* Cîgirê Hevşaredarên Silopiya Tahîr Tarhan, diyar kir ku polîs di karên veguhestina komî û xizmetên karên fenê de astengiyê ji wan re derdixînin û wiha got: "Bi van astengiyên ku bi zanebûn derdixînin re dixwazin me û gel bînin hemberî hev."
* Girtî Naîf Îşçî ku platîn di lingê wî de ye, ji ber ku 11 sal in nayê tedawîkirin, platînê di lingê wî de nayê derxistin û ji ber vê lingê kurt dibe.
* Derhêner Devrîm Tekînoglû diyar kir ku darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî ji bo Dersimiyan birîneke neyê kewandine û bi lêv kir ku heta bi Komkujiya Dersimê re rûbirû nebin wê ev birîn neyê kewandin.
* Nivîskar Herdem Merwanî diyar kir ku di Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê de hêj gelek nivîskar ji ber nivîsên nivîsandine di girtîgehê de ne û ji her kesî xwest ku li nivîskaran û berhemên wan xwedî derkevin.
* Karkerên înşaetê ku ji bilindbûna bihayên xwarinê yên radibin û qeyrana aboriyê polîtîkayên aboriyê yên desthilatê berpirsyar girtin, bi lêv kirin ku ji bo debara xwe bikin zehmetiyê dikişînin.
* Nobeta Edalete ya malbata Şenyaşar di roja 252'an de didome
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amed û Xarpêtê amade kiriye li avahiya xwe aşkera bike. (12.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, bi bernameyên cuda Seyît Riza û hevalên wî bi daxuyaniyekê bi bîr bîne. (12.30-20.00)
* Li navçeya Qileban a Şırnexê, TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê derbarê 25'ê Mijdarê de panelek saz bikin. (13.00)
* Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dersimê û Komeleya Elewiyên Demokratîk, wê li Îskeşeya Karşiyaka ya Îzmîrê qurbaniyên Komkujiya 1938'an a Dersimê bi bîr bînin. (18.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, wê Seyît Riza û hevalên wî li pêş Îskeleya Beşîktaş û Kadikoyê bi bîr bîne. (19.37)