Di hucreya ku Gezer lê dihat ragirtin de butona lezgîn hatiye betalkirin!

  • rojane
  • 10:22 10 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Veysî Eskî ê parêzerê Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da diyar kir ku butona lezgîn a li hucreya Gezer lê dima û li hucreyên din hatine betalkirin. 
 
Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 1’an a Tîfa F girtî bû duh li hucreya lê dima bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Garîbe Gezer di girtîgehê de bi îşkenceya sîstematîk re rûbirû mabû. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Gezer xwe kuştiye û bêyî ku parêzer hebin otopsiya cenaze hatiye kirin. 
 
Di rapora pêş a otopsiyê de sedema mirina Gezer nehatiye diyarkirin. Parêzeran xewst biçin girtîgehê lê çûna wan hat astengkirin. Parêzeran li ser vê yekê girtek amade kirin û ragihandin ku ew ê derbarê rayedaran de gilî bikin. Li ser israr û berteka parêzeran destûr hat dayîn ku parêzer biçin Girtîgeha Kandirayê û bi miwekîlên xe din re hevdîtinê bikin. 
 
Veysî Eskî ku parêzerê Gezer bû derbarê serdana girtîgehê de ji ajansa me re axivî. Eskî diyar kir ku bêyî wî otopsiya cenaze hatiye kirin û pişt re wan bi dozger re hevdîtinê kirine û dozger gotiye ‘bêyî parêzeran jî otopsî dibe’. Eskî got bêparêzer karûbarê otopsiyê gumanan zêdetir dike. 
 
NÎŞANEYA DALIQANDINÊ 
 
Eskî da zanîn ku pişt re wan otopsiya pêşî wergirtine û wiha got: “Di raporê de sedema mirinê nehatiye diyarkirin. Ev rapor ne ya esîl e. Hêj sedemê mirina wê bi awayek zelal nehatiye tespîtkirin. Lê belê dema meriv raporê lêkolîn dike nîşaneya daliqandinê heye. Piştî ku rapora teqez hat wê sedema mirina wê ya teqez diyar bibe.” 
 
DENGÊ XWE NEDAYE BIHÎSTIN 
 
Eskî anî ziman ku pişt re çûne girtîgehê û wan li Kandirayê bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û miwekîlên din re hevdîtin kirine. Eskî anî ziman ku muwekîlên wan xemgîn in û got: “Gotin ku pergala hucreyê bi tenê di bûyereke wiha de bandor bûye. Ji ber ku tiştek wisa ye ku mirov di van şaneyan de bimire jî kes nikare wan bibihîze. Rewşeke wiha ya tecrîdê heye. Ji ber vê rewşa tecrîdê Garîbe demeke dirêj di bin tecrîdê de ma. Şert û mercên wî tunebûn ku dengê xwe bide bihîstin."
 
BUTON HATINE BETALKIRIN 
 
Eskî da zanîn ku piştî çûne girtîgehê hînbûne ku butonên ji bo rewşên awarte ango lezgîn hatine betalkirin û wiha got: “Neçalakkirina van butona îhmaleke cidî ye. Ji ber ku di rewşeke lezgîn de dibe ku kesek di hucreyê de bi wan butonan bi rêveberî û gardiyanan re têkiliyê deyne, lê ev buton hatine betalkirin. Belkî heger ev buton nehatana girtin an betalkirin, dibe ku rewşek wiha çênebûya jî. Ev buton bi hinceta ku girtiyên edlî li ser hev bikar tînin hatine betalklirin.” 
 
SAETEK ŞÛN VE FERQ KIRINE 
 
Eskî da zanîn ku hevalên Gezer ên li girtîgehê saetek şûn ve rewşê ferq kirine û got: “Piştî saetekê gazî dikine, lê deng ji Garîbe dernakeve û pişt re agahî dane îdareyê. Piştî îdare hatiye dîtine ku Garîbe jiyana xwe ji dest daye.” 
 
KIŞANAK: KUŞTINA JINEKÊ YE 
 
Eskî hevdîtina xwe ya bi Gultan Kişanak re wiha vegot: “Kişanak got ku ev kuştina jinan e. Ji ber ku îdareyê her çend gav bi gav rewşa derûnî ya Garîbe zanibû jî, ti tedbîr negirtine û bi qestî jinek şandine mirinê.” 
 
‘DIVÊ LÊPIRSÎNEK BERFIREH WERE KIRIN’ 
 
Eskî anî ziman ku divê Wezareta Dadê lêkolîneke berfireh bike û wiha got: “Li girtîgehan kes ne di ewlehiyê de ye. Bi taybetî di Tîpa F de bi sazûmana dewletê re bi tenê tên hiştin. Di pirsgirêkên kûr ên derûnî yên ku mirov jiyan dike de, rêveberî bi tu awayî li gorî vê rewşê xwe nêzî mirovan nake. Divê ku ev însan bi tenê neyên hiştin. Heger hewce be divê were dermankirin. Ji ber ku piştî bûyerên ku hatin serê Garîbe, mana li Kandirayê jî pirsgirêk e. Wan Garîbe di bin kontrola kesên ku ew mexdûr kirin de hiştin.”
 
MA / Mehmet Aslan
 
 

Sernavên din

10/12/2021
14:22 Mirina biguman a Garîbe Gezer: Em ê hesab bipirsin
14:10 Li Silopiyayê polîsan êrişî dikandarekî kirin
13:57 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
13:48 Dede: Mirina Gezer kurteya binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye
13:44 Bi polisan danişîna Doza Kobanê pêk anîn!
13:15 Cenazeyê Gezerê wê ber bi Mêrdînê ve were oxirkirin
13:04 ‘Mirina Gezer komkujiyeke ku bi destê dewletê hatiye kirine’
12:58 Malbata Şenyaşar di roja 277’emîn de nobeda xwe domand
12:05 Ji bo Aysel Tugluk bang kirin: Demildest berdin
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Cenazeyê Arşîmet hat veşartin
11:33 Wasiyê Ocalan: Têkoşîna civakî dikare gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin
11:04 Cenazeyê Garîbe Gezer ji nexweşxaneyê hat wergirtin û dişînin Mêrdînê
10:43 Platforma Zimanê Kurdî: Kurdistan welatê bi milyonan kurdî axivêra ye
10:22 Di hucreya ku Gezer lê dihat ragirtin de butona lezgîn hatiye betalkirin!
09:50 Onlu: Tê îdiakirin ku li Pulurê çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e