TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir

  • jin
  • 12:34 22 Mijdar 2021
img

DİYARBAKIR - Tevgera Jinên Azad (TJA), rapora xwe ya têkildarî tundiya li ser jinê ku hemû bajarên herêmê dihewîne nav xwe aşkera kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê tundiya li ser jinê de raporek amade kir. Rapora TJA'yê hemû bajarên herêmê dihewîne nav xwe û di encama xebata salekê de hatiye amadekirin. TJA'yê hûrgiliyên rapora xwe, li Buroya Têkiliyê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) a li Amedê bi civîneke çapameniyê bi raya giştî re parve kir. Nûnerên TJA'yê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên jinan beşdarî civînê bûn. Li ser navê jinan Dîlan Guvenç rapora hatibû amadekirin aşkere kir. 
 
 
Rapora TJA’yê wiha ye: 
 
“Ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya Li Ser Jinan re 3 roj maye
 
 Em jin dîsa li qad û kolanan in. Li çar aliyê cîhanê jin li hember serweriya mêr, tundî, desthilatdarî û li hember şer, ji bo cîhaneke wekhev û azadiya jinê qêrîna xwe didomînin. 
 
Weke jinên Kurd, em ên ku bi dehan salan e ji bo azadiya jinan têdikoşin, me dest ji kolanan û ji berxwedêriya xwe ya li dijî her cûre tundiya mêr-dewletî berneda.
 
Em dibînin ku li ser erdnîgariya me şer û tundiya li ser jinan her ku diçe girantir û zêdetir dibe. Em jî li hember vê helwesta mêr û dewletê ya şerxwaz berxwedana xwe mezintir dikin. 
 
Îro li erdnîgariya Kurdistanê şerê ku didome, ne tenê ji aliyê fizîkî, ji aliyê derûnî, aborî û civakî ve jî gelek tiştan ji xwe re kiriye hedef  û rûxandinê pêk tîne. 
 
Di çarçoveya Polîtîkayên Şerê Taybet de, bi taybetî jinên ciwan hedef tên girtin û dixwazin bi pêkanînên qirêj têkoşîna jinan têk bibin.
 
Azadiya jinan ku bi têkoşîna gelê Kurd hatiye avakirin û gihîştiye astekê, dixwazin bi polîtîkayên xwe yên li ser jin û ciwanan bi xwezaya civakê bilîzin û biguherînin.
 
Ji roja ku AKP-MHP bûn desthilatdar heta îro, vîna jinan weke muhafazakar û jinên maqûl dîtin û li hemû qadên jiyanê  jî ev helwesta xwe ya li hemberî jinan li ser civakê feez kirin.
 
Her pêvajoya ku li hember xwe wek tehdît bibînin de, berî her tiştî destkeftiyên jinan ji xwe re kirin hedef û tundiya li ser jinan jî ji xwe re wek rêya sereke ya xilasbûna ji têkoşîna jinan dîtin.
 
Îro, hemû ban rê û rêbazên wan perçeyek ji qirkirina jinan in. Bi hinceta OHAL'ê girtina bi sedan saziyên jinan, aktivîstên jin ên ku tên binçavkirin û dîl tên girtin, jinên ku bi KHK'yan ji kar tên avêtin, bi riya kayyûman hedef girtina bîrdoziya  rêveberiyên herêmî yên azadîxwaz, krîmînalîze kirina(wek sûc nîşandayîna) hevserokatiyê û vekişîna ji Peymana Stenbolê hin ji van polîtîkayan wan in. 
 
Ligel van kiryarên ku li ser hemû jinên li vê erdnîgariyê dijîn bandor dikin, di heman demê de şerê ku didome û di rastiya tecrîdê de çawa ku di hemû polîtîkayên xwe de tevdigere, di polîtîkayên xwe yên li ser jinan de jî, li erdnîgariya Kurdistanê cûda û taybet nêz dibe.  
 
Ev polîtîkaya taybet ku bingeha nivîsandina vê raporê ye, îro encama kûrbûna neçareserkirina pirsgirêka Kurd e.
 
Desthilatdariya ku di polîtîkayên xwe yên di ewlehiyê de bi israr e, li gel şerê ku dimeşîne, dixwaze ji aliyê civakî jî li erdnîgariya me planên rûxandinê pêk bîne. 
 
Dixwazin gelekî ku û rehên wan ên polîtîk ji holê rakirî, ji nasname û ji çanda xwe dûr, civakeke hilweşiyayî biafirînin. Bi tevî tecrîda ku li ser Girava Îmraliyê tê meşandin, di serî de girtîgeh, hemû rehên berxwedêr ên civakê hedef tên girtin. Li Girava Îmraliyê ku weke sembol û nîşaneya bêhiqûqiyê ye, pêkanînên "rewşa îstîsna" li ser hemû civakê tên meşandin û ev pêkanîn weke kevneşopiyeke dewletê bûye bingeha hemû bêcezakirinan. 
 
Rastiya milîtarîzmê ya ku ji serdestiya mêrî hêz digire, hêmana bêcezayiyê ji xwe re dike hincet, dike zirx, û tundiya xwe zêdetir dike. 
 
Li erdnîgariya Kurdistanê êrîşên tundiyê yên li ser jinan di nav vê zirxê de teşe digirin. Jin ne tenê li hember serweriya mêr, li hember netew-dewlet ku serweriya birêxistinkirî ye û li hember hemû cûreyên faşîzmê jî li ber xwe didin.
 
Jinên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin, rastî tacîza darazê tên, têkoşîna jinan bi cezayên dîl girtinê ya bi  dehan salan tê ceza kirin. 
 
Gelek jinên aktîvîst ên ku têkoşîna jinan dimeşînin, ji ber ku tevlî 8'ê Adarê, 25'ê Mijdarê bûne tên binçavkirin, girtin û cezakirin. 
 
Em dixwazin vê rapora xwe bi raya giştî re parve bikin, ku cûreyên tundiyê yên ku li Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin,bên dîtin û zanîn. 
 
Di pêvajoya amadekirina rapora xwe de, me dît ku em bi rewşeke ku di çapemeniyê de tên nivîsandin an jî bi raya giştî re tê parvekirin wêdetir re rû bi rû ne.
 
Li bajarên me bi destê kesên bi ûnîforma şerekî taybet ku jinan hedef digire tê meşandin. Weke perçeyek ji şer, girtina gelek saziyên jinan, her roj binçavkirin û girtina aktîvîstên me,  her çiqas di dema nivîsandina raporê de, xwe gihandina agahiyan de zorê dabe me jî, careke din da xuyakirin ku ev rewşeke tundiyê ye û divê di heman demê de em li hember vê rewşê jî  têbikoşin.
 
Bi ragihandina xwe, em dê di sala 2021'ê de di navbera mehên Rêbendan û Îlonê de li Kurdistanê jinên ku hatine qetilkirin, rastî tundiyê hatine û rewşa ku ji ber hin polîtîkayên dewletê derketiye holê we agahdar bikin. 
Li gor rapora me;
 
Bi destê bîrdoziya serdestiya mêrî ku bi hezaran salane hatiye avakirin, qetilkirina jinan,  çawa ku jin ji aliyê fizîkî ve di xetereyê de ne, di heman demê de ji ber nasname, çand û tercihên xwe yên polîtîk jî tên cezakirin û tune tên hesibandin. 
 
Jinên ku li hember van polîtîkayan derdikevin, têkoşînê dimeşînin, civakeke wekhev û azad diparêzin, bi destê dewletê rastî tacîza darazê tên û dibin hedefa hemû polîtîkayên qirêj.
 
Tecrîda ku tê girankirin, weke amûra meşrûkirina bêhiqûqî û bêcezakirin tên bikaranîn. 
 
Her sucên dewletê yên li hember her keseke/î Kurd û jinên Kurd bi weke sûsên  "teror" ê tên nîşandan
 
Em vê hişmendiya mêr-dewletî ku tehammûla wî li hember tu kesên berxwedêr û hêza bi rêxistinkirî tuneye ji dîrokê nasdikin û dizanin. 
 
Jinên ku bedenên wan bi awayekî tazî hatin teşhîrkirin, jinên ku di bin çavan de rastî destdirêjî û tecawizê hatin, ji ber şer mecbûr man ku koç bikin, li dîwarên wan nivîsên bêexlaqî hatin nivîsandin, jinên ku li avahiyên partiyê hatin qetilkirin, jinên ku mecbûr man jiyana xwe bi dawî bikin...û hwd.
 
Ev ne bi tenê serweriya mêran, ji bi sedema feraseta desthilatdariyê ya polîtîkaya fetihkirinê derdikeve holê. Em wek jinên Kurd çawa ku  me duh li hember van polîtîkayan serî netewand û me civakê bi wekheviya jin û mêran da bawerkirin, ji îro pê ve jî li hember van êrîşan, em ê tu caran dev ji têkoşîna azadiya jinan bernedin û xweparastina xwe li hemû qadên  jiyanê pêk bînin.  
 
Rapora me ya ku me îthafî (diyarî) rêhevala xwe ya jin Denîz Poyraz ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hate qetilkirin kiriye,dê bi saziyên çapemeniyê re wek dîjîtal bê parvekirin. 
 
Bijî Têkoşîna me ya Jinan!
 
Jin Jiyan Azadî!
 
Tevgera Jinên Azad (TJA).”

Sernavên din

23/11/2021
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê