Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e

  • rojane
  • 09:17 21 Mijdar 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Di ser kuştina Ûgûr Kaymaz û bavê wî re 17 sal derbas bûn, lê heya niha bi navê edaletê tiştek jî rû nedaye. Parêzer Erdal Kûzû, destnîşan kir ku mirina Ûgûr û doza wî, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan û zarokên wan e. 
 
Di ser mirina Ûgûr Kaymazê 12 salî yê bi 13 guleyan hatin kuştin û bavê wî Ahmet Kaymaz re 17 sal derbas bûn. Lêpirsîna derbarê kuştina Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz de ku di 21'ê Mijdara 2004'an de li navçeya Qoser a Mêrdînê bi çeka dewletê hatin kuştin, wekî kuştina gelek kurdên bi çekên dewletê tên kuştin di polîtîkaya "bêcezatiyê" de asê ma. Kujerên Ûgûr û bavê wî bi destê darazê hatin parastin û nehatin cezakirin.
 
'HÊ JÎ ZAROK TÊN KUŞTIN'
 
Dayik Makbûle Kaymaz ku 17 sal in li dû edaletê ye got: "Ne qanûn, ne jî edalet nema ye. Her tişt di destê wan de ye. Kurê min û hevjînê min belesebeb kuştin. 17 sal in di dilê me de ne." 
 
Dayik Kaymaz, destnîşan kir ku bawer nake ku kujer bên cezakirin û 17 sal in hêsirên çavên wê nesekinîne. Kaymaz got: "Diçû dibistanê. Di nigên wî de şimik, li ber malê ew kuştin û gotin 'terorîst' e. Hê jî zarokên me dikujin. Dilê me diêşe. Dibêjin edalet, ka ev edalet li ku ye? Heya ez sax bim ez ê dev ji doza xwe bernedim." 
 
AWAYÊ HERÎ BERBIÇAV Ê NÊRÎNA DEWLETÊ YA LI KURDAN
 
Parêzerê malbata Kaymaz Erdal Kûzû, diyar kir ku li Tirkiyeyê di hemû cinayetên bi destê esker, polîs an jî cerdevanan tên kirin de heman polîtîkaya bêcezatiyê dikeve dewrê û got: "Lewma Tirkiye hem ji bo zarokan hem jî ji bo mezinan ne welatekî ewle ye. Beriya Ûgûr hin zarokên din jî hatibûn kuştin û piştî wî jî hatin kuştin. Di nav van zarokan de yê herî tê naskirin Ûgûr e û belkî jî delîla herî berbiçav e ji bo şixulandina pergala dewletê. Delîla herî berbiçav a pêkanîna polîtîkaya bêcezatiyê. Delîla herî berbiçav e ku bê kuştina zarokekî 12 salî çawa hatiye rewakirin. Delîla herî berbiçav e ku bê hêzên dewletê çawa hatine parastin û belkî jî delîla herî berbiçav a nêrîna dewletê ya li kurdan û zarokên wan e." 
 
WELATÊ ZAROKÊN TÊN KUŞTIN
 
Kûzû destnîşan kir ku Tirkiye welatê zarokên tên kuştin e û got: "Hin jê bi guleyên qanûnî yên dewletê jiyana xwe ji dest dane, hin jê bi teqemeniyan. Fatma Erkan, Seyhan Aydin, Nedîm Akyon, Davût Altûnkaynak, Ceylan Onkol, Nîhat Kazanhan, Mazlûm Tûran, Enes Ata, Îbrahim Aras û gelekên din. Gava em li vana hemûyan mêze dikin, em heman polîtîkayê dibînin. Ev bi taybetî li erdnîgariya kurdan polîtîkayeke bizanebûnî ye ku bi hinceta 'ewlehiyê' tê kirin." 
 
NE CEZA XELAT
 
Kûzû, bal kişand ser mirina ji ber wesayîtên zirxî jî û got: "Wesayîtên zirxî yên li nav bajaran tên şixulandin jî daxilî nav van çekên heyî bûne. Li herêmê bi taybetî di kuştina zarokan de, çekên nû yên tên bikaranîn wesayîtên zirxî ne û ev jî bi polîtîkaya bêcezatiyê didomin. Ev mirin bgerê wekî 'xweparastinê' dihatin nîşandan, lê niha wekî 'qeza' an jî 'şaşî' tên nîşandan û bi vî awayî tên fihêtkirin. Kiryar ji dêvla ku bên darizandin û cezakirin, tên xelatkirin. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin dewlet divê dev ji refleksa parastina hêzên xwe berde û pêşî ewlehiya gel esas bigire." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

23/11/2021
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê