Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene

  • rojane
  • 11:15 19 Mijdar 2021
  • |
img
ENQERE - Parêzerê malbata Dedeogulları Abdurrahman Karabulut diyar kir ku serokê dadgehê biryara berdanê daye û jê re gotiye: "Îdianame gelekî qels e, xisûsên ku nehatine lêkolînkirin hene."
 
Mehmet Altun û malbata Çalik û Keleş ên li navçeya Meram a Konyayê 7 endamên malbata Karsli Dedeogullari ya ji Qersê qetil kirin, beriya rûniştina dozê dest pê bike yek bi yek serbest hatin berdan. Di dema şandina îdianameyê de ji 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê re, dayika berpirsyarê qetlîamê Mehmet Altun, Îsmahan Altun, bavê wî Îbrahîm Altun û hevjîna wî Zehra Altun bi biryara neşopandin hatin berdan. Dema îdianameya ku 11 bersûc jî tê de ji aliyê dagehê ve hat qebûlkirin, di qonaxa guncandîtinê de biryara berdana Velî Keleş, Alî Keleş, Ramazan Çalîk, Yahya Çalik û Alî Çalik hat dayîn.
 
Li ser îtîrazê vê carê xwişka Altun, Ayşe Keleş, hevjîna wî Lûtfî û kurê wan Alî Keleş bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Konyayê ku dadgeha bilindtir e di 17’ê mijdarê de serbest hatin berdan. Bi vî awayî hejmara bersûcên ku di çarçoveya dosyayê de hatin berdan derket 9’an. Tenê kujer Altun û Îbrahîm Keleş di girtîgehê de man.
 
ÎDIAYA ‘DELÎLÊN ŞÊNBER TUNE NE’ 
 
Parêzerê malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut, biryara berdana bersûcan a ji aliyê dadgehê ve nirxand û bi bîr xist ku di dosyaya ku piştî qetlîamê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat vekirin de ji xeynî kujer Altun derbarê bersûcên din de bi îdiaya “sûc pê dane kirin” doz hatiye vekirin. Karabulut wiha got: “Lê belê îdianame hema bêje bi awayekî nepenî bi talîmata 'tevahiya bersûcên din bên derxistin' bû. Di dosyayê de 2 kes hatin binçavkirin û li ser îtîraza ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ku dadgeha bilind e bi hinceta ku tune ye biryara berdanê hat dayîn. Di warê teşwîqê de delîlên berbiçav tune ye bersûcan berda.” 
 
HÊCETA SEROKÊ DADGEHÊ
 
Karabulut anî ziman ku derbarê biryara tehliyeyê de bi 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê re hevdîtin kiriye û got: "Sedema ku serokê dadgehê ji min re gotiye ev e; ‘Ti delîlên şênber nînin, îdianame gelek qels e û xisûsên ku têrkerî nehatine lêkolînkirin hene’. Heger îtîraz ji bo Îbrahîm Keleş ê girtî bê kirin, ew ê wî jî berdin. Dadger viya pir eşkere got. Rewşek wisa heye ku dibe bersûcê girtî Îbrahîm Keleş jî were berdan.” 
 
‘DADGEH DI BIN ZEXTAN DE YE’ 
 
Karabulut anî ziman ku ew difikirin ku dadgeh di bin zextên siyasî de ye û got: “Ez wisa difikirim ku dozgerê lêpirsînê bi taybetî di çarçoveya lêpirsînê de di bin zextê de ye û serbixwe tevnagere. Wekî ku di lêpirsînê de, darizandin di çarçoveya endezyariya taybet de berdewam dike de ye. Em vê yekê bi zelalî dibînin û hîs dikin. He êrişa 12'ê gulanê û hem jî komkujiya 30'ê Tîrmehê bi armanca nîjadperestiyê pêk anîne. Me di axaftinên di navbera bersûcan de viya dît. Lê ne di îdianameyê de, ne dosyaya lêpirsînê û ne jî biryarên navberê yên dagehê bi behsa armanca nîjadperestiyê nayê kirin. Bi taybetî dixwazin ser armanca nijadperestiyê bigirin.” 
 
DIXWAZIN DOSYE BIBIN YEK 
 
Karabulut destnîşan kir ku ew ê daxwaz bikin dosyeya êrişa 12’ê gulanê û dosyeya komkujiyê bibin yek û ji bo bersûc hemû werin cezakirin çi ji destê wan were dê bikin. 
 
DAXWAZA GIRTINA BERSÛCAN HAT KIRIN 
 
Karabulut anî ziman ku dê derbarê bersûcên ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hatin berdan de daxwaza girtinê bikin û wiha got: "Ji îro pê ve ji bo 7 kesên têkildarî doza li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran hatiye vekirin, me daxwaza girtinê kir. Em ê di rojên pêş de bersiva vê daxwazê bibînin. Berê jî daxwazên me yên girtinê hebûn, lê belê tu bersiv nehat dayîn. Em ê heta dawiyê li pey vê dozê bin.” 
 
DANIŞÎNA EWIL DI MEHA ÇILE DE YE 
 
Doza derbarê 9 bersûcan de hat vekirin ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ve hat qebûlkirin. Rûniştina ewil a dozê wê di meha çile de were lidarxistin. 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

23/11/2021
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê