WAN - Li gundê Axurka Jorîn ê navçeya Qelqeliyê yê cenazeyekî ku hat diyarkirin ê penaberekî ye hat dîtin.
Li gundê Axurka Jorîn ê navçeya Qelqeliyê ya Wanê ku li ser sînorê Îranê ye, cenazeyekî hatiye parçekirin hat dîtin. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, cenaze ji aliyê şivanan ve hatiye dîtin û li ser agahdarkirinê cendirme hatine cihê bûyerê û parçeyên cenaze kom kirine. Di lêkolînên destpêkê de hat diyarkirin ku cenaze yê penaberekî ye û ji aliyê sewalan ve hatiye parçekirin.