NAVENDA NÛÇEYAN - MSD`ê komkujiya ku duh ji aliye Tirkiyeyê ve li Qamişloyê pêk hat şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku firîna balafiran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe bike.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), derbarê êrişa ku duh ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî wesayîteke sivîl a malbata Gulo ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê pêk hatibû û Yûsif Gulo û neviyên xwe Mazlûm û Mihemed jiyana xwe ji dest dabûn de daxuyaniyeke nivîskî da. MSD'ê, daxuyaniyê de êrişê şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku firîna balafiran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe bike.
Daxuyaniya MSD'ê wiha ye:
"Balafireke bêmirov erebeyeke ku 3 endamên ji malbateke Kurd malbata Gulo tê de bûn, bombebaran kir. Erebe li pêşiya mala wan li taxa ku sivîl tê de dijîn a li bajarê Qamişloyê hate bombebarankirin û di encama wê de yekser welatparêzê 80 salî Yûsif Gulo û neviyên wî Mihemed û Mezlûm Gulo şehîd bûn.
Em sersaxiyê ji malbata her sê şehîdan re dixwazin. Em vî karê terorîst ê li dijî sivîlan şermezar dikin. Em binpêkirinên li ser xaka Sûriyê, hedefgirtina fermandarên Kurd û leşkerî ku destek didan şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê, şermezar dikin. Em bang li hemû hêzên nîştimanî dikin ku helwestên xwe li hember sûcên ku dewleta Tirk eşkere bikin û li hember gefên berfirehkirina dagirkeriya li Sûriyê bisekinin.
Em bang li civata navneteweyî dikin ku qedexeya firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike. Em banga helwestên navneteweyî li hember sûc û binpêkirina peymanan, dikin. Ev yek diyar dike ku rêzdariyê nadin qanûnên navneteweyî. Em banga parastina aramiya herêmê dikin û ev yek bi rêya ferzkirina qedexeya firînê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin ku rastî xetereya rêxistinên terorîst wekî DAIŞ`ê û komên tundraw tê."