Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde

  • rojane
  • 10:44 15 Mijdar 2021
  • |
img

COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê û pêkanîna PDK’ê ya ser cenazeyan dan, bang li Barzanî kir ku dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde. 

Hêzên taybet ên PDK’ê ku tevlî operasyona Zap, Metîna û Avaşîn a Tirkiyeyê di 23’yê Nîsanê de daye destpêkirin bûn, di 28-29’ê Tebaxê de li herêma Xelîfan a Herêma Kurdistana Federe 7 HPG'yi xistibûn kemînê û di encama kemînê de 5 HPG’yiyan jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
Malbatên HPG’yiyên jiyana xwe ji dest dan, ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe xwestin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistana Federe bibin. Lê hêzên taybet ên PDK’ê derbasbûna dayikan asteng kir. Li ser vê yekê dayikan bi daxwaza ku cenaze radestî wan bên kirin li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakiya nobetê da destpêkirin. Çalakiya dayikan di roja 42’yemîn de berdewam dike. 
 
Dayikên Aştiyê di 11’ê Mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê ber bi sînor ve meşiyan û di 13’ê Mijdarê de jî li navçeya Gevera Colemêrgê bi dirûşmeya “Bikaranîna çekên kîmyewî bi dawî bikin, cenazeyan teslîmî malbatan bikin” bang kiribûn.  
 
‘DIVÊ DEST JI PIŞTEVANIYA DIJMIN BÊ BERDAN’
 
Dayikên Aştiyê yên li dijî PDK’ê bertekên xwe berdewam dikin, xwestin demildest cenaze radestî malbatan bên kirin. Dayika Aştiyê Fazîle Polat, bang li Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir kul i dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê û wiha got: “Êdî bes e, bila demildest dest ji piştevaniya dijmin berdin.”
 
‘ZAROKÊN ME DIMIRIN’
 
Dayik Polat xwest ku şer bê bidawîkirin û wiha berdewam kir: “Êdî bes e, dê heta kengî kuştina zarokên me ya bi çekên kîmyewî paşguh bikin. Zarokên me li çiyan bi çekên kîmyewî tên kuştin. Em wan kesên ku dilê dayikan dişewitînin qet efû nakin.”
 
Polat, destnîşan kir ku wê li dijî şer di aştiyê de israra xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em careke din ji vî sînorî bang dikin, em tenê aştiyê dixwazin, em tiştekî din naxwazin.”
 
‘DIVÊ ŞERÊ QIRÊJ BÊ BI DAWÎKIRIN’
 
Dayika Aştiyê Fatma Temel a bang li PDK’ê kir jî wiha got: “Bila dest ji rijandina xwîna xwişk û bira berdin. Ez bang li Barzanî (Serokê Giştî yê PDK’ê) dikim; xwîna me kurdan çiqas erzan e ku , tu destê xwe ji zarokên gelê kurd nagirî. Barzanî jî kurd e û divê dev ji şerê xwişk û birayan berde. Gelek dayikên dilşikestî li vir kom bûne, bila guh bide van dayikan û vî şerê qirêj bi dawî bike. Barzanî kurd e, em jî kurd in, divê destûrê nede ku çekên kîmyewî li ser axa xwe, ser zarokên dayikan bi kar bîne û bila destûr nede ku tu dewlet bikevin kurdan. Ya ku îro li me tê kirin wê sibe li wan bê kirin.”
 
GOTINÊN BARZANÎ BI BÎR XISTIN
 
Dayik Edîbe Karay a bi lêv kir ku bi dayikên li Sêmalka li ber xwe didin re di nav piştevaniyê de ne wiha axivî: “Li Deriyê Sînor ê Sêmalka dayik ji bo wergirtina cenazeyên kurê xwe û ji bo malbata Barzanî ji xiyanetê derkeve nobetê digirin. Bi salan berê soz dabû ku xwîna xwişk û birayên xwe nerije û şerê xwişk û birayan neke. Lê dîsa vegeriya rêyên xwe yên berê û dest bi rijandina xwişk û bira kir. Em van daxwazan careke din ji sînorê Rûbarokê radigihînin. Eger li dayikan guhdarî dike, bila vî şerî bidawî bike. Bila bi dijmin re hevkariyê neke û xwîna xwişk û birayên xwe nerijîne. Her wiha em bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî zarokên dayikan a li ser axa kurdan şermezar dikin. Zarokên me kuştin û çiya, kevir û ax wêran kirin. Dijminê me diyar e, çima Barzanî li dijî xwişk û birayên xwe dijminatiyê dike? Divê hikûmeta Barzanî demildest dawî li vê dijminatiyê bîne.”
 
BANGA YEKITIYÊ LI KURDAN KIR
 
Dayika Aştiyê Belgîn Polat jî destnîşan kir ku yekane daxwaza wan aştî ye û wihat got: “Em dixwazin gelê kurd bibe yek û xayintî neyê kirin. Barzanî li aliyekê cenazeyan nade, li aliyê din destûrê dide ku li ser axa kurdan qereqolên eskerî bên avakirin. Ya herî girîng li dijî zarokên me çekên kîmyewî tê bikaranîn, çawa destûrê dide vê?”
 
MA / Mazlûm Engîndenîz
 

Sernavên din

16/11/2021
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest
11:15 Li Sakaryayê cendirmeyan kesekê kuştin
11:00 19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:44 Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde
10:38 Serhildana etar didome: Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî?
09:11 Karkerên Înşaetê: Ji bilindbûna bihayên radibin desthilat berpirsyar e
09:11 Merwanî: Em li nivîskarên girtî û berhemên wan xwedî derkevin
09:11 Ji ber dernexistina platînê lingê girtî Îşçî kurt dibe
09:11 Birîna ku 84 sal in nayê kewandin: Seyîd Riza û hevalên wî
09:10 Polîs karên Şaredariya Silopiya asteng dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2021'AN
14/11/2021
22:29 DAD’ê Seyîd Riza bi bîr anî
22:09 Lîstika Dawiya Dawî hat lîstin
20:46 Ûca: Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin
20:00 Ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:04 Li Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdare hat dayîn
18:46 Li Îranê erd hejiya: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
16:51 Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn
16:38 Li Mersîn û Rihayê starta 25'ê mijdare hat dayîn
15:45 Li Nisêbînê polisan gelek zarok binçav kirin
15:05 Ji bo girtiyên jin qert hatin şandin
14:58 Hevserokên HDP'a Amedê diyar bûn
14:45 Li Xalfetiyê polisan derî û paceyên 15 malan şikandin
14:21 Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
14:00 Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
13:32 Banga 25'ê Mijdarê: Li dijî her cure tundiyê em li qadanin
12:47 HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin
11:47 Malbata Şenyaşar: Bila Serokkomar lêborîn bixwaze
11:31 Lîstika kurdî 'bêyî hincet' qedexe kirin
11:20 Xwendekarên ku vexwendin qereqolê kirin lêpirsînê
10:54 Hunermendên Helebê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin
10:01 Kerestecîoglû: Pakêta Darazê ya 5'an jin û zarokan naparêze
09:39 Esnafê ku bertek nîşanî zeman da hat girtin
09:31 Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin
09:07 6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin
09:07 Rojnamevana rûs Belenkaya: Piraniya penaberên li Grodnoyê kurd in
09:05 Name ji Girtîgeha Kiriklarê: Zext û zorî veguherîne îşkenceyê
09:04 Berteka ji bo şertê destûrê ya beriya daxuyaniyê: Ev rejîma yekzilamî ye
09:02 'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke'
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'AN
13/11/2021
16:42 Keskîn: Kujerên salên 90'î îro li cem îqtidarê ne
16:41 Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:23 Girtiyê ku bi nexweşê penceşêrê ye, dernaxin cihê bêhnvedanê
15:58 Ji bo Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e banga berdanê
15:58 Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn
15:58 Balefirên Tirkiyê herêma Garê bombebaran kirin
15:40 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
15:30 Girtiyê nexweş Morsumbul nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:06 Çalakiya xizmên windayan asteng kirin
14:49 Muftuoglu: Heke ku îqtidar tenê berjwendiyên xwe bifikire, wê dolar bihatir bibe
14:48 Devîren: Heke nivîskarên kurd bibin yek wê dengê wan bilindtir derkeve
14:20 Li 3 siyasetmedaran 18 sal û 9 meh ceza hat birîn
14:09 Aqûbeta Kaya yê 25 sal in winda ye pirsîn
13:30 Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin
13:29 Bariş Atay: Îqtidar wê hilweşe
13:05 Gergerlîoglu: Bila qêrîna edaletê were bihîstin
12:29 ÎHD’ê bertek nîşanî pênaseya “komkujiya qaşo” da
11:55 Fakibaba yê AKP’yî: Ji bo ku min ji malbata Şenyaşar re got ‘terorîst’ min şerm kir
11:38 Nobeta Edaletê di roja 250’î de ye: An edalet an îstîfa
11:37 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê îro jî dilê me dişewitîne
11:22 Navnîşana jinan a 25’ê Mijdarê Tunela Taksîmê ye
11:09 Pirsên sosret ji Hevserokê HDP’ê hetine kirin
10:16 Gergerlîoglu guhertina ‘lêgerîna tazî’ şîrove kir: Rastiya xwe qebûl kirin
10:11 Dr. Savary-Borioli: Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e
09:45 Kalkan ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:14 Berteka dayikan a ji bo nedane cenazeyan: Ha PDK ha AKP
09:11 'Ên reviyan û çûn dê careke din nikaribin bi wan lingên xwe yên qirêjî bikevin Şengalê'
09:10 Girtiyê nexweş Morsumbul nayê dermankirin
09:09 Dê li dijî 'êrişên rêxistinkirî bi têkoşîneke rêxistinkirî' dakevin qadan
09:07 Zêbarî: Ji ber polîtîkayên PDK'ê hêviya ciwanan a ji bo pêşerojê nemaye
09:06 Amedî: Pereyê me ji bo şer, tanq û tivingan tê xerckirin
09:05 Ji bo debara xwe bikin hem dixwînin hem jî dixebitin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2021'Ê
12/11/2021
16:58 Di komkujiya Şenyaşar de 9 car in dozger tê guhertin
16:54 Dosyeyên wan heman in lê cuda cuda hatin darizandin
16:37 Medet Serhat di 27'emîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn
16:36 Nivîskarên kurd dê li Amedê li hev bicivin
16:18 Çomanî: Dewletên rojava jî hevparê sûcên koçe ji Kurdistanê ne
16:13 Uca, zextên li ser çanda kurd bir rojeva Meclîsê
16:00 Keştiya Azadiyê gihîşt Napoliyê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan hat