'Em bibin dengê girtiyên nexweş'

  • jin
  • 14:18 21 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NUÇEYAN - TJA û MATUHAYDER, li gelek navendan Qanûna Înfazê û neberdana girtiyên nexweş şermezar kir û ev daxuyanî da: "Em bibin dengê hemû jinên girtî". 

Aktivîstên TJA û TUHAYDER’ê li Amed, Wan, Mêrsîn, Stenbol û Îzmirê ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan şewitîne bêne berdan çalakî li dar xistin û banga “Em bibin dengê girtiyên nexweş” kirin.

STENBOL

Tevgera Jinên Azad (TJA) û MATUHAY-DER’ê bi minasebat 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a  Navneteweyî, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan, li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek girseyî dan. Di çalakiyê de hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Dilşat Canbaz, endamên Meclîsa Aştiyê  û xizmên girtiyan amade bûn.

Di çalakiyê de hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bulut, anî ziman ku bi têkoşîna jinan dikarin pergala heyî biguherînin û wiha got: “Em li qadan û hevalên me yên girtî li girtîgehan têdikoşin. Jin li her derê xwe bi rêxistin dikin. Jin heta azadiyê bînin ser vê axê dê têbikoşin.

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, jî xwest her kes li dijî neheqiyan têkoşînê mezin bike û wiha got: Tirkiye wekî DYA dixwaze pergala ku girtiyan bike kole pêş bixe. Em soz didin hevalên xwe yên jin ku em ê şopdarê vê dozê bin.”

Parlamentera HDP’ê Pero Dundar jî hevseroka KCD’ê Leyla Guven û berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan silav kir û wiha got: “Tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir û li her derê belav bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in di tecrîdê de ye. Êrîşî jinan dikin. Me tu carî li hemberî pergalê serî netewandiye. Em tu carî ji azadiyê gavan paşve navêjin.

ÎZMÎR

TJA û EGE-TUHAYDER’ê jî li pêş Sumerbankê ya Sumerê ya navçeya Konak a Îzmirê bi hemanarmancê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu beşdarî çalakiyê bû. Girsê di çalakiyê de pankarta , “Li dijî şer, xizanî û tundiyê dema azadiyê ye.” vekirin.

Amed

TJA û MED TUHAD-FED’ê li pêş Girtîgeha tîpa D a Amedê bi girseyî çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamenterên HDP’ê, hevseroka HDP’ê ya Amedê amade bûn. Girsê di çalakiyê de dowîzên "Tundî sûcê mirovahiyê ye”, "Girtiyên nexweş serbest berdin” û "Ji çavdêriya îdarî re na” vekirin. Her çend polîsan xwest çalakiyê asteng bikin jî girsê astengî nas nekir û li vir daxuyanî dan çapemeniyê.

WAN

Li Wanê jî TJA û TUHAY-DER’ê li pêş Girtîgeha Tîpa T, F ya Wanê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan, endam û rêveberên DBP û HDP û xizmên girtiyan tev li çalakiyê bûn. Girsê di çalakiyê de pankarta  “Li dijî xizanî, şer û tundiyê  dema azadiyê ye.”

MÊRSÎN

Rêxistina TJA û TUAYDER’ê ya Mêrsînê jî li pêş Girtîgeha Tarsûsê daxuyanî da çapemeniyê. Lê leşkeran bi hinceta fermana walîtiyê heye destûr neda çalakiyê. Jinah li pêş leşkeran daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtulan û gelek endamên OHD’ê yên parêzer tev li çalakiyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Zexn nikarin me bêzar bikin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

TJA û saziyên girtîgehan li Amed, Wan, Stenbol, Îzmir û Mêrsînê bal kişandin ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî û xwestin tundiya li ser jinan bi dawî bibe.

ENQERE

Platforma Jinan a Enqerê, ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, li Yekitiya Mulkiyeyan civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de pamkarta "Li dijî şer, xizanî û tundiya zilam û dewletê di 25'ê Mijdarê de Em bi hev re têbikoşin" hat vekirin. Di civînê de endama platformê Zeynep Korkmaz axivî û diyar kir ku di 6 mehên destpêkê yên sale de ji ber ku xwestine derbarê jiyana xwe de biryar bidin 130 jin hatine kuştin û wiha got: "Kesên çanda bêcezahiştinê ava kirine berpirsê cinayetan e. Desthilat li şûna pêşî li tundiyê bigire weke amûreke polîtîk bi kar tîne. Jin ji aliyê dewletê ve hedef tên nîşandan û sûcê kînê li dijî wan tê kirin. Li dijî vê em dev ji mafên xwe bernadin û têkoşîna xwe mezin dikin."

 Korkmaz, da zanîn ku li dijî polîtîkayên şer ku tên wateya tundiya li ser zarok û jinan aştiyê diparêzin û ev bang kir: "Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina maf û jiyana xwe dengê xwe li dijî şer, xizanî, tundiya zilam û dewletê bilind bikin 25'ê Mijdarê saet di 18.30'an de li Qada Sakaryayê bên gelhev. Bijî Têkoşîna me Jinan."

EDENE

Li Edenê jî jinên endamê Piştevaniya Mor, li taxên Barajyolû û Akkapi daxuyanî dan û bang li hemû jinan kirin ku tevlî meşa wê di 25'ê Mijdarê de li bajar bê lidarxistin bibin.  Wê meşa li bajar saet di 18.00'an de ji Qada 5'ê Çileyê heta Parqa Înonu bê li darxistin.

COLEMÊRG

Di rojên borî de hatibû diyarkirin ku li navenda Colemêrg û navçeyên wê çeteyeke ku di nav de leşker û cerdevan jî hene bi rêya şantajê fûhuşê li jinan ferz dike heye. Di encama şantaja vê .çeteyê de jinek hat qetilkirin û li yekê jî întîhar hat ferzkirin. Derbarê fuhuş û bikaranîna hişbirê ya li herêmê ku di encama polîtîaya şerê taybet de zêde bûne Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Sernavên din

23/11/2021
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê