ŞIRNEX - Li Şirnexê 4 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li gundê Avgamasiya û Milga Şantiyê yên Şirnexê di 12'ê Mijdarê de eskeran avêtibû malan. Di avêtina ser malan de Ferhan Katar, Muhittin Barinç, Emin Çavlak û welatiyê ku navê wî nehat zanîn hatibûn binçavkirin.
Her 4 kesên hatibûn binçavkirin îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê her 4 kes sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê bi şertê kontrola edlî her 4 kesberdan.