Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin

  • rojane
  • 15:48 27 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Rêxistinên Sivîl ên Civakî yên Amedê xwestin ku girtiyên nexweş demildest werin berdan û derbarê kesên dibin sedemên binpêkirina mafan lêpirsîneke bi bandor were destpêkirin. 
 
Odeya Bijîjkan a Amedê, Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Odeya Doktorên Diranan, Komeleya Pisporên Kedkarên Civakî, Odeya Bijîjkên Veterîner, Însiyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê, Federasyona Komeleyên Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Rosayê û Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê ya Amedê, Platforma Şaxan a KESK’ê, derbarê girtiyên ku mafên wan ê xwe gihandina tenduristiyê hatine astengkirin de daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniya ku li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rêzanê hat dayîn de Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran axivî û  diyar kir ku kapasîteya girtîgehan 220 hezar e lê niha 294 hezar kes girtî ne. Tûran, dazanîn ku zêdebûna girtiyan bandoreke nebaş dike û wiha got: “Ev zedêbûn dibe sedemê zêdebûna binpêkirinên mafan.”
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Tûran, destnîşan kir ku divê rewşa girtîgehan li gor pîvanên navnetewî bibe û wiha berdewam kir: “Bi zêdebûna mirinên li girtîgehan û redkirina berdana girtiyên din ên nexweş re, pirsgirêka mafên tenduristiyê yên girtiyan kûrtir dibe. Di vê çarçoveyê de li girtîgehan jîngehên ku binpêkirinên mafan lê giran dibin didomin.”
 
Tûran, bi bîr xist ku guhertina di qanûna înfazê de ji bo berdanê şertê “halê baş” anîn û wiha pê de çû: “Girtiyên ku mafên wan ên serbestiyê di encama bikaranîna rayeyên bêsînor û kêfî ya deshilatdariyê de tên astengkirin, di çarçoveya mafê hêvî û mafên azadî û ewlekariyê de tên astengkirin.” 
 
BIRYARÊN ATK’Ê
 
Tûran, qala raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) yên “dikare di girtîgehê de bimîne” kir û bi lêv kir ku gelek girtî piştî demekî kurt an di girtîgehê de an jî piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest didin. 
 
BANGA KIR KU DEMILDEST BÊN BERDAN
 
Tûran, anî ziman ku qawîşên qelebalix, astengkirina mafê xwegihandina tenduristiyê, wesayîtên veguhastinê yên yek kesî, muayeneya bikelepçe, derxistina dereng a revîrê, sewqkirina nexwşxaneyan a dereng, hejmara bijîjk û personelên tendûristiyên yên kêm a di girtîgehan de, nedayîna xwarina diyet, pirsgirêkên xwegihandina ava paqij, rîska zêde ya êrîşê û mayîna li ser girtiyên ku nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, girtina li cihên yek kesî mafê jiyanê yê girtiyên nexweş binpê dike. 
 
Tûran, dazanîn ku peywîra dewletê ye ku girtî di şertên li gor rûmeta mirovahiyê de werin girtin û wiha bang kir: “Girtiyên ku bi nexweşiya giran ketine an jî rewşa wan a tenduristiyê her tim bi şertên girtîgehê re neguncaw bûye, divê li gorî rapora tam a lijneya tendirûstiyê demildest werin berdan û tedawiya wan bi malbatên wan re were domandin.”
 
‘NÊZÎKATIYA DERVEYÎ MIROVAHIYÊ’
 
Tûran, li ser mirina Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi îşkence û êrîşa zayendî lê hat kirin û bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da wiha got: “Êrîşên ku rê li ber mirina Gezer vekir û dîmenên di dema karên cenaze de di çapemeniyê de hatin ragihandin, mînaka herî şênber a nêzîkatiya li derveyî mirovahiyê ya li girtî û xizmên wan e. Her wiha girtiyên nexweşên giran Abdulrezzak Sûyûr, Halîl Guneş, Îlyas Demîr, Bangîn Mihemed li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku nexweşekî giran di nava şert û mercên neguncaw ên fîzîkî û tibî de tê ragirtin û dibe sedema windahiya can, divê ji aliyê meqamên dadgeriyê ve di çarçoveya mafê jiyanê û qedexekirina îşkence, ne însanî û mûameleya xerab de lêpirsîneke bi bandor a ceza bê meşandin.” 
 
BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ
 
Tûran, ragihand ku di 2 salên dawî de li girtîgehan 64 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Tevî hemû serlêdanan jî girtiyên nexweşên giran nayên berdan, bi pêvajoyên dirêj ên serlêdanê û bi hinceta raporên ATK’ê yên ne li gorî exlaqa tibî û nebûna krîterên zanistî mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin.”
 
DAXWAZ
 
Tûran, axaftina xwe bi van daxwazan bi dawî kir: “Divê di çarçoveya hiqûqa navxweyî de tedbîrên pêwîst bên girtin û ji bo girtiyên ku ji mafê berdanê bêpar in di çarçoveya hiqûqa navxweyî de derfeta berdanê bê dayîn. Di şert û mercên guncaw de divê dermankirina girtiyan bi rêk û pêk bê kirin; divê mekanîzmayên saziyî bên avakirin ku di gihandina bijîşk û yekîneyên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên nayên dermankirin de bi lez û bi bandor tevbigere. Li şûna şert û mercên serlêdana karantînayê ya 14 rojan ji bo girtiyên nexweş di vegera nexweşxaneyê de bê kirin, divê testa PCR û 2 rojan a odeyên yekrojî bên bicihkirin. Di çarçoveya tedbîrên pandemiyê de divê dev ji pratîka nebikaranîna mafê hevdîtina vekirî, aktîvîteyên civakî, spor û hewadariyê yên ji bo girtiyên nexweş tên kirin bê berdan. Di saziyên înfaz û şertên li gorî pîvanên lênêrîna taybet de divê pêdiviyên girtiyên jin, LGBTÎ+, girtiyên astengdar, girtiyên pîr bi şert û mercên guncav bên peydakirin. Li hemberî îdîayên îşkence, pêkanînên dijmirovahî û nebaş ên li girtîgehan û binpêkirina mafê jiyanê divê pasîfbûna edlî û îdarî bê terikandin û lêpirsînên serbixwe, bêalî û bi bandor bên meşandin.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

