RIHA - Li bajarê Girê Spî teqînek rû da û di teqînê de 3 leşkerên Tirkiyê mirin.
Li bajarê Girê Spî yê bi ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ve ku di bin kontrola Tirkiyê û grûpên çekdarên ên bi ser vê wê de ye, di kêliya ku maşîneyek leşkerî ya Tirkiyê diçû teqîn pêk hat. Di teqînê de 3 leşkerên Tirkiyê mirin û leşkerek jî birîndar bû.
Hat zanîn ku teqîn li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê jî hatiye bihîstin.