* Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di du mehên dawî de ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re bike, serî li 60 saziyan daye, lê serlêdanek wê jî nehatiye bersivandin.
* Nivîskar Mûkaddes Erdogdû Çelîk, destnîşan kir ku navnîşana yekemîn a çareserkirina pirsgirêk, nakokî û pevçûnan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
* Piştî qanûna qedexekirina bazirganiya tûtinê, li Çarşiya Tûtinfiroşan a Semsûrê esnaf yeko yeko dikanên xwe digirin.
* Hatîce Yûsûfoglû, dayika girtiyên nexweş Ridvan Yûsûfoglû yê 28 sal in girtî ye, anî ziman ku her diçe rewşa kurê wê xirabtir dibe û xwest kurê wê yê ku 5 sal in ew nedîtiye bê berdan.
* Rewşen Karavîş a 97 salî, 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye. Karavîş, bi salan e bi wêneyê kurê xwe hewtiya xwe tîne û dibêje berî ku bimire dixwaze biçe ser gora kurê xwe.
* Nobeda Malbata Şenyaşar wê di roja 313'an de berdewam bike.
* Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" li dar bixin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê wê di hefteya 877'an de li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza kujer werin darizandin çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Baroya Amedê di roja 61'emîn de berdewam bike. (13.00-16.00)
* Şaxa ÎHD'a Îzmîrê wê li navçeya Konakê balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)
* Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexwe Re Azadî wê di hefteya 384'an de li avahiya ÎHD'a Enqereyê balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)
* Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê wê di hefteya 512'an de çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe û balê bikişîne ser tenduristiya girtiyên nexweş. (13.30)
* Komeleya Şopandinê û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê û Komeleya Akademiya Sînemayê wê di çarçoveya projeya TitulArtsê de dê berhemên zarokên beşdarî perwerdehiyê bûne li Galeriya AVM'ê bidin nîşandan. (14.00)
* Şaxa ÎHD'a Stenbolê wê çalakiya "Em li girtîgehan mirinê naxwazin, em jiyanê diparêzin" li dar bixe. (14.00-17.00)