Ocalan: Azadiya jinê têkoşîna Sakîneyê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, komkujiya Parîsê wekî darbeyê pênase kiribû û gotibû: "Azadiya jinê, têkoşîna Sakîneyê ye. Ez ê hesabê Sakîneyê bipirsim, ez ê kujeran eşkere bikim." 

Piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatibû astengkirin. Ji ber vê girtiyên PKK'î û PAJK'î di 12'ê Îlona 2012'an de çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Piştî Mehmet Ocalan, li Girava Îmraliyê hevdîtin bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kiribû, Ocalan ji bo bi dawîbûna grevên birçîbûnê bang kiribû. Piştî banga Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 68'an de bi dawî bûbû. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Parlementera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Ayla Akat Ata, hevdîtina ewil a di bin navê pêvajoya "çareseriyê" de ku heya 5'ê Nîsana 2015'an dewam kiribû, di 3'yê Çileya 2013'an de li Girava Îmraliyê bi Ocalan re kiribûn. Piştî vê hevdîtinê, di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê paytexta Fransayê yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) û Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi sûîqastekê hatibûn qetilkirin. 
 
Bi vê komkujiyê re armanc qedandina hevdîtinên li Îmraliyê bû. Lê hevdîtin piştî vê komkujiyê jî dewam kiribûn. Ocalan, di hevdîtinê de ji bo vê komkujiyê tespîtên girîng kiribûn. Ocalan, diyar kiribû ku sûîqesta li hemberî Sakîne Cansizê, di heman demê de sûîqasteke li hemberî wî ye jî û bal kişandibû ser girîngiya rol û rista Cansizê ya di têkoşîna jinê de û gotibû: "Azadiya jinê, têkoşîna Sakîneyê ye. Ez ê hesabê Sakîneyê bipirsim, ez ê kujeran eşkere bikim." 
 
GLADÎYOYA NÛ NAYÊ FÊMKIRIN
 
Rêberê PKK'ê, di hevdîtina piştî komkujiya Parîsê de, di 23'yê Sibata 2013'an de gotibû: "Li Tirkiyeyê xebateke dewleta paralel a ji sê milan ve tê kirin heye. Dest bi sobetekirina van têkiliyan hat kirin. Ev ne lobiyên ji rêzê ne. DYA jî di warê stratejîk û taktîkî de mudaxileyan dike. Destpêka her sêyan jî Anatolya ye. Qaşo hikûmetek heye, qaşo parlementoyek heye. CHP û MHP, projeksiyonên dewletên paralel in. Haletên wan ên hêsan in. Ketine nav AKP'ê û nav karsazan jî. Tenê MÎT maye. Hedefa vê diyalogên me yên hatine destpêkirin bi xwe ye. Dixwazin musteşarê MÎT'ê bixînin. Emre Ûslû û Mehmet Baransû MÎT'ê hedef girtin. Hêzeke qerase li pişta wan e. Florîda navenda kontrgerîlla ye. Abdûllah Çatli du caran çû wê derê. Sûîqasta li hemberî Papa, cinayeta Palme çêbû. Cinayeta Sakîneyê jî karê van koman e. Gladîoya nû tam nayê fêmkirin. Hemû tiştên ji bo çareseriyê hatin kirin sabote kirin. Bûyera Sakîneyê li bara min bû cihê teredudek mezin. Ne zelal e. Sakîne, li Ewropayê aştiyê temsîl dikir. Hê jî komkujî nehatiye zelalkirin." 
 
‘HA BERA ME DANE HA BERA SAKÎNEYÊ'
 
Ocalan, di heman hevdîtinê de gotibû: "Ha bera me dane, ha bera Sakîneyê. Bûyereke pir tarî ye. Êrişa li hemberî Sakîneyê û êrişa li hemberî we (Li Sînopê êrişa li hemberî heyeta BDP'ê, 18'ê Sibata 2013'an) heman êriş e." 
 
‘JIYANA SAKÎNEYÊ JIYANEKE MÎNAK E'
 
Ocalan, di vê hevdîtinê de bal kişandibû ser rol û rista Sakîne Cansizê ya di têkoşîna azadiya jinê de û gotibû: "Em tevgera azadiya jinê dijîn. Jiyana Sakîneyê mînak e. Azadiya jinê, têkoşîna Sakîneyê ye. Ez ê hesabê Sakîneyê bipirsim, ez ê kujeran eşkere bikim." 
 
