Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin

img
ENQERE - Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Ayşe Ûgûrlû, destnîşan kir ku girtîgeh ji bo zarokan cih û warên talûke ne û got: "Zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de ku tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne nikarin şîr, mama û potikan peyda bikin." 
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan û atsengiyên li ber mafê tenduristiyê her diçe zêdetir dibin. Ên herî zêde bandorê ji van binpêkirinan digirin jî zarok in. Li gor daneyên 31'ê Kanûna 2021'ê yên Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê, hezar û 941 zarok di girtîgehan de ne. Zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de tevî dayikên xwe di girtîgehê de ne û yên temenê wan di navbera 12-18 salan d ejî ji ber dosyeyên xwe di girtîgehê de ne. 
 
Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Ayşe Ûgûrlû, destnîşan kir ku li zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de mayina li cihwarên zordest tê ferzkirin. 
 
Ûgûrlû, diyar kir ku zarokên di girtîgehan de xizmên xwe û hevtemenên xwe nabînin û bi helwesta çewisîner a girtîgehê mezin dibin. Ûgûrlû, ev zarok ji kreşan bêpar dimînin û got: "Şensê wan ê azadbûnê, şensê wan ê bi awayekî azad bimeşin pir kêm e. Her wiha gava dêyên wan bixwazin wan bibin saziyên tenduristiyê bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Divê ev zarok bi awayekî rêk û pêk di bin kontrola bijîşkan de bin." 
 
Ûgûrlû got: "Ev zarok baş nayên xwedîkirin. Ji lew re pirsgirêkên ku dêyên wan û girtiyên din bi wan re rû bi rû dimînin, ew jî bi wan re rû bi rû dimînin. Şîr, mama û potên baş bi dest wan nakevin. Baş proteîn nagirin û bi awayekî rêk û pêk nikarin xwarinê bixwin. Bi vî awayî derfeta tendurisiyek baş ne pêkan e." 
 
Ûgûrlû, destnîşan kir ku ev zarok ji mafê perwerdehiyê jî bêpar dimînin û got: "0-6, temenên herî berdar in ji bo pêşketina di warê zihnî de. Divê zarok lîstikan jî bi hevtemenên xwe re bilîzin. Li cihekî ku mezin di travmayê de ne, di warê ruhî û laşî de jiyana zarokan ne pêkan e." 
 
CIHWAREKÎ JI BO ZAROKAN TALÛKE
 
Ûgûrlû, destnîşan kir ku girtîgeh ji bo zarokan cihwarine talûke ne, lewma divê qanûnên pergala înfazê ji nû ve bên sererastkirin. Ûgûrlû got: "Ketina girtîgehê, mijareke sosyo-polîtîk e. Em komîsyona mafên mirovan a odeya bijîşkan, di vî warî de rêxistinên mafên mirovan re dixebitin. Lê ev mesele, ne meseleyeke ku rêxistinên mafên mirovan bi tena serê xwe çareser bikin. Di vir de berprisiyarî dikeve ser milê îqtidarên siyasî, pêkanînerên pergala înfaz aceza û wezareta dadê jî. Em di vî warî de hewl didin xwe bigihînin wan, em daxwaznameyan didin wan." 
 

Sernavên din

11/01/2022
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
18:18 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an
17:53 Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize
17:27 Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin
17:06 Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin
16:50 Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
16:04 Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin
15:43 Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir
15:42 TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in
15:02 Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
11:49 Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin
11:26 Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin!
10:35 Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire
09:28 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:07 Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!
09:06 Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin
09:05 Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin
09:04 Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
09:03 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e
09:01 Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08/01/2022
16:54 JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin
16:48 Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
16:40 ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan
16:40 QSD'ê Wezareta Parastinê derewand
16:30 Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin
16:22 Li Girê Spî teqîn: 3 leşker mirin
16:14 Li dijî Kobanê êriş: Kesek mir û gelek kes birîndar bûn
16:12 Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were
16:05 Gunay: Ocalan temînata aştiyê ye
15:57 Nivîskar Haydar Işik li bajarê xwe hat bibîranîn
15:56 Ji bo girtiyên nexweş meşiyan: Em ê ji bo zarokên xwe têbikoşin