Ocalan: ‘Tifaqa Demokrasiyê’ dikare Tirkiyeyê rizgar bike

  • rojane
  • 10:42 13 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in ji bo çareseriya pirsgirêkan “Tifaqa Demokrasiyê” pêşniyaz dike û vê yekê wekî “razgariya demokratîk” pênase dike. 
 
Li Tirkiyê ji sala 2002’an ve AKP li ser desthilatdariyê ye. Krîzên siyasî û aborî kûrtir kiriye. Her roja ku diçe ev desthilatdarî piştevaniya civakî winda dike. Muxalefet dibêje desthilatdariya AKP’ê temenê xwe yê 19 salan tije kiriye û nîqaşên hilbijartina pêşwext û tifaqên partiyan anî rojevê. Serkêşiya Tifaqa Milletê partiya CHP û Îyî dikin û li aliyekî banga hilbijartina pêşwext dikin û li aliyekî jî xebatên berfirehkirina tifaqê didomînin. Partiya Kedê (EMEP), Partiya Komunist a Tirkiyê (TKP) û Partiya Sol demeke di bin navê “tifaqê” de tên cem hev. 
 
Di tevahiya rapirsiyan de ji bo hilbijartinek muhtemel wek partiya ku herî zêde rol û rist di destê wê de ne HDP tê nîşandan. HDP di her daxuyaniyên xwe de destnîşanî “Rêya Sêyemîn” dike û rayedarên HDP’ê di serî de ji bo çarseriya pirsgirêka kurd û tevahiya pirsgirêkên Tirkiyê banga Tifaqa Demokrasiyê dike. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F de tê ragirtin û bi tecrîdek giran re rûbirû ye, her tim pêşniyaza Tifaqa Demokrasiyê kir. Ocalan vê tifaqê wek dermanê çareseriya pirsgirêkên li welat dibîne û destnîşan dike ku wê ev tifaq Tirkiyê ji hemû qal û belayan rizgar bike. 
 
RIZGARIYA ADEMOKRATÎK 
 
Ocalan di hevdîtina xwe yali gel parêzeran di 19’ê nîsana 2000’î de kiribû de destnîşan kiribû ku demokrasiyek bêtifaq wê li pêş nekeve û gotibû: “Divê Tirkiye wek salên 1923’yan ji xelekek teng were rizgarkirin. Divê di çaryeka sedsala 21’emîn de rêxistina dewletê ya demokratîk di nava aştiyê de pêk were. Çawa ku di 1920’î de rizgariya netewî hebû îro jî divê rizgariya demokratîk hebe. Lazim e tifaqa eniya demokrasiyê were avakirin. Pêwîste gelek tebeqe û derdor di nav de cih bigirin.” 
 
JÊHATÎBÛN, HOSTETÎ, GIHÎŞTÎBÛN
 
Ocalan di 11’ê Îlona 2002’an de anîbû ziman ku Tifaqa Demokrasiyê jêhatîbûn, hostatî û gihîştîbûnê dixwaze û wiha axivîbû: “Ji bo vê îrade û hêza mêjî nehatiye pêşxistin. Tiştên ku min beriya du salan gotibûn hebûn, min gelek caran behsa girîngiya lihevhatina demokratîk kir. Pêwist e ji xeletiyan ders werbigirin û bi cîbicîkirina peywiran re bibin bargiran û bi xîret bixebitin. Pêşxistina çanda têkoşîna demokratîk bi pêşxistina rêxistinên demokratîk di hemû qadên jiyanê de pêş dikeve. Ev jî bi afirandina modelên rêxistinên demokratîk ên ji bo hemû qadan pêk tê. Ji sendîkayan, kooperatîfan heta huner û werzîşê, ji sendîkayên esnafan bigire heta rêxistinên ku bêkar tên cem hev, divê li her şaneya civakê bê pêşxistin û belavkirin.”
 
TIRKIYE NEÇAR E DEMOKRATÎK BIBE 
 
Ocalan di 20’ê Cotmeha 2004’an de diyar kir ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê demokrasî ye û gotibû: “Li Tirkiyeyê hemû saziyên heyî di demokratîkbûyînê de dikevin tengasiyê. Tirkiye mehkûmî demokratîkbûyînê ye.” 
 
RÊYA SÊYEMÎN 
 
Rêberê PKK’ê Ocalan di hevdîtina 27’ê Cotmeha 2006’an de bi parêzerê xwe re kiribû bal kişand ser girîngî û pêwîstiya Rêya Sêyemîn û ev nirxandin kiribû: “Îro jî Tirkiye neçar e ku xwe bispêre kurdan. Têgihiştin û modela netew-dewletê ji xwînê pê ve ti encam nade. Sosyalîzma reel jî parçeyek ji modernîzmê ye. Ev hemû beş, têgeh û sîstemên modernîzma sermayeyê ne. Gotar û îşaret hene ku avahî û civata cîhana îroyîn analîz dikin, lê ne bi rêkûpêk hatine formulekirin. Niha ez formule dikim.” 
 
PÊŞXISTINA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK 
 
Ocalan di civîna 28’ê Gulana 2008’an de ku li gel parêzerên xwe kiribû de derbarê Tifaqa Demokrasiyê de axivî bû û vê bangê li rewşenbîran kiribû: “Ez ji vir bang li rewşenbîrên Tirkiyeyê dikim; divê ew van lîstikan baş bibînin. Ez van hemû lîstikan dibînim û îfade dikim. Ger ji pirsa ‘Pêşniyara we ya çareseriyê çi ye?’ çareseriya min dê bibe siyaseta demokratîk a ku dê li ser bingehek antî-yekdestdarî, antî-hegemonîk, aştiyane û demokratîk pêş bikeve û hemû beşên civakê, heta nûnerên cihên kar ên biçûk jî tê de bin. , dê beşdar bibin. Di bin heman sîwanê de li ser esasê aştî û demokrasiyê kom bibin. Hûn jê re dibêjin koalîsyon an jî tifaq, ne ewqas girîng e. Ya girîng pêşxistina çareseriya demokratîk e. Çareseriya demokratîk bi hînbûna siyaseta demokratîk pêk tê. Ji ber vê yekê min yekser got divê ji Colemêrgê heta Edîrneyê li her derê akademiyên siyaseta demokratîk bên avakirin. Bi akademiya siyaseta demokratîk re demokratîkbûna ferd dê demokratîkbûna ferd û demokratîkbûna civakê bi xwe re bîne. Di derbarê çareseriya demokratîk de bi hemû derdorên nerm re muzakere tên kirin. Ya girîng pêşxistina çareseriya demokratîk e."
 
HIŞYARIYA TIFAQA ANTÎ-KURD 
 
Ocalan di hevdîtina xwe ya 9’ê Mijdara 2013’an de li gel Şandeya Îmraliyê kiribû de wiha gotibû: “Heger tifaqa li dijî kurdan bidome dê şer neqede. Min ji wan re got li Sûriyeyê bi hev re tifaqê bikin. Davutoglu du sal winda kir. Davutoglu ew xet binpê kir. Dîwar çima tê lêkirin, har û dîn bûne? Çima têlên rêsayî tên danîn? Çima mayin têne danîn? Ma we hişê xwe xwariye? Tiştê ku dixwazin ew e ku kurd li wir nebin xwedî hêz. Lê eger kurd nebin wê rejîmeke faşîst ava bibe. Ev çi dînîtî ye? Min ji Komîsyona Peymana Neteweyî re pêşniyar kir ku vê yekê derbas bike. Misak-i Milli ji bakurê Helebê dest pê dike. Li şûna ku hûn têl li wir biçînin, divê hûn sînoran rakin. Divê hûn yên heyî ji wir rakin. Li şûna ku hûn piştevaniya El Nusra û hwd. dikin û hêz didin çeteyan, çima hûn vê nabînin? Çawa ku Îran piştgirîya Hizbullahê dike, divê ew jî piştgiriya PYD’ê bikin. Eger kurd li Sûriyê nemînin wê hêzeke super-faşîst ava bibe.”  
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

13/12/2021
15:47 Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike
14:15 Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
14:05 Derbarê girtiyên mirina Gezer protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:02 LaWje li Stenbolê konsertekê dide
13:22 Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn
13:20 Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine
13:06 Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin
12:23 Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da
12:18 Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:42 Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin
11:42 Nobeda li Sêmalka di roja 70’yî de didome
11:33 Hezar rewşenbîran bang kir: PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin
11:32 ‘Tecrîdê di cenazeyê Garîbeyê de jî xwe nîşan da’
11:31 Ji rojnamevan Suren re hem beraet hem ceza hat xwestin
11:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
10:48 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî didome
10:43 Derbarê kongreya HDP'a Stenbolê de gilî hat kirin
10:42 Ocalan: ‘Tifaqa Demokrasiyê’ dikare Tirkiyeyê rizgar bike
10:10 Zilamekî li Şirnexê jinek qetil kir
09:01 Girtîgeh bûne warê nexweşiyan: Hejmar 6 qet zêde bû
09:01 Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû
17:29 Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin
16:55 Jinan serdana şîna Gezer kir
16:13 Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
15:44 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ji bo Garîbe ne di şînê de di berxwedanê de ne
15:30 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye
14:52 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye
14:30 Bayindir: Serkeftin nêzîk e
13:36 Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn
13:35 ‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’
12:34 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
12:07 Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn
12:00 Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
11:51 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê
11:14 Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke
10:10 Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike
09:06 ‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye'
09:06 Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê
09:03 Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden
09:00 Li Aydinê JES dibin sedema mirinê
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN
08:08 Li Şirnexê kesek hat girtin
11/12/2021
17:37 DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin
16:52 Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn
16:50 Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin
11:11 Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin
10:42 Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan
10:21 Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin
10:05 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
10:05 Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin
09:57 Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî
09:11 Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
09:09 Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike
09:08 Rojnamevan Broomfield: Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2021'Ê
10/12/2021
22:45 Garîbe Gezer bi tilîliyan hat definkirin
17:42 Cenazeyê Gezerê gihaşt Mêrdînê: Polîsan nehişt wesayîta şaredariyê cenaze bibe
17:32 Doza KCK'ê ya Şirnexê hat taloqkirin
17:00 Koç ê HDP’î ji Wezîr Gul re got: Hûn mecbûr in têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
16:55 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:43 Cenazeyê Gezer şandin Mêrdînê
16:16 Ciwanên HDP’î: Binçavkirina Dînç xeleka dawî ya konseptê ye
16:05 Mamosteyê ku 7 xwendekaran îstismar kiribû hat berdan
15:46 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
15:32 HDP'ê wêneyên Tûglûk û Gezer bilind kir: Ji mirinê desthilat berpirsyar e
15:22 Saziyên sivîl giliyê du wezîran kirin
15:21 Di Hefteya Mafê Mirovan de bang: Ji bo her kesî mafê mirovan
14:58 HDP'iyan derbarê zem û budçeyê de belavok belav kirin
14:58 TJA: Divê kesên ji mirina Gezer berpirsyar bên aşkerakirin
14:38 TJA’yê serdana Nobeda Edaletê kir
14:22 Mirina biguman a Garîbe Gezer: Em ê hesab bipirsin
14:10 Li Silopiyayê polîsan êrişî dikandarekî kirin
13:57 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
13:48 Dede: Mirina Gezer kurteya binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye
13:44 Bi polisan danişîna Doza Kobanê pêk anîn!
13:15 Cenazeyê Gezerê wê ber bi Mêrdînê ve were oxirkirin