* Sekreterê Giştî yê Tum Emeklî-Senê Îshak Kocabiyik, diyar kir ku Tirkiye di nav krîzeke pir mezin a siyasî û aborî de ye û tekane xelasiya ji vê yekê "Tifaqa Demokrasiyê" ye û dê di nav vê tifaqê de cih bigirin.
* Seroka Giştî ya Malên Gel Nebiye Mertturk, destnîşan kir ku îqtidara AKP-MHP'ê ber bi rûxandineke vegera wê tune ye ve çûye û îşaret bi yekîtiya çalakiyê kir.
* Esnafan anî ziman ku ger li Kirklar Daxiyê li ser navê Devlet Bahçelî daristan bê çêkirin êdî dê kes neyê van deran û xwestin ger daristanek bê çêkirin bila bi navê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê hat qetilkirin bê çêkirin.
* Nevîn Kamîlagaoglû ku milê Ewropayê yê kampanyaya îmzeyan a ji bo berdana Aysel Tûglûkê birêxistin dike, diyar kir ku li 52 welatan zêdetirî 6 hezar jin xwedî li kampanyayê derdikevin û got: "Ji bo kampanya bigihê armanca xwe em ê bixebitin."
* Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 314'an de bedewam dike.
* Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê li beşdariya parlamenteran li navçeya Bayrakliyê wê civîna gel li dar bixe. (10.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, wê tevlî 4'emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Êlihê bibe. (10.00)
* Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê di roja 62'yemîn de berdewam bike. (13.00-16.00)
* Rêxistinên ciwanan, derbarê mirina xwendekarê zanîngehê Enes Kara ku ji ber zextên li wargeha ceametekê dawî li jiyana xwe anîbû de li Parqa Xezal daxuyanî bidin.