ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê qezaya trafîkê pêk hat û 3 kes birîndar bûn.
Li navenda sûka navçeya Silopiyaya Şirnexê wesayîteke servîsê û kamyonetekê li hev ketin. Di encama qezayê de welatiyên bi navê Mûsa Mûngan, Hasan Mûngan û Îbrahîm Mûngan birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.