NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdegirtina malan a li Amed û Rihayê de gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de li navçeyên Peyas û Farqînê yên Amedê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li navçeya Peyasê bi ser mala Şîrîn Sari, Mehmet Noyan û Ferît Gul de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Şirîn Sari û Ferît Gul binçavkirin lê ji ber Mehmet Noyan li malê nebûye nehat binçavkirin. Polîsan li navçeya Farqînê jî Aydin, Bariş, Agît Nakçi yên ji heman malbatê û Eyip Bakici, Hebûn Erenfîk û Veysî Solmaz binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.
LI WÊRANŞARÊ KESEK HAT BINÇAVKIRIN
Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Wêranşara Rihayê jî bi ser malan de girtin û Eyup Aslan binçav kirin. Aslan ê nehat zanîn ji ber çi hatiye binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.