Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye

img

ÇEWLIK - Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir ku li Çewlikê axivî, diyar kir ku di pêvajoya ku derbasî sedsala duyemîn a komarê dibin de ji ber Pirsgirêka Kurd "bi krîzeke jihevketinê ya dewletê re" rû bi rû ne. 

 
Di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li avahiya HDP'ê ya Çewlikê hevdîtina gel hat lidarxistin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr û gelek welatî tevlî hevdîtinê bûn. Li eywana ku hevdîtin lê pêk hat pankarta "Li dijî faşîzmê em têkoşîn mezin dikin" hate daleqandin. Di hevdîtinê de despêkê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê bi desthilateke ku kontrola xwe winda kiriye re rû bi rû ne.
 
AKP-MHP TÊK DIÇIN
 
Bayindir, destnîşan kir ku atmosfera siyasî ya li welat berdewama polîtîkayên dewletê yên nêzî sed salî ye û wiha axivî:
 
"Krîza dewletê ya sedsalî bi têkoşîna kurdan têk diçe. Ji ber vê jî ewqas êrîş li ser partiya me hene. Êrîş ne tenê li dijî partiya me, li tevahiya destketiyên gelê kurd tên kirin. Partî û saziyên me yên siyasî hê jî li ber van hemû êrîşan radibin. Xwestin bi 'plana têkbirinê' tevahiya rêxistinbûyîna me tine bikin, lê belê di vê qonaxê de gel û saziyên kurd sax man; ya ku derba hilweşînê xwariye AKP û MHP ye. HDP di pozîsyona diyarkirina pêşeroja pêvajoya civakî û siyasî de ye. Em îro êdî ne tenê desthilatdariya AKP-MHP'ê hilweşînin. Em îro ji vê pir wêdetir in. Em bi qeyraneke dewletê ya hilweşiyayî û neçareserî re rû bi rû ne û divê dewlet bi xwe êdî ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd ji nû ve ava bibe. Eger nikaribe vê pirsgirêkê çareser bike. Ya ku vê rewşê derdixîne holê têkoşîna gel û saziyên kurd in. Di vê rewşê de rojeva herî nêz ew e ku CHP, partiya muxalefetê ya sereke ku parlementoyê derbas dike û qaşo partiya muxalefetê ya sereke ye ku ji tezkereyê re bêje 'na'. Bêyî têkoşîna gelê kurd CHP'ê tu carî nikarîbû bigota 'na'. Lê belê wê di pêvajoya pêş de bi xwe re pêşketinên gelekî girîngtir bîne."
 
LI SER RÊXISTINBÛNÊ HÛR DIBE
 
Dewlet neçar e Pirsgirêka Kurd çareser bike û di mijara daxwazên wekhevî, azadî û çêkirina destûra bingehîn a demokratîk de hesasiyetê nîşan bide. Dîsa îro hişmendiyeke dewletê ya ji hemû têkiliyan hatiye îzolekirin, ji bilî çareseriya Pirsgirêka Kurd tu çareya xwe nîne. Pêvajoya em tê de ne, vê yekê bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Di vê wateyê de hem pêvajoya ku em tê de ne û hem jî geşedanên siyasî yên hatine jiyîn pir girîng in. Ji ber vê yekê, bi gelê me re meşandina xebateke bênavber a rêxistinbûyînê, berpirsyariyeke ji her demê girîngtir û dîrokî ye. Ji ber vê yekê, her dayik, ciwan û hevaleke/î ku wê hêza me xurt bike, di pozîsyona diyarkirina pêvajoya paşerojê de ne. Ji ber vê yekê divê em zanibin ku rêxistinbûyîna îro ji her demê girîngtir e. Her kesî deklarasyona HDP'ê li gorî xwe weke belgeyeke helwestê nirxand. Me bi deklarasyona ku weşandiye re aşkera kir ku di pêvajoya pêş de em ê helwesteke çawa nîşan bidin. Em vê pir zelal dikin. Xeta me Rêya Sêyem e. Em ê di dema pêş de jî li ser vê bingehê hêza xwe bidomînin."
 
OZTURK: 98 SAL IN QIRKIRIN PÊK TÊ
 
Piştî Bayindir, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî axaftin kir. Ozturk jî destnîşan kir ku 98 sal in qirkirin pêk tê û ev tişt anîn ziman: 
 
"Kurdistan bi peymana Lozanê re bûye çar parçe û bi Destûra Bingehîn a Sala 1924'an re polîtîkayên qirkirinê yên li dijî kurdan ketine meriyetê. Qirkirin ne tenê bi awayekî fîzîkî, bi rê û rêbazên cuda ketiye meriyetê. Ya ku em jê re dibêjin 'qirkirina spî' destûreke li ser bingeha hedefgirtin û tinekirina ziman, dîrok, çand û gel bi xwe ye û planên di çarçoveya wê Destûra Bingehîn de hatine meşandin e. Ev 98 sal in li dijî gelê kurd û erdnîgariya Kurdistanê qirkirin diqewime.
 
BIKARANÎNA ÇEKA KÎMYEWÎ
 
Li Başûr dagirkeriyek heye. Jê ra dibêjin êriş. Û ev ne tenê pirsgirêka Başûr e. Dibe ku bibe çar parçe, lê ji bo hemû kurdan pirsgirêk e.  Her serketina li başûrê Kurdistanê ji bo kurdên li vê derê serketinek e. Xwediyê yekane nîne, saziyeke partiyê nîne. Her kurdek li wir xwedî serketinek e. Berdêl hene. Niha hişmendiyek ji Sedam xerabtir li dijî kurdan dîsa serî li çekên kîmyewî dide. Em nikarin vê qebûl bikin. Hemû peymanên navneteweyî tên binpêkirin. Mirovên ji qadên cuda yên jiyanê dibêjin li herêmê çekên kîmyewî tên bikaranîn, lê ji kesî tu gotin nîne. Sûcekî li dijî mirovahiyê tê kirin. Eger hûn mirovahiyê diparêzin, durûtiyê nekin. Çav û guhê xwe ji kurdan re negirin. Di vî warî de divê rayedarên wezîfedar biçin û li herêmê lêkolînan bikin.
 
REXNEYA LI MÛXALEFETÊ
 
Hûn vê tecrîdê li ser şexsekî ferz nakin. Bersiveke vî dengî ji hemû xerabiyên we re heye. Pêşniyarên wî yên li ser çawaniya avakirina jiyaneke hevpar hene. Dema dengê wî tê, em dibînin ku li Tirkiyeyê hêvî bilind dibe. Ji ber ku hêvîya mirovan heye hûn wî dixin tecrîdê. Ev tecrîd cihê xwe di hiqûqê de nîne, rêbazeke îşkenceyê ye. Ji ber hin sedeman, dema ku serî li Birêz Ocalan hate dayin, deng ji kesî nayê. Bêyî şikandina vê tecrîdê divê kes qala çareseriya krîzên li Tirkiyeyê neke . Dema ku hûn qala tecrîdê nekin hûn ê çawa qala demokrasiyê bikin?"
 

Sernavên din

09/11/2021
13:13 Apro Dîrîl careke din hat girtin
13:03 Polîsan li Sêrtê 5 kes binçav kirin
12:47 Rojnameger Ayşe Kara beraet kir
12:27 Sûcên li dijî jinên Efrînê hatine kirin ji Çavuşoglu pirsî
12:21 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
12:07 Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye
11:54 Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an
11:10 Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele
11:03 ‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’
10:35 Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin
10:14 'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
09:42 Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin
09:22 Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin
09:17 Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê
09:15 Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin
09:13 Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe
09:10 Firingiyên wan di nav erde de man!
09:09 Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN
08/11/2021
17:07 Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin