SEMSÛR - Hevşaredarê berê yê bajaroka Komîrê Huseyîn Yûka û karsaz Abûzer A. hatin binçavkirin.
Hevşaredarê berê yê bajaroka Komîrê ya Semsûrê Huseyîn Yûka û karsaz Abûzer A. li Yewnanistanê hatin binçavkirin û li navçeya Îpsala ya Edîrneyê radestî Tirkiyeyê hatin kirin. Cendirmeyan destpêkê Yûka û Abûzer A. birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Edîrneyê û piştre wan şandin Semsûrê. Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê derbarê Yûka û Abûzer A. de biryar binçavkirinê da. Yûka û Abûzer A. du roj in li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Semsûrê tên ragirtin.