DERSIM - Malbata Gulistan Doku ya li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin diyar kir ku ew ê ji niha şûn ve çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê bidomînin.
Xwendekara Zanîngeha Dersimê Gulistan Doku di 5’ê çileya 2020’an de hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin. Malbata Gulistan Doku ketiye pey şopa keça xwe û heta niha çalakiyên cûrbicûr li dar xistiye. Herî dawî malbatê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiyê di roja 14’an de berdewam kir. Malbat di saetên nîvro de hat ber edliyê û çalakiya rûniştinê li dar xist. Malbatê xwest aqûbeta keça wan diyar bibe. Nûnerên rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên sivîl jî destekê dan malbatê.
Xwişka Doku, Aygul Doku li ber edliyê axivî û diyar kir ku ew ê ji niha şûn ve çalakiya xwe li ber avahiya Wezareta Dadê ya li Enqereyê berdewam bikin.