TEXRÎBAT
 
Ocalan, di hevdîtina 24'ê Hezîrana 2013'an de jî bilêv kiribû ku di navbera kurd û tirkan de dused sal in têkiliyeke civakî ya li ser asasê tahde û qirkirinê hatiye avakirin û gotibû: "Berê gava min li kavilên ermeniyan mêze dikir, ez li ber diketim. Lê mêze bikin, çar hezar gundên me jî niha di vî halî de ne. Piştî 1990'î JÎTEM'ê û yên wekî wê li ser navê tirkîtiyê texrîbatek mezin kirin. Meger dused sal in li ser navê tirkîtî û kurdîtiyê bi awayekî wekaletî tahdeyek hatiye avakirin. Di vir de roleke mezin jî ya îngilîzan e." 
 
KURDISTANEKE JI KURDAN XALÎ
 
Ocalan, di hevdîtina xwe de bal kişandibû ser nivîsa "Bîst û du kadroyên PKK'ê bên kuştin" a rojnamevan Mehmet Baransû û Emre Ûslû û gotibû: "Bi Sakîneyê dest pê kirin. Vê lîsteyê birine cem Serokwezîr (Tayyîp Erdogan) û dest pê kirine. Nava AKP'ê, derdora Serokwezîr ji vana xalî nabe. Hemû jî diçin xwe disipêrin ewkla li Washîngtonê. Hêza heyetê bisînor e, gerçî niha hebikekî bihêz bûne. Rûxandina salên 90'î, fûryayeke wekî vê bû. Xwestin Kurdistanek ji kurdan xalî biafirînin. Ev, nahêlin tirk jî aştiyê çêbikin. Dixwazin aştiyeke sixte çêbikin, aştiyeke ku me ber bi pevçûnan ve bibe." 
 
OPERASYONÊN TASFIYEKIRINÊ
 
Ocalan, di hevdîtina xwe ya 17'ê Tebaxa 2013'an de jî gotibû: "Xwestin wekî ya Osloyê, darbeyekê li vê pêvajoyê jî bixin. Lê min sebir kir. Ev pêşwaziya bidestxistina îqtidarê ye. Vî tiştî tînin ber Serokwezîr: Tasfiye pêkan e, çima tu hevdîtinan dikî? Dixwazin şerekî adetî yê wekaletê bidomînin. Ferzkirina ku tirkan bi kurdna tasfiye bike, kurdan bera tirkan bide, serîhildanê baifirîn! Şêx Saîd, NATO, Menderes, bûyerên 6-7'ê Îlonê, pevçûna çepgir-rastgiran hemû mînakên vê ne. Ev proje hê jî didome. Lewma min sebir kir. Anîna min a vira jî heman tişt e, ji bo ez di çareseriya siyasî de rola xwe nelîzim, ji bo bibêjin Apo-PKK qediya." 
 
DARBEYA 9'Ê ÇILEYÊ
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 11'ê Çileya 2014'an de destnîşan kiribû ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qurbanên dawî yên Gladîoyê ne û gotibû: "Peyam ji bo me ye. Peyam ev e: Dê PKK wisa bê helkirin! Darbeya 9'ê Çileyê darbeya qedandina pêvajoyê ye. Komkujiya Madimakê, ya Başbaglarê û yên wekî vana encama perspektîfa CIA'yê ne. Polîtîkaya bira bi bira bidin qirkirin bi xwe ye." 
 
EFSERÊN MIRINÊ
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya 26'ê Hezîrana 2014'an de jî gotibû: "Plansazê efserên mirinê Engîn Alan e. Ev, planên rojane dikin û van planan jî wekî rapor didin CIA'yê. DYA, şêst sal in Tirkiyeyê daye dest vana. Fethûllah Xoce jî, Turkeş jî wisa ne; Rûzî Nazar, Enver Altayli û yên wekî vana jî wisa ne. Ev kes, planên ku dê çawa li hemberî cîhana tirkîtiyê operasyonan bikin, dikin. Min ev yek tenê di awayên wan ên kuştinê de çareser kir. Awayên kuştina kurdan ne karê tirka ye. Jixwe hûn vê yekê di awayê kuştina Sakîneyê de jî dibînin. Hûn ê mirina Sakîneyê çawa îzah bikin? rêbazeke kuştinê ya ev qasî hovane karê van kesan e. Omer Guney, a rast Engîna Alaneke biçûk e. Zilamê Gladîoya NATO'yê ye. Armanca wan bi van cinayetan her tiştî biqedînin." 
 
SENDROMA OZALÊ DUYEM
 
Ocalan, di 9'ê Çileya 2015'an, duyemîn salvegera komkujiya Parîsê de jî ev tişt gotibûn: "Îro salvegera şehadeta Sakîne wan e. Ez ê bi hûrgulî li ser vê bisekinim. Ev hemû ji hêla hin hêzan ve hatin kirin. Daxilî nav rojeva Serokwezîr û MÎT'ê jî hat kirin. Ji bo me pir zehmet bû. Niha jî sendroma Ozalê duyem di rojevê de ye. Ez, ji bo sendroma Ozalê duyem çênebe, têdikoşim. Ger pêk bê dê hem ji bo min, hem ji bo dewletê û hem jî ji bo raya giştî îfalesek be. 
 
Min ji dema Ozal ve neyta Cemaetê tespît kiriye. Ez li ser hûr bûm. Darbe, karê hêzên global ên navdewletî ne. Hûn ê jî li ser hûr bibin. Davûtoglû hay ji vê tune ye. Gava min behsa paralelê kir, pênaseya paralelê di rojanmeyekê de bi du peyvan hatibû nivîsandin. Niha jî Serokkomar her roj dibêje, 'Em ê heya dawî bi ser de biçin.' Yanî dikaribûn di wext de têbigihiştana. 7'ê Sibatê, 17-25'ê Kanûnê tenê ne darbeyek e. Operasyoneke global e jî. Ozal, Erbakan û Ecevît jî bi darbeyekê çûn. Ev hewldan ji bo Erdogan jî didome. Mirina Sakîneyan jî wisa ye. Ger hûn jî li ser van mijaran hûr nebin hûn ê nikaribin polîtîkayê bikin. Min hêla dîrokî ya hemû meseleyan heya sala 1920'an bir. Min pêwendiyên wan ên bi lobiyan re nîqaş kirin. Li vira awayê min ê polîtîkayê jiyanî ye. 
 
SÛÎQASTA SAKÎNEYÊ HINCETA ŞER BÛ
 
PKK, ji sala 76'an ve tim bi komployan re rû bi rû ye. Lewma ez hişyar dikim. Hê jî min li vira wekî enstrumanekê, wekî amûrekê dibînin. Ez dibêjim, ev tiştekî talûke ye. Tu qîmeteke gotinên wan ên ji bo min tune ye. Sî sal in li hemberî min operasyoneke têgihanî dikin. Ez qet guh li vê jî nakim. Ji lew re dîrok ez piştrast dikim. Li Parîsê operasyoneke têgihanî ya nû tê kirin. Sûîqesta Salîneyê ne sûîqesteke wisa hêsan e. Bi plansazî hatiye kirin. Ji bo min hinceta şer bû. 
 
SÛÎQESTA WELÎAHTÊ AWISTIRYAYÊ
 
Ji bo min sûîqesta Sakîneyê ji ya Welîahdê Awistiryayê ya di dema Şerê Cîhanê yê Yekê de girantir e. Ji xeynî min tu kesî nikaribû di wan şert û mercan de xwe ji wî şerî xelas bike. Ji ber ku min ev tişt hemû dîtin, çendî giran bû jî min xebata li vira domand. Di nav awirên bargiran ên hevalê xwe de, di demeke ku MÎT di bin tohmeteke giran de bû, min ev hevdîtin kirin. Dibe ku tiştên bi vî rengî ji niha û pê ve jî çêbibin. A girîng awayê rast ê xebatê ye û nêzîkatiyek cidî ye. Niha di manşeta rojnameya Zamanê de ev qas agahî hene. Dibêje, 'Çima MÎT sûîqastê aşkere nake?' Lê belê em bi neyta wan dizanin. 
 
Belê, lê ger bi ya Cemaetê bûna, niha dê PKK bûbûna keldûman. Baransû, wê demê di Tarafê de nivîsîbû. Gotibû, 'Ger bîst û du kadroyên PKK'ê bên kuştin dê mesele çareser bibe.' Sakîne yek ji vana bû. Ên din jî, hê dikin. Lîsteyek kartêker çêkiribûn, eynî wekî lîsteya karsazan a salên 90'î, wekî lîsteya Çîllerê. Berê planên MÎT'ê jî yên bi vî rengî hebûn. Em dikarin behsa heyama Teoman Koman bikin. Paşê ev bi Emre beg wan re guherî. Hûn jî dizanin Teoman Koman meaşê xwe ji CIA'yê distand û MÎT di bin destê wî de bû. 
 
Gava Sakîne bihîstiye ez li vira li dor maseyê rûniştime, rabûye ser xwe û bi erênî nêz bûye, gotiye pir baş e û piştgiriya vê yekê kiriye. Lewma hedef hat girtin. Bûyera Sakîne wan bûyerek wisa ye ku, bi qasî 19'ê Gulanê girîng e. Bi qasî bûyera daxistina ji text a Abdulhamîd, bi qasî fesixkirina Ocaxa Yenîçeriyê ya ji aliyê Mahmûdê Duyem ve girîng e. Bi qasî darbeya 27'ê Gulanê, darbeya 12'ê Adarê girîng e. Ji niha û pê ve dê 9'ê Çileyê jî ji bo me bibe dîrokeke girîng. Ez li vira naveroka siyasî ya komkujiyê, ya darbeyê rave dikim. Em bêjin me pêncî civîn bi Hakan beg re kiribin, di van ger pêncî civînan de jî hema bibêje bûyerek derketiye pêşiya me. Ji lêgerînên tazî, tecawizan, ji operasyonên KCK'ê heya Roboskiyê... divê ev wisa bên nirxandin.
 
KOMPLOYA CIA Û GLADÎOYÊ
 
Em ferz bikin haya Erdogan ji vê cinayetê hebûye û em ferz bikin wî ev yek pesend kiriye. Dibe ku MÎT'ê jî pesend kiribe. Lê îmze û pesendkirina rayedarên ku min hevdîtin bi wan re kirine hebe jî, belgeyên wê jî hebin, dîsa jî ev ne biryara wan e. Ev tespîteke dîrokî ye. Awayê min ê siyasetê wisa ye. Komployeke navenda wê Washington e. Komployeke CIA û Gladîoyê ye. Hişmendiya min a dîrokê heye, ez baş bi rastiya dewleta kûr dizanim. Lobî, 60 sal in di çarçoveya bidestxistina Anatolyayê de her tiştî dikin. Di hundir de pergaleke ku serokkomarê xwe, serokwezîrê xwe jî dide ber xwe heye. Mekanîzmaya darbeya heyî hê jî li ser kar e. Pêncî heb Hakan Fîdan jî hebin, pêncî heb serokwezîr jî hebin dê nikaribin pêşî li ber vê bigirin."
 
DIJDARBE
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina 4'ê Sibata 2015'an de diyar kiribû ku li Girava Îmraliyê li dijî hemû gavên tên avêtin darbeyek tê kirin û gotibû: "Em Sakîneyan bînin bîra xwe. Piştî civîna me ya ewil a li vira, li Parîsê bersiv dan. Piştî hemû hevdîtinên girîng, teqez darbeyek çêdibe. Roboskî, li Colemêrgê kuştina 13 gundiyan, operasyonên KCK'ê û bi sedan bûyerên bi vî rengî. Ên ev kirin niha teşhîr bûne. Ez xwe disipêrim tecrûbeyên xwe û dibêjim. Gava min bûyera Sakîne wan bihîst, ez pir fikirîm. Min got divê çi bê kirin, ez li ser vê hûr bûm. Min panzdeh rojan hevdîtin nekirin. Paşê min hevdîtin kir. Wê çaxê ez wisa fikirîbûm; Em ferz bikin ev civîn bi plana Hakan Fîdan be, bi pesendkirina Serokwezîr be. Min got, axirê ev kom jî bi qasî min di bin gefan de ye. Lewma ez fikirîm û min got, sebir bike, bixebite û aşkere bike. Û niha derket holê. Pergala paralel ev tişt kir. Dibe ku ji MÎT'ê jî komek di nav vê pergalê de be. Tevdîr girîng e." 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

08/01/2022
15:32 Bi tevî halê wî yê emeliyatkirî dîsa birine girtîgehê
15:20 Malbatên di Nobeta Edaletê de serdana ÎHD’ê kirin
14:09 Li Qersê 4 herêm hatin qedexekirin
14:09 ‘ATK bi fermanê dixebitin’
14:06 Di ‘operasyona bertîlê’ ku polîs jî di nav de 16 kes hatin girtin
13:47 Rojnamevan Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:31 Li Amedê rêxistinên girseyî kom bûn: Em dikarin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
13:31 Li Şirnexê jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
13:14 Xizmên Windayan ji darazê re gotin: Nebin şirîkê vî sûcî
12:13 ‘Fikrên Sakîneyê û hevalên wê şoreş ava kirin’
12:13 Bi hêceta ‘Te çima li konvoya qeyûm nihêriye’ hat binçavkirin!
11:54 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê gel dixwaze neheqî bi dawî bibe
11:27 ‘Metîn silav dabe kê şopek bi wan re hiştiye’
10:42 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî dest pê dike
09:54 Albûma ‘Feqî’ ya hunermend Firat Med derket
09:07 Parêzer Tosûn: Edliye û Girtîgeha Kandirayê ser sûc digirin
09:07 Mexmûrî: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:07 Guh û çavên girtî Nebîoglû her diçe kerr û kor dibe
09:07 Ocalan: Azadiya jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:07 Berteka partiyên siyasî ya ji bo daristana li ser navê Bahçelî: Em qebûl nakin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2022'YAN
07/01/2022
16:58 Cerdevanê ku zaroka 16 salî îstîsmar kir hat girtin
16:56 Ûca: Navnîşanî komkujiyên Parîs û Silopiyayê Enqere ye
16:34 Ozsoy êrîşên li dijî goristan û cenazeyan ji Soylû pirsî
16:30 Salek e sîxurtî lê tê ferzkirin
16:13 MEBYA-DER’ê êrişên li ser goran şermezar kir
15:57 Gefa ‘hevkariyê’ li xebatkarek Komeleya Koçberiyê xwarine
15:47 Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 7’an de berdewam kir
15:40 Berteka li dijî PDK’ê: Heta ku em cenazeyên xwe bigirin wê çalakiya me bidome
15:39 Ma Musîc û Egîtîm Sen’ê piştgirî da Nobeta Edaletê
14:37 Daxistina "reftera qenc" dan faîlê ku Berîvan Bayram kuşt
14:05 Li Cizîrê êrişa ser goristanê hat şermezarkirin
14:03 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em heqê keda xwe nastînin
13:34 Jinan ji bo Tûglûk kampanya îmzeyan da destpêkirin
12:41 340 sal cezayê hepsê li 62 kesan hat birîn
12:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Ev têkoşîn ji bo edaletê ezmûneke dîrokî ye
12:06 Şanoya Mencel bi ‘Tenê Ez’ dîsa derdikeve ser dikê
11:25 ‘Dayik wê edaletê bînin’
11:03 Penceşêr li wan pîr bûye û terkî mirinê hatine kirin!
10:51 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
10:30 Turkdogan: Divê îtîrazî bêqanûniya vekirî ya li Îmraliyê bê kirin
10:16 Îdiaya ‘bombeyê’ ya medya hewizê negihîşt armanca xwe
09:54 Birayê Cemîl Kirbayir bertek nîşanî demboriyê da: We demê dizî
09:09 Du girtiyên ku li ber çavê dewletê 'talûke' ne: Yek jê destên wî tune ne, yê din lingên wî
09:08 ‘Metîn Goktepe rêya me ronî kir'
09:06 Rewşa girtiyên nexweş xirab dibe: ATK sûc dike
09:06 Berteka ji ber qirêjbûna Çemê Dîcleyê: Rûyê rast ê qeyûm e
09:06 Serdana şaredariyê kir, birayê wî terfî bû!
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2022'YAN
06/01/2022
16:58 Derbarê Abdullah Zeydan de biryara berdanê hat dayîn
16:54 ‘Omer Guney li Enqereyê bi kê re hevdîtin kir?’
16:51 Li Rihayê 6 jinên kurd ên siyasetmedar hatin bibîranîn
16:33 Dadgehê cezayê muebetê û 12 sal li rojnamevan Dogru birî
16:20 Nobeta Edaletê di roja 52'yan de ye: Dengê me bibihîzin
15:57 Çalakiya malbata Dokû di roja 6’an de ye
15:45 Gergerlîoglu: Gelo divê cenazeyê Tugluk derkeve?
15:45 ATO: Hezar û 941 zarok li girtîgehan di bin tecrîdê de ne
15:39 Li Nisêbînê kesekî di êrişâ çekdarî de jiyana xwe ji dest da
15:38 Di Giştînameya Emniyetê de careke din biryara binpêkirinê hat dayîn
15:31 Girtiyên ku lêgerîna nava dev red dikin sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:25 Girtî Narîn ê ku krîza dil derbas kiribû ji çavdêriya awarte hat derxistin
15:07 Pakistanê peymanê helîkopteran a bi Tirkiyeyê re betal kir
13:54 ‘Berpirsiyarê kuştina Metîn Lokumcu qeymeqam e’
13:49 Girtî: Li Girtîgeha Sêwrêgê kalorîfer nayên pêxistin
13:48 PJAK’ê xwest kuştina Bêxem bê ronîkirin
13:11 Jinên li hala Tarsûsê dixebitin dev ji kar berdan
13:08 HDP'ê bûyernameya sala 2021'an a li ser kurdî amade kir
12:56 Ji parêzerên Ocalan serdaneke nû ya îmraliyê
12:13 Kedkarên PTT’ê: Em mûçeyek pê dikaribin debara xwe bikin dixwazin
12:12 Gunay: Girtîgeh bûne wekî penceşêrê
12:01 Malbata Şenayaşar: Wê civak kesên bêdeng bimînin efû neke
11:26 Apê Ûsiv ku Ocalan nas dike: Êdî divê azad be
11:24 Rojnamevanên ji Doza Helîkoptêrê dihatin darizandin beraet bûn
11:07 Serdanên malbatên girtiyên bi dawî bûn: Edalet daxwaza her kesî ye
10:34 Ezîzê Cewo: Dîroka zerdeştî dirêjî Medan dibe
09:53 Patforma Zimanê Kurdî: Ji bo zarokên xwe dersên kurdî yên bijarte hilbijêrin
09:38 Şerê azadiyê yê bêdawî
09:01 Li Êlihê midûrê dibistanê ji xwendekaran re got: Şîrheramno
09:01 Berteka mêrsîniyan a ji bo bihabûnê: Çareserî têkoşîna hevpar e
09:01 Parêzer Dalkiran: Bêxemiya Gencer hêza li pişta wî nîşan dide
09:01 Burokratên qeyûm fona xizanan ji bo ger û geşta xwe xerc kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2022'YAN
05/01/2022
17:41 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat berdan
17:31 Malbata Dokû bang kir: Gulistanê bibînin
17:15 Xizmên Girtiyan: Ji bo edaletê divê têkoşîna hevpar bê dayîn
17:15 Agahiyê nadin malbata girtiyê hatiye sewqkirin
16:59 Malbateke din jî tevlî Nobeta Edaletê bû
16:41 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:33 Li Girê Çilsiwar daristana bîranîna Bahçelî tê avakirin
16:15 Rojnameger Çelîk piştî ku hat berdan careke din hat binçavkirin
16:10 Jin ji bo Gulistan di kolanan de ne: 2 hezar sal jî derbas bin em dest jê bernadin
15:56 Herêma ku Soylû digot 'terorîst tune ne' jî qedexe kirin
15:09 Şaxa OHD'ê ya Mersînê: Em ê destûr nedin ku polisên îşkencekar bên parastin
14:55 Malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
14:15 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn: Hêrs û êşa me weke duh zindî ye
13:50 Rêxistinên pîşeyî: Bila rojnameger Çelîk bê berdan
13:40 Rojnamevan Çelîk sewqî edliyeyê hat kirin
13:39 'Tu civak û mirov vê yekê qebûl nakin'
13:15 Ji ber lêgerîna 'nava dev' girtî tedawî nabin