NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên PDK'ê bi blokên mezin Deriyê Sînor ê Sêmalka girtin.
Aliyê Pêşxabûr (Başûrê Kurdistanê) yê Deriyê Sînor ê Sêmalka serê sibehê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat girtin. Hêzên PDK'ê bi blokên mezin ên metal derî girtin. Rayedarên Deriyê Sînor ê Sêmalka ragihandin ku rayedarên PDK'ê bêyî daxuyaniyekê bidin pira Sêmalka girtin e.
PDK'ê beriya niha jî gelek caran Deriyê Sînor ê Sêmalka girtibû û ambargo danîbû ser xelkê Rojava.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, PDK'ê karûbarên li deriyê sînor hemû rawestandiye.