SÊRT - Li navçeya Misircê li qeraxê rê cenazeyê jin û zilamekî hatin dîtin.
Li navçeya Misircê ya Sêrtê, cenazeyê jin û zilamekî hatin dîtin. Cenaze li qeraxê rê di wesayîtekê de hatin dîtin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê cenazeyan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê. Tîmên tenduristiyê diyar kirin ku her du kes jî bi guleyan hatine kuştin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.