RIHA - Hunermendê sûriyeyî Omer Suleyman, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin.
Eskeran li navçeya Karakopru ya Rihayê di serdegirtina malê de, Hunermendê ereb ê ji serêkaniyê Omer Suleyman bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” binçav kirin. Suleyman, birin Fermandariya Cendermeyan a Bajêr. Suleyman ê ku nêzî 10 sal berê piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê hatibû li navçeya Akçakaleyê ya Rihayê bi cih bibû, firinek ji xwe re vekiri bû.