29/12/2021
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin
10:14 Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî
09:18 Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike
09:18 Ew lehengek bû!
09:18 TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn
09:18 ‘Bi girtîgehan dixwazin civakê dîzayn bikin'
09:18 Zemên tên kirin tahm di nanê tenûrê de jî nehiştine!
09:18 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo tedbîrê serî li AYM'ê da
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2021'AN
07:56 Nasnameya kesê êriş bir ser HDP'ê diyar bû
28/12/2021
21:22 Sancar: Berpirsê sereke yê êrişê Wezîrê Karên Navxweyî ye
19:19 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Karaman hat girtin
18:34 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 20'an de ye
16:59 Êrişa li dijî HDP’a Bahçelîevlerê hat şermezarkirin: Em natirsin
16:55 Dayikên Aştiyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Li Basayê jinek hat binçavkirin
16:22 Sancar diçe serdana avahiya HDP’a Bahçelîevlerê
16:18 HDP’ê serdana CHP’ê kir: Me pêşniyaza hilbijartina pêşwext pêşkêşî CHP’ê kir
16:01 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yildiz hat bibîranîn
15:53 Leyla Guven ji bo Nobeda Edaletê peyam şand: Em ji bo girtiyan bikevin tevgerê
15:27 Girtiyê nexweş Ayik: Zext berdewam bikin wê cenaze ji girtîgehan derkevin
15:25 34 qurbanî li gelek navendan hatin bibîranîn: Rêya Edaletê di Roboskî de derbas dibe
14:56 Li Antalyayê 12 kes hatin binçavkirin
14:15 Li Stenbolê li dijî avahiya HDP’ê êrişa çekdarî pêk hat: Du endamên partiyê birîndar bûn
14:09 Di Doza Kobanê de muştekî bi nakokî axivîn
14:07 Danişîna doza Denîz Poyraz sibê dest pê dike
13:27 Di 25 salan de 2 hezar û 670 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
13:27 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 HDP’ê serdana Partiya DEVA’yê kir: Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were
12:24 Parêzeran giliyê rêveberiya Girtîgeha Kandirayê kirin
12:04 Qurbaniyên Roboskî li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Heta edalet li Roboskî bicih nebe bila kes behsa helaliyê neke
11:53 Serdozgeriyê îtîrazî biryara beraeta nûçegihanê me Aslan kir
11:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 295’an de ye
11:01 Rêxistinên Tenduristiyê: ATK nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tune dihesibîne
10:41 Xelîl Guneş şoreşgerek dev li ken bû…
09:11 ‘Em ê bi aboriya rêya 3'yem ji derheqê astengiyên Tirkiyeyê derkevin'
09:02 Wesiyeta roboskiyiyên ku bêyî edalet pêk bê jiyana xwe ji dest dan: Hesab bipirsin
09:02 Li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye
09:02 Dayika girtî: Zarokên me bînin girtîgehên nêzî me
09:02 Ji bo endamên DÎAY-DER'ê serî li AYM'ê dan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'AN
27/12/2021
18:36 Bûldan: Heya hilbijartina pêşwext pêdivî bi dewreke derbasbûyînê heye
17:20 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan didome
17:16 Gunay: Tevî dekûdolaban jî gelê Cizîrê li ber xwe dide
16:53 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê
16:25 Jinan serdana Nobeta Edaletê kirin
16:19 ‘Çavkaniya krîzan tecrîdkirina Ocalan û civakê ye’
15:57 Mazlûm Ebdî: Êrişa li ser Kobanê berdewama rêbaza dagirkeriyê ye
15:48 Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin
15:27 Di Doza Kobanê de polîsên muştekî giliyê însanên nedîtine jî kirin!
15:10 Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê
14:54 HDP: Doza Denîz Poyraz wê bibe dozek hesabxwestina siyasî
14:23 Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
12:54 Di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de nêrîna li Roboskê
12:27 Hêzên Iraqê hewl didin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin
11:56 ‘Momo’ êdî bi kurdî ye
11:49 Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin
11:27 Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn: An azadî an azadî
11:27 Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin
10:17 Ocalan: Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyekirinê ye
09:56 Hejmara kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an
09:56 Lîstika ‘Serbaz’ amediyan têr û sertêra wan kenand
09:00 Çawişê pispor beraetkirin û birayê polîsê kuştî jî berdan
09:00 Parêzerê Çelîk: Dewlet dixwaze ser dosyeya Merîçê bigire
09:00 Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'AN
26/12/2021
19:42 Piştî 30 salan hat berdan
18:03 Nobeta Edaletê ya Amedê: Heta daxwaz bên qebûlkirin em ê di nobetê de bin
17:32 Dayikên Aştiyê: Bila êdî zarokên me li girtîgehan nemirin
17:23 Piştî Kongreya Ciwanan polisan 12 kesan binçav kirin
16:41 Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
16:35 Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be
16:05 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye
15:49 Sancar: Em ê bi ser kevin
15:37 Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn
14:58 AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:45 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand
14:14 Li Giyadînê kesekî întihar kir
14:03 Li Bagokê operasyona leşkerî
13:37 Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin
13:18 Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
13:02 Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe
11:42 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye
10:55 Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da
10:42 Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin
10:27 Dest danîn ser daxwaznameyên girtiyen serî wî şikandin
09:08 Cerdevanên roja komkujiyê çek danîn: Operasyon komkujiyê tînin bîra me
09:05 Rêxistinên jinan: Em ê di 29'ê Kanûnê de li danişîna Poyrazê bin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin
09:02 Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye
09:01 Meydana gulaşê ya Rûsya û Tirkiyeyê: Meseleya çeçenan
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'AN
25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê