* Parka Cevher Dûdayev ya ku li Kocaeliyê hat çêkirin, Rûsya û Tirkiyeyê anîn pêşberî hev. Serokkomarê Çeçen Ramazan Kadirov, Enqereyê bi piştgiriya terorê tawanbar kir.
* Endamê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez, diyar kir ku berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye û Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku li girtîgehan polîtîkaya kuştinê esas tê girtin.
* Cerdevanên berê yên zarokên wan di komkujiya roboskiyê de hatin qetilkirin û roja komkujiyê çek danîn, destnîşan kirin ku her cara operasyonek eskerî çêdibe zarokên wan tên bîra wan.
* Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin û ji bo çalakiyan bang li her kesî kirin.
* Parezer Destîna Yildiz ku serdana girtî Yasîn Eneç ê gardiyanan îşkence lê kiribû û serê wî şikandibûn kir, da zanîn ku hatiye xwestin bi darê zorê girtekê bi girtiyekî ku şahiya îşkenceyê kiriye bidine îmzekirin.
* Rêxistinên jinan ragihandin ku dê di danişîna ewil a doza Denîz Poyrazê de li ber edliyeyê bin û bang li her kesî kirin ku tevli danişînê bibin.
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293’yan de berdewam bike.
* Meclisa Ciwanan a HDP'ê wê 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî bi şîara "Niha dema ciwanan e" li Eywana Dewetê ya Kaplan City a Amedê li dar bixe. (10.00) ZINDÎ
* AYKAY-DER wê 2'yemîn Kongreya Xwe ya Asayî li avahiya xwe li dar bixe. (12.00)
* HDP'a Enqerê, BDSP, ÎHD Û Komeleya Elewiyên Demokratîk jî di nav de partî û rêxistinên baweriyê li Navenda Giştî ya Tum Bel Senê derbarê Komkujiya Mereşê, Komkujiya 19'ê Kanûnê û Komkujiya Roboskî de daxuyanî bidin. (13.00)
* Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, bi dûrişmeya "Em li dijî tecrîd û şer azadiyê diparêzin" li Parqa Saraçhaneyê ya Stenbolê daxuyanî bidin. (14.00)
* Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 41'emîn de berdewam bike. (13.00-16.00)