Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye

  • rojane
  • 09:13 24 Kanûn 2021
  • |
img
WAN - Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tiştekî bê gotin nemaye. Ji lew re hiqûqa navneteweyî îzolasyonê wekî îşkenceyê pênase dike."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Tevî hemû bangawazî û hewldanan jî malbata wî û parêzerên wî nikairn hevdîtinê pê re bikin. Ji ber tecrîda ku her diçe kûrtir dibe 9 meh in bi tu awayî xeber jê nayê girtin. Ji xeynî vê li girtîgehan jî ji ber tecrîdê û binpêkirinên mafan gelek girtî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkûn Ustercî, destnîşan kir ku Ocalan bi awayekî giran tê tecrîdkirin. 
 
Ustercî, diyar kir ku îzolasyona ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di serdanên xwe yên Tirkiyeyê de tespît kiriye li tevahiya girtîgehan tê pêkanîn û awayê herî giran ê vê îzolasyonê li Girtîgeha Îmraliyê tê pêkanîn. Ustercî, destnîşankirin ku astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re tam îzolasyonek e û got: "Ocalan û girtiyên din ên li wir di îzolasyoneke tam de ne. Haya tu kesî jê tune vê ka li hundir jiyanek çawa heye. CPT raporên xwe aşkere nake. Her wiha em bi awayekî aşkere dibînin ku tewsiyeyên ku di raporên hatine aşkerekirin de jî nayên pêkanîn. Ev hemû tên wateya tiştekî bê gotin nemaye, ji lew re hiqûqa navneteweyî îzolasyonê wekî îşkenceyê pênase dike."
 
BINPÊKIRINÊN ATK'Ê
 
Ustercî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got: "Li gor daneyên ÎHD'ê di 11 mehên ewil ên salê de li girtîgehan ji ber nexweşînan û sedemên din herî kêm 22 girtî jiyana xwe ji dest dane û 6 girtî jî birîndar bûne. Li gor daneyên TÎHV'ê jî 9 girtî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane. Ev tablo dide der ku bê pirsgirêk çi qas giran in. Bi taybetî bi raporên ATK'Ê ragirtina girtiyên nexweş û taloqkirina cezayên wan binpêkirineke mafan a pir mezin e. Gava Covîd-19 dest pê kir, qanûna înfazê hat guherandin. Ji ber vê gelek girtî bi destûr ji girtîgehê hatin derxistin. Lê ev yek ji bo girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nehat pêkanîn. Girtiyên nexweş hem bi nexweşînên xwe hem jî bi talûkeya Covîd-19'ê re rû bi rû hatin hiştin. Ev yek dide der ku bê îqtidar çawa nêzî meseleya mafên mirovan dibe." 
 
KRÎZEKE CIDÎ
 
Ustercî, destnîşan kir ku raporên tenduristiyê yên tên dayîn divê hemû ji aliyê Wezareta Dadê ve bên pêkanîn û nepêkanîna van raporan nayê qebûlkirin. Ustercî, diyar kir ku li girtîgehan nêzîkatiya ji bo girtiyan karneya mafên mirovan a wî welatî ye û got: "Tevî van raporan jî neberdana girtiyên nexweş, rewşeke xeternak e. Em parêzvanên mafên mirovan rayedaran hişyar dikin; Îqtidara AKP'ê bi temamî pêwendiya xwe ya bi mafên mirovan re qut kiriye. Ev krîzeke cidî ye. Ev tê wateya nehesibandina têgiha mafên mirovan û ev pêkanîneke ku gelek îqtidarên populîst wê dikin. Pêkanîna mafên mirovan bûye tiştekî îstisna û binpêkirinên mafên mirovan jî bûne pîvanek e." 

Sernavên din

25/12/2021
16:50 Li Êlihê amadekariyên kongreyê
16:42 Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng
16:17 Dest danîn ser nivînên girtiyan
15:47 Sancar: Wê zilm biqede û edalet were
15:30 5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin
15:20 Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan
15:09 Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk!
15:08 Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin
14:50 Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!
14:34 Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan
14:01 Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest
13:55 Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir
13:55 Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin
11:53 Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin
11:34 Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne
10:55 Malbata Şenyaşar: Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine
09:38 Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin
09:10 Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e
09:09 Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike
09:09 Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin