Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse

  • rojane
  • 09:06 2 Kanûn 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, bertek nîşanî operasyonên li dijî partiya wan HDP'ê tên kirin û da û ev tişt got: "Fêdeya tirsê tune ye. Ev hikûmet wê biçe. Çi qas zext û erişan dike bila bike, em ê tekoşîna xwe bidomînin." 

Li Tirkiyeyê operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî rêvebir, endam û xebatkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bênavber berdewam dikin. Di nav du hefteyên dawîn de li Şirnex û navçeyên wê 80 kes hatin binçavkirin û 18 kes ji vana hatin girtin. Dİ 9 mehan de bi dehan kes li bajar û navçeyên wê hatin binçavkirin û ji van kesan bi giştî 41 kes jî hatine girtin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, têkildarî van operasyonên siyasî yên li dijî partiya wan axivî û bertek nîşanî zextên li ser HDP'ê da.
 
7 HEZAR KES HATIN GIRTIN
 
Ozguneş, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê û şirîkê wê MHP bi girtinan û binçavkirinan dawiya xwe tîne û wiha axivî: "Bi salan e plana perçiqandin û qirkirina gelê kurd hikûmeta AKP'ê û hevkarê wê MHP'ê didome. Wekî Sîrîlanka dixwestin ku hemû hêzên kurd û hêzên demokrasiyê bêdeng bikin û ji holê rakin. Ev hêza çewisîner li ser partiya me HDP'ê jî didome. Ew hêzên demokratîk ê ku li gel me cih digirin jî rastî heman zext û gefan tên. Di van 6 salên dawî de 16-17 hezar hevalên me hatine binçavkirin û ji vana nêzî 7 hezar jê hatine girtin. Bêguman armanc bêdengkirin û tunekirina gelê kurd û hêzên demokratîk e. Di van rojên dawî de erişeke gelek mezin li ser me dikin. Di demeke gelek nêz de, li Îzmîr, Îzmît, Tekirdag, Mêrdîn û Şirnexê gelek hevalên me hatin binçavkirin. Ev eriş hê berdewam dikin. "
 
'DITIRSIN'
 
Ozguneş anî ziman ku armanceke operasyonên qirkirina siyasî ew e ku doza girtina HDP'ê bi lez bê kirin û bal kişand ser binçavkirin û girtinên li Şirnexê û navçeyên wê. 
 
Ozguneş got: "Li Şirnexê di 17'ê mehê de 35 kedkarên komirê hatin binçavkirin û ji van 16 kes hatin girtin. Ev hemû jî bi hincetên 6 sal beriya niha hatine girtin. Ji bo ku li ser gelê me tirs û xofê çêbikin li gorî xwe şahidan çêdikin û tînin li ser hevalên me îfadeyan didin. Herî dawî di 27'ê mehê de, li Cizîrê 18 kes hatin binçavkirin. Ji vana 3'ê jê hatin girtin. Li gel vekirina doza Kobanê û doza girtina partiya me dixwazin ku me bêdeng bikin. Dixwazin ku bi van zext û êrişan derûniya gelê me xirab bikin û vîna wan bişikînin. Hikûmet ji partiya me HDP'ê û girseya wê ditirse. Ji ber ku HDP pirsgirêka hemû nasname, bawerî, xizan, kedkaran û xwezayê tîne ziman. HDP dibêje ku divê ev pergala li ser yek nasnameyê hatiye avakirin bê guhertin. Li welatê bawerî û nasnameyên cuda hene. Di serî de pirsgirêka kurd bi salan e dewleta tirk xistiye nava qeyranê û nikare jê xelas bibe. Di dest dewletê de tenê çekek maye, ew jî dibêje ku, HDP'ê bê girtin wê bingeha dewleta me ya nijadperest û netewperest li ser lingan bimîne. HDP'ê ji raya giştî re weke dijmin nîşan dide û her tim revebir û çalakvanên HDP'ê rastî eriş wan tên."
 
'DÊ EV HIKÛMET BIÇE' 
 
Ozguneş, da zanîn ku li diji politikayên bêdengkirinê ew ê tekoşina xwe mezin bikin û got: "Lê rastiyek heye ku li gorî anketên ku herî dawî hatine çêkirin rejeya dengan a HDP'ê ji sedî 12'an heya 15'an diçe. Ev jî bêgûman dewlet tirk ditirsîne. Ji ber wê jî nizane ku wê çi bike, radibe erişî girseya HDP'ê dike. Dixwaze ku bi vî wayî desthilatdariya xwe bihêz bike. Lê fêdeya tirsê tune ye. Ev hikûmet wê biçe. Çi qas zext û erişan dike bila bike, lê em ê xwe bi rêxistin bikin. Bi zext û erişan nikare tekoşîna me bidin sekinandin. Serkeftin a me ye." 
 

Sernavên din

04/12/2021
13:39 Kişanak piştgirî da Nobeda Edaletê: Divê her kes bikeve tevgerê
13:10 Dîcle Anter serdana Malbata Şenyaşar kir
13:07 Li Rihayê qeza: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
13:00 Turkdogan: Wê êdî rewşa Ocalan ji rojeva Konseyê dernekeve
12:59 ‘Şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkan e’
12:28 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de ye
12:08 Li 51 jinên girtî cezayê ‘govend û stranên kurdî’ hatiye birîn!
12:08 Li şûna boyaxê qehwe, li şûna firçeyan jî derzî bi kar tîne
10:29 Parlementer Hunko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê
10:26 Nobeda li Sêmalka di roja 61’emîn de ye
09:50 Kolanên Stenbolê: Hikumet bila îstîfa bike, hilbijartina pêşwext çêbibe
09:49 Dayikên ku bûne remza aştî û edaletê li ber xwe didin!
09:17 Bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîroka kurdî
09:15 Di doza tiryakê de çawîşên pispor hatin cezakirin, fermandarê qereqolê hatin beraetkirin
09:15 Bavê ku înfaza keça wî hat şewitandin: Em ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe bidin
09:14 Kîloya penîrê bisîrik bûye 65 TL
09:14 Gundê hat valakirin niha jî bi xetereya madenê re rû bi rû ye
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?