ÇEWLIG - Hat îdiakirin ku Mehmet Alî Karakûş ê li Wargeha Xwendekarên Mêr a Mursel Paşa ya Çewligê dima, întîhar kiriye.
Hat îdiakirin ku Mehmet Alî Karakûş ê 21 salî ku li Wargeha Xwendekarên Mêr a Mursel Paşa ya Çewligê dima, întîhar kiriye. Hat îdiakirin ku Karakûş ê xwendekarê pola duyemîn ê beşa Rêveberiya Cemaweriyê ye, xwe di paceya odeya lê dima de avêtî ye. Tîmên tenduristiyê cenazeyê Karakûş, rakirin morga Nexweşxaneya Welidînê ya Çewligê.