Balkişandin ser rewşa girtiyên jin

  • rojane
  • 17:53 20 Mijdar 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên jinên girtî yên li girtîgehên li Herêma Egeyê her ku diçe sîstematîktir bûne. 
 
Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî binpêkirinên mafan ên jinên girtî yên li girtîgehên herêma Egeyê tên jiyîn li pêş Konak Sumerbankê daxuyanî da. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Tundî û hemû binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Egeyê rawestînin” û “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, dimirin” vekirin. Girseyê her tim dirûşmeya “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” berz kirin. Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, endamên Meclîsa Dayikê Aştiyê ya Îzmîrê û endamên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Rêvebera Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaya, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de pêkanînên keyfî zêde bûne û bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên tenduristiyê. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI ŞAKRANÊ 
 
Karakaya, dazanîn ku di pêvajoya şewbê de gardiyanan li Girtîgeha Jinan a Şakranê guh nedane rêzikên paqijiyê û pirsgirêkên din ên li girtîgehê qewimîn wiha rêz kirin: “Xwarin kêm e û nebaş e. Li qawîşên karantînayê mirovên ji fikrên cuda hatin cem hev û rewşa girtiyên nexweş û zarokan girantir bû. Qawîşê karantînayê yek e û bi awayekî baş nehatiye dezenfekte kirin. Lêgerînên telefonê gelek kurt hatine girtin û bêyî lepikan neçar mane biçin bi telefonê biaxivin. Neçar man ku lepik û maskeyan ji kantînê bi bihayekî bilind bikirin. Kesên ku xwestine biçin revîrê nebirine revîrê û rêbazên pêşîlêgirtinê yên wekî pîvandina tayê û testê nehatine kirin. Nexweşên astim û tansiyonê li qawîşên bê hewa hatine ragirtin. Nexweşên penceşêrê neçar mane hemû tedbîrên ku dikarin di koxuşên wan de bên girtin bigirin.”
 
NEXWEŞA PENCEŞÊRÊ 
 
Karakaya, bi lêv kir ku girtiyeke ji ber pençeşêra pêsîrê emeliyat bûye ji Erzeromê anîne Şakranê û wiha berdewam kir: “Hat ragihandin ku ji ber rewşa girtiyan nexweş li Şakranê careke din xerab bû randewû girtiye lê dereng birine randevûyê, dema birine jî tu kirarî nekirine û ji ber vê yekê jî tedawiya wê hatiye birîn. Girtiya nexweş diyar kir ku daxwaznameyên wan şandine nayên bersivandin, ew bi gumane ku ka daxwazname xistine meriyetê an na, bijîşkê revirê hatiye di derî de lê nêriye û çûye, ji ber nexweşiya xwe ya penceşêrê di komeke rîskê ya mezin de ye û li girtîgehê şertên tedawiyê nehatine peydakirin.”
 
LI QAWIŞA 12 KESAN 25 KES MAN
 
Karakaya, diyar kir ku girtiya di greva birçîbûnê de ye li hucreya yek kesî dimîne, rojê tenê saetekê dikare biçe hewa bistîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtiya jin a li Stenbolê hat girtin û bi kelepçeyan anîn Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê, 15 rojan di karantînayê de ma, girtiyên li 4 qawîşên cuda ku çop lê ne, ji ber sedemên karantînayê li 2 qawîşên hatin komkirin û 25 kes jî li qawîşa ku 12 kes lê diman man. Dermanên nexweşan bi awayekî keyfî nedihatin dayîn û di demên cuda de jî xwarina xerab dihat dayîn”
 
BINPÊKIRINA MAFAN A SÎSTEMATÎK
 
Karakaya, serlêdana girtiyekî ku hatiye ÎHD’ê xwend û wiha pê de çû: “Tevî ku blokên li Girtîgeha Jinan a Şakranê gelekî ewle ne, çavdêrî û kontrol bi tundî tên dewamkirin jî, weke serlêdana li komeleya me hatiye kirin tê gotin ku pêvajoya lêgerînê bi rengekî kêfî weke navgîneke çapkirinê tê zêdekirin, di vê demê de zirarê didin tiştên wan, zext li girtiyan tê kirin, hemû tiştên wan di cîhazên x-ray de tên derbaskirin û di vê pêvajoyê de nepenîtiya wan ji aliyê mêran ve tê binpêkirin.”
 
DAXWAZ
 
Karakaya, daxwazên ji bo bidawîbûna binpêkirina mafan ên li girtîgehan wiha rêz kir; 
 
“*Dewlet mecbûr e ku ji bo pêşî li tundiya li hemberî jinê bigire hemû tedbîran bigire 
 
* Divê serlêdan û gilî bêyî ku bên sînorkirin bigihin cihên pêwîst. 
 
* Divê qedexeyên li ser çalakiyên civakî û çandî yên girtiyan bên rakirin.
 
* Pêwîste zilma li girtiyan tê kirin bê terikandin û li gorî qanûnên navneteweyî bi rengekî hêjayî rûmeta mirovahiyê nêzîkî girtiyan bibin.”
 
 
 

Sernavên din

23/11/2021
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê