a ciwanan heye. Divê ciwan erkên xwe yên dîrokî pêk bînin." 
 
'TEKOŞÎNÊ BILIND BIKIN' 
 
Yagiz, bang li ciwanan kir ku li hemberî faşîzmê xwe birêxistin bikin û got: "Civak li hemberî faşîzmê bê parastin maye. Li dijî faşîzmê divê xeta têkoşînê bê bihêzkirin. Helwestên parçebûyî nikarin faşîzmê paş ve bibin. Pêwîst e xeta têkoşînê û xweparastinê bê bihêzkirin. Neteweperestiya ku di her kêliyan de belav dibe,  dikare mirovan bike qurbana faşîzmê. Bila kesek nebêje ku tiştek bi min nayê. Mînaka Konyayê berbiçav e. Malbata Dedeoglûlarî ji ber ku kurd bun hatin qetilkirin. Dîsa hin kes jî ji ber ku bi dêya xwe re bi telefonê bi kurdî axivîne hatin kuştin. Ev mînak hemû berçav in. Êdî kes nikare wan paşguh bike. Avakirina pêşerojeke bi rûmet di destê me de ye. Ger em li dora Birêz Ocalan werin ba hev, tu kes nikare bi me. Ev serdem dema parastina siberoj û nirxên gelê kurd e. Kî çi bike bila niha bike. Em heger îro nekin wê sibê pir dereng bimînin. Berxwdana Birêz Ocalan li dijî îşkenceya tecrîda  Îmraliyê erkeke bingehîn e. Ez bang li her kesî, di serî de jî ciwanan dikim ku têkoşînê bilind bikin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

18/01/2022
09:00 Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan
09:00 Li şûna dibistanên hatin hilweşandin navendên bazirganiyê çêdikin
09:00 Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve
09:00 Ji ber strana bi kurdî derbarê wî de îdianame amade kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê
08:56 Li Qeyseriyê erdhej çêbû
17/01/2022
21:22 Karkerê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da
20:38 Li Semsûrê kesek hat girtin
19:29 Platforma Jinan a Çîgîlê ji bo berdana Aysel Tûglûkê bang kir
19:12 KCD û DBP çûn taziyeya Kalo
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
13:12 Rojê nanekê didin girtiyan
13:02 Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin
12:44 Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê
12:29 Dêrsim de fotoxrafê vore
11:42 Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?
11:32 Rêveberê HDP'a Wanê hat binçavkirin
11:31 Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe
11:26 Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe
09:54 Kolberek birîndar bû
09:08 HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide
09:08 Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin
09:08 Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne
09:08 Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe!
09:08 Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2022
20:04 Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin
18:21 Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne
18:04 Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat
17:53 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:08 Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin
16:29 Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin
16:18 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
16:11 Generalê biçûk Kalo hat veşartin
15:52 'Kujerê Enes ev pergal e'
15:22 Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin
15:06 Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir
14:39 HDP li Edenê jî diçe kongreyê
14:38 Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin
14:05 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome
13:40 HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e
12:40 Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe
12:13 Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da
11:41 Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze
11:39 Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe
10:25 Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev
09:49 Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin
09:04 Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng
09:03 ‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be'
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin