'2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'

img
RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku sala 2021'ê bi berxwedan û têkoşînê derbas bûye û got: "Divê em sala 2022'yan bi şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan û bi azadiya wî bikin sala serkeftinê." 
 
Li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in dodome. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan tecrîda li Îmraliyê, serlêdanên ji bo hevdîtinê tên kirin û geşedanên di sala 2021'ê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
XWEDÎDERKETINA LI OCALAN
 
Parlementer Omer Ocalan, diyar kir ku sala 2021'ê di warê têkoşîna li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan saleke têkoşînê bûye. Ocalan, bal kişand ser meîa ku di 5'ê Çileyê de li Wanê li dijî tecrîda mutleq hat kirin û destnîşan kir ku ev meşeke girîng bûye. Ocalan, bibîr xist ku di sala 2021'ê de tevî pandemiyê jî Newroz bi coşeke mezin hatiye pîrozkirin û li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê têkoşîneke mezin rû daye. Ocalan, anî ziman ku di sala 2021'ê de ew hêrsa mezin a li dijî tecrîdê di Newrozê de veguheriye fînal, xwedîderketin û destpêkeke mezin. Ocalan got: "Di Newroza ku li gelek deveran bi coşek mezin hat pêşwazîkirin de, ya xwe da der Birêz Ocalan bû. Xwedîderketinek mezin hebû ji bo Birêz Ocalan. Xwedîderketina ciwan û jinan a ji bo Birêz Ocalan watedartir bû. Newroza 2021'ê bû sala xwedîderketina li Birêz Ocalan. Hêrsek mezin hebû li hemberî tecrîd û îzolasyonê." 
 
HEVDÎTINA BI TELEFONÊ
 
Omer Ocalan, anî ziman ku tecrîd piştî Newrozê jî dewam kiriye û got: "Piştî Newrozê, di 25'ê Adarê de, bi rêya telefonê hevdîtinek bi Birêz Ocalan re hat kirin. Telefonî malbatê kirin û telefonî malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê kirin. Malbat çûn edliyeyên bajarên lê ne. Em jî ji bo pêwendiyê bi Birêz Ocalan re deynin çûn Edliyeya Rihayê. Hevdîtineke kurt bû. Hevdîtin di nîvî de hat qutkirin. Me ji wan re got hevdîtin di nîvî de qut bûye, lê rayedaran got hevdîtin ev qas e. Ev hevdîtin pir hat nîqaşkirin. Gotinên Birêz Ocalan ên di vê hevdîtina kurt de girîng bûn. Got ', meseleya me ya li vir meseleyeke hiqûqî ye, meseleyek siyasî ye. Divê kes berbayî vê nekeve.' Birêz Ocalan, xwestibû demildest parêzerên wî bên cem wî. Ev tişt ji birayê xwe MEhmet ocalan re gotin. Û ev yek di bara raya giştî de bû cihê bertekan. Ji ber ku hevdîtin di nîvî de hat qutkirin û paşê nehat kirin li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin û bertek hatin nîşandan." 
 
LI EWROPAYÊ BERTEK
 
Ocalan, destnîşan kir ku bertekên gel li herêmê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, perçeyên din û Ewropayê veguherîne hêrseke mezin. Ocalan got: "Gelê me yê li Ewropayê li ber CPT, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û navendên dinên girîng bertekên xwe nîşandan. Her wiha ji bo saziyên Ewropayê ji bo tecrîdê tevbigerin zor dan saziyan. Di 2021'ê de têkoşîneke girîng hat kirin, lê hê jî tu pêwendî bi Birêz Ocalan û hevalên cem wî re nayê danîn." 
 
BIRYARA KOMÎTEYA WEZÎRAN A KONSEYA EWROPAYÊ
 
Ocalan, bal kişand ser serlêdanên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Lêkolînên Civakî Û Hiqûqî (TOHAV), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî ku serî li Komîteya Wezîran a KOnseya Ewropayê dabûn û behsa biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Ocalan de ku di sala 2014'an de dabû. Ocalan got: "Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, diyar kir ku cezayê muebeda giran û cezayê muebedê yê li Tirkiyeyê li gor mewzûatekê bê sreerastkirin û ji bo vê muhlet da. Mirovên girtî xwedî 'mafê hêviyê ne' ku bi hêviya wê rojekê derkevin.
 
TÊKOŞÎN LI DIJÎ QANÛNÊN ÎMRALIYÊ
 
7 sal bi şûn de, di navbera 31'ê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev yek daxilî nav rojeva xwe kir. Ji Tirkiyeyê hejmara kesên cezayê muebeda girankirî û cezayê muebedê li wan hatine birîn xwest. Ji bo vê jî heya Îlona 2022'yan muhlet da Tirkiyeyê. Daneyên têkildarî vê xwestin. Tirkiyeyê hişyar kir ku heya wextê hatiye diyarkirin divê qanûnên di vî warî de sererast bike. Her wiha bi awayekî qismî be jî bang li CPT'yê kir ku peywira xwe bîne cî. Ji lew re li Îmraliyê binpêkirinek mafan a mezin heye û hiqûq nayê şixulandin. Hema bibêje qanûnên Îmraliyê ketine dewrê. Ev yek ne niha wisa bûye, 23 sal in wiha ye. Dê di meha Sibatê de têkeve sala xwe ya 24'an. Ev gotinên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê girîng in. Çendî dereng mabe jî biryareke girîng e. Ji bo vê jî divê gelê kurd û dostên wan zorê bidin Tirkiyeyê û ji bo vê çalakiyan li dar bixin. Dixwazim destnîşan bikim ku divê asta siyaseta demokratîk hîn bêtir bê bilindkirin." 
 
ŞIKANDINA TECRÎDÊ BIVÊNEVÊ YE
 
Ocalan, anî ziman ku ew malbata Ocalan, malbata Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş li Meclîsê serdana Koma HDP'ê kirine û daxuyanî dane û got: "Me serdana ÎHD, TÎHV û OHD'ê jî kir. Me ji ber xebatên wan ew pîroz kirin û me got divê ev xebat hîn bêtir bên kirin. Li Îmraliyê binpêkirineke mafan a pir mezin heye û êdî tecrîda li Îmraliyê di dawiya sala 2021'Ê de li tevahiya girtîgehan belav bûye. Her kes baş dizane ku li vî welatî cezayê dradakirinê tune ye, lê bi awayekî fiîlî li girtîgehan cezayê dardakirinê tê pêkanîn. Di mehekê de 7 mirov di zindanan de jiyana xwe ji dest dan. Bêqanûnîtî, bêhikimxtiya li Îmraliyê êdî li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê tê pêkanîn. Tecrîd li ser hemû kesên li derve jî tê pêkanîn. Şikandina tecrîdê ji bo demokrasiya welêt, azadiya Kurdistanê bivênevê ye. 
 
PÊWENDÎDANÎNA BI OCALAN RE
 
Di çaryeka ewil a sedsala 21'ê de dibe ku Rojhilata Navîn ji nû ve şikil bigire û veguhere rejîmên hîn dîktatortir. Lewma em dixwazin divê êdî Birêz Ocalan pêwendiyê bi derve re deyne. Em dibêjin divê fikirên xw eragihîne gel. Di demeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û şer kûr bûne de pêdiviya me bi fikirên Birêz Ocalan hene. Dikare modelekê deyne ber gelê kurd, nasnameyên cuda yên li Rojhilata Navîn. Ev jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bivênevê ye. Tenduristî û jiyana Birêz Ocalan û tecrîda tê pêkanîn  girîng in. Demildest duvê ev tecrîd bê şikandin û piştî şikandina wê êdî divê azadiya wî bê nîqaşkirin." 
 
Ocalan, destnîşan kir ku gelek rê û rêbazên ji bo azadiya Ocalan hene û got: "Dibe ku demekê di hepsa malê de jî bimîne. Ev dibe Amed be, dibe Riha be. Li bajarekî guncan dibe. Divê em vê yekê bidin ber nîqaşan. Ji bo di demên pêş de rol û rista xwe bilîze divê şert û mercên din bên afirandin." 
 
DIVÊ SALA 2022'YAN BIBE SALA AZADIYÊ
 
Pcalan, anî ziman ku sala 2021'ê bûye cihê têkoşînên mezin û di vê salê de jî bedêlên giran hatine dayîn û tecrîd dewam kiriye. Ocalan got: "Ji bo em bi hêvî li 2022'yan mêze bikin, divê em têkoşînê bilindtir bikin û azadiya Birêz Ocalan nîqaş bikin. Li welatn YEkîtiya Ewropayê asta herî bilind a cenzayê muebedê 24 sal in. Êdî divê Tirkiye jî vê yekê di ber çavan re derbas bike. Ji bo pêşeroja gelan, ji bo jiyaneke hevpar êdî divê Birêz Ocalan di şert û mercên azad de siyasetê bike, di şert û mercên azad de fikirên xwe bi gelan re parve bike. Tişta herî zêde bi kêrî gelên Rojhilata Navîn bê ev e. Ji tecrîdê wêdetir, divê sala 2022'Yan bibe sala azadiyê. Em vê yekê bi awayekî pir aşkere datînin rastê. Ev, ewilî dibe ku li bajarekî hepsa malê be. Di rojên pêş de jî bi rê û rêbazên guncan divê em çewisandina li ser Birêz Ocalan rakin.
 
DENGDERXISTIN
 
Tecrîda li ser Birêz Ocalan tenê Birêz Ocalan û hevlên li cem wî eleqedar nake. Ev tahde êdî bandora xwe li her derî dike. Hema bibêje êdî biye korerêyeke welêt. Ji bo ku dewlet dev ji vê rêbazê berde divê em jî bi rê û rêbazên demokratîk zorê bidinê. Divê em siyaseta demokratîk çalaktir bikin. Divê em diyar bikin ku encam bi kesên bêdengkirî û civakeke bêdengkirî nayên girtin. Divê tevahiya civakê li ber vê bêhiqûqîtiyê û bêqanûntiyê deng derxîne." 
 
'DI 2022'YAN DE DIVÊ AZADIYA OCALAN BÊ NÎQAŞKIRIN'
 
Ocalan, diyar kir ku bêhiqûqîtiya li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tê hîskirin û ev tecrîd bandorine pir mezin li Tirkiyeyê dike.
 
Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan got: "Maliyeteke wê ya aborî, maliyeteka wê ya siyasî û civakî heye. Rewşa Birêz Ocalan, ji kesayetiya wî zêde divê em bi awayekî berfireh esas bigirin. Li Kurdistanê rastiyeke şer heye. Rageşî û pevçûn hene. Şerekî ku li gor daneyên dewletê ji sala 84'an ve didome heye. Maliyetên aborî û mirovî yên vê yekê hene. Bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran gund hatine valkirin û şewitandin. Ji sala 2005'an ve bi dehan navçe û bajar hatin valakirin. Ê ku nizanibe ku yê vê meseleyê ji holê rake Birêz Ocalan e, her hal dê ev yek safîtiyek pir mezin be. Hûn çareseriyê bi mirov an jî muxatabên ku hûn pê reşer dikin re dikin. Lê tu rabî biçî li Moskova, li Washîngton, li Soçiyê li çareseriyê bigerî, dê ev tiştekî ku yeqînê jê neyê bi xwe be. Ji bo meseleya kurdî bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin rasterast divê pêwendî bi Birêz Ocalan re bê danîn. Divê ev mesele bi awayekî cidî bi Birêz Ocalan re bê nîqaşkirin. Lê divê neyteke ekartkirin, tasfiyekirin û ewarekirinê ya van hevdîtinan tune be. 
 
SALA SERKEFTINÊ
 
Çendî ev yek di sala 2013-2015'an de hatibe astekê jî, lê mixabin encam negirt. Mirovên li herêma Behra Reş, li herêma Behra Spî û li herêma Marmarayê jî bandor ji vê digirin. Tevahiya Kurdistanê bi salan e bandorê ji vê digirin. Em jî ji bo ev yek dmeildest bi aştî û demokrasiyê bê çareserkirin, ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin, ji bo azadiya Wî bê nîqaşkirin, ji bo girtiyên siyasî yên di zinadanan de demildest bên berdan divê em sala 2022'yan wekî sala serkeftinê îlan bikin. Divê em li Tirkiyeyê bi feraeteke siyasî pêwendiyekê bi tevahiya civakê re deynin û muqawemetekê çêbikin. Helbet xebatên ku heya niha hatine kirin, çalakiyên ku heya niha hatine lidarxistin girîng in, hêja ne û vê yekê hanîne astekê. Lê divê em di sala 2022'yan de vê yekê bînin asteke hîn bilidntir û encamekê bi dest bixin." 
 
BERPIRS DEWLET E
 
Ocalan di berdewama axaftina xwe de got: "Mijareke hesas jî temenê Birêz Ocalan e. Dê Birêz Ocalan bibe 73 salî. Temenê hevalên li cem wî jî mezin dibin. Ger pirsgirêkeke tenduristiyê, pirsgirêkeke jiyanî rû bide berpirs dewlet e. Berpirsiyarî ya rayedarên dewletê û rayedarên hikûmetê ye. BErpirsê vê serokkomar e, Wezîrê Dadê ye. saziya înfazê ya Îmraliyê girêdayî kîjan saziyê be berpirs ew e in. Tenduristiya Birêz Ocalan çawa ye? Jiyana wî di çi astê de ye? Em bi van tiştan nizanin. Em dibînin ku dewlet di vî warî de ji bo peywirên xwe bi awayekî nerewa tevdigere. Divê bi awayekî cidî li ser vê yekê jî bê sekinandin. Her wiha hêla wê ya civakî, siyasî û meseleya kurdî jî divê di asteke pir cuda de têkeve ber nîqaşkirinê. Ji bo ku Birêz Ocalan jî di vê pêvajoyê de rol û rista xwe bi awayekî herî baş bilîze, divê di sala 2022'yan de şert û mercên azadiya wî bên peydakirin." 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

01/01/2022
14:11 Dayikên Şemiyê: Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê werin ronî kirin em ê têbikoşin
14:11 Gardiyanan hewl da girtiyekî bifetisînin
13:53 9 penaberên ku Tirkiyeyê wan dabû OSO'yê radestî Îranê hatin kirin
13:23 Malbata Şenyaşar: Sedema zeman bêedaletî ye
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin
15:41 Jinan rojbûna Denîz Poyraz pîroz kirin
15:33 Forûma Çandê ya Almanyayê ji bo Tûglûk kampanya da destpêkirin
14:32 MEBYA-DER: Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin
14:32 Dibe ku ji bo Yasîn Eneç jî bibêjin 'întihar' kiriye
14:16 Li Girtîgeha Şirnexê xwarin û nivîn nedan Mela Kasim
13:22 Malbata Şenyaşar: Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav
13:14 4 girtî hatin sewqkirin
12:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:44 Kepçe ketin Birca Belek
11:56 Li Wargeha Xwendekarên Mêr a Çewligê mirina biguman
11:49 Nebûna ceyranê bû sedema mirina zarokekî din jî
10:39 Sutçuyê êrişî HDP’ê kir wê sewqî edliyeyê were kirin
09:58 Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser: Em ê çareseriyê bi rêveberiya Şamê re pêk bînin
09:11 Piştî şêniyên taxê nehişt xanî bên xerakirin DEDAŞ'ê xistin dewrê!
09:07 Wezareta Dadê serlêdana ji bo Ocalan nebersivand
09:06 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê em ê sala 2022'yan jî li ber edliyeyê derbas bikin
09:05 Lîstikvana îranî ya bi Metooyê dengê xwe ragihand: Hê em ê gelek tiştan ji rojavayê hîn bibin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2021'Ê
08:14 12 kesên hatin binçavkirin hatin berdan
30/12/2021
17:04 Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Heta ku encam bigire em ê bidomînin
16:44 Li Kaniya Xezalan cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:40 Piştî 594 rojan doz li hevşaredarên di hepsê malê de vekirin
16:39 Baroya Amedê: Girtîgeha bûne 'navendên îşkenceyê'
16:38 Îdianameya DÎAYDER’ê hat qebûlkirin
16:36 TÎP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:32 Girtiya ku bû şahidê mirina Gezer dest bi greva birçîbûnê kir
15:22 Tenduristvanên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 MEBYA - DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:38 DÎB’ê ji bo Aysel Tûglûk ji Wezareta Dadê re faks şand
14:10 Di Doza Kobanê ku parêzer tevlî nebûn de gazinker hat guhdarkirin
14:05 Parlementerê Danîmarkayî: Em ê doza Poyrazê bibin Konseya Ewropayê
13:32 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:31 Serdar Îzol: Bi kuştinê gef li min xwarin
13:13 Egîtîm Senê serdana malbata Şenyaşar kir
12:49 28 girtî 3 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:20 Malbata Şenyaşar: Kesên bêdeng dimînin hevkarê komkujiyê ne
12:20 Bîlançoya salekê ya êrişên Tirkiyeyê
11:36 Li Şirnexê 62 gund ji gel re qedexe ji cerdevanan re serbest in
11:31 Dest û lingên girtî girêdan û lêgerîna tazî lê kirin
11:13 Jeffrey: Komên girêdayî Tirkiyeyê sûcên şer kirin
11:06 Ji gardiyanan ji bo girtî: Edalet heye ku mafê te hebe
11:05 Faîlê tecawizê yê biunîforma dîsa hat berdan
09:53 Dîlmeç: Dê tecrîda Îmraliyê bi têkoşîneke hevpar bê şikandin
09:13 Çekên kîmyewî tên bincilkirin
09:13 ‘Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekevin'
09:13 Ormanli: Divê li girtîgehan desteyên serbixwe bên avakirin
09:12 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê tevbigere!
09:12 Bi kuştinê gef li girtiyê ku binpêkirinên li girtîgehê ragihandin xwarin
09:12 Parêzerên Ocalan li HSK'ê giliyê dadger û dozgeran kirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2021'Ê
29/12/2021
17:49 Danişîna doza Denîz Poyraz taloq kirin
17:13 Doza Denîz Poyraz: Kesê bi kujer re çûye hotêlê li Enqereyê polîstiyê dike
17:12 Qeyûm navê Parka Vedat Aydin guherand
16:41 Biryara veşarî danîn ser dosyeya lêpirsîna êrişkar Sutçu
16:41 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Girtiyên nexweş berdin
15:53 Berteka li dijî êrişa li ser HDP'ê: Çi dikin bila bikin çûndox in
15:52 Leşkerên li Sûriyê li kujer Gencer geriyan e!
15:41 Nobeta Edaletê di roja 44’emîn de ye
15:35 Ji bo kujerê li Suriyeyê hat perwerdekirin biryara ‘hewcehî bi peyketinê nîne’ hat dayîn
14:59 OHD û TÛAY-DER: Divê li Îmraliyê lêkolîn bê kirin
14:55 Di doza Denîz Poyraz de xirecir derket: Kujer dê hesab bidin gel
14:24 Ji ber ‘heqareta li dozger’ lêpirsîn li Erbîl vekirin
14:02 Malbatên 9 koçberên Rojhilatî li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
13:39 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re bînin
13:16 Bi zextên Tirkiyeyê PDK ambargoyê datîne, Iraq têlan dikişîne
12:43 Cenazeyê penaberê avêtibûn Çemê Merîçê li Goristana Kilyosê derket holê
12:31 Doza Denîz Poyraz dest pê kir
12:05 Fehîme Poyraz: Ev doza gelê kurd e
11:58 Jinan ji bo Denîz Poyraz edalet xwestin
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin