Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin

  • rojane
  • 15:35 8 Mijdar 2021
  • |
img

ENQERE - Parêzerên dan zanîn ku hewl tê dayîn ku doz bilez were bidawîkirin û diyar kirin ku vedorên danişînê li dijî darizandina adil e. Parêzeran, bi lêv kirin ku beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe, wê tevlî danişînan nebin.

Danişîna 6’emîn a ewil a Doza Kobanê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê tê lidarxistin. Hevserokên giştî yên HDP'ê yê berê, endamên Desteya Navendî ya HDP'ê û rêvebirên HDP'ê jî di nav de 21 jê girtî 108 kes di çarçoveya vê dozê de tên darizandin. Parlementerên HDP’ê, endam û rêveberên partiyê yên navend û navçeyan, ji Almanya, Amerîka, Îtalya, Îsveç û Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (YE) nûner beşdarî danişînê bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel, endamên MYK’ê yên HDP’ê yên berê Sîbel Akdenîz û Dîlek Yagli, siyasetmedar Ayla Akat Ata, hêcet nîşandan û beşdarî danişînê nebûn. Aktîvîsta jin Aynûr Aşan ku bi daxwaza wê ji Girtîgeha Antalya anîn Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 3’yan a Sîncanê jî hêcet nişanda û beşdarî danişînê nebû. 
 
Ji xeynî kesên hêcet nîşandan, kesên ku li Girtîgeha Sîncanê dimînin li eywana danişînê amade bûn. Siyasetmedarên ku girtîgehên cuda dimînin jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pê kir û serokê dadgehê evraqên ku  li dosyayê zêdekirin xwendin. 
 
DOZ LI DIJÎ MAKE QANÛNÊ YE 
 
Parêzer Erdogan ku ewilî axivî, destnîşan kir ku ji destpêka dozê û vir ve şandeyeke li dijî hukmên makeqanûnê hatiye peywîrdarkirin heye û wiha got: “Şande ji bo ku tenê li dozekê binêre hatiye peywîrdarkirin. Ji ber wê yekê hûn ji vedorên darizandinê yên asayî wêdetir ji bo vedoreke darizandinê ya cuda hatine darizandin. Girêdayî vê tenê pîvana destûra bingehîn a rêgeza dadgeriyê nehat binpêkirin, mafên bingehîn ên têkildarî rojên danişînê jî hatin binpêkirin. Di pêkanînê de bi peywîrdarkirina dozger û dadgeran kes nikare dadgeheke wisa ava bike. Ev li dijî serxwebûna darazê û hiqûqê ye.” Erdogan, xwest ku dîrokên danişînan di vedorên guncav de werin diyarkirin. 
 
‘BILA DARIZANDIN NE VEGERE ÎŞKENCEYÊ’
 
Parêzer Rûken Gulagaci jî derbarê muwekîlên xwe de wiha got: “Ji ber bûyerên di girtîgehê de qewimîn 2 dozên cuda ser muwekîlên min hatin vekirin û mecbûr in beşdarî her du danişînan jî bibin. Heta ku evraqên dadgehê bigihin destê wan jî hefteyek du hefte derbas dibin. Ji ber wê yekê binpêkirina mafê parastinê ji destpêkê û vir ve heye.” Gulagaci, bi lêv kir ku di nava vedorên danişînê de hefteyek heye ev jî têra nake û wiha axivî: “Muwekîlên min ne mecbûr in 24 saetan bi dosyayê ve mijûl bin. Jiyaneke wan heye, pirtûk dixwînin, xwarin dixwin, derdikevin hevdîtinê. Dosyaya ku em li dinêrin jî ne tenê eve. Di navbera we û me de pirsgirêka hevsengiyê heye. Em vedorên danişînê qebûl nakin. Berdewamkirina bi vî awayî em rast nabînin. Em dixwazin ku êdî darizandin ne vegere îşkenceyekê.”
 
MUDAXILEYA QADA JIYANÊ YE
 
Parêzer Çîgdem Kozan jî wiha got: “Dadgeha we ku bi vî awayî vedorên danişînê qebûl bike dê were wateya îşkenceya li muwekîlan were kirin û astengkirina darizandina adil. Di çarçoveya van vedorên darizandinê de nikarin ji mafên xwe yên herî bingehîn jî sûdê bigirin. Hatine asta ku nikarin biçin nexweşxaneyê. Ew der qada jiyanê ya muwekîlên me ne. Muwekîlên me mecbûr in ku pêdiviyên xwe yên herî bingehîn pêk bînin. Hûn li vê derê mudaxileyî qada jiyana kesan dikin.” Kozan, dazanîn ku bi guhertina serokê dadgehê vedorên danişînan jÎ hatin guhertin û wiha berdewam kir: “Me heta niha darizandineke bi vî rengî nedîtibû. Heta ev şêweyê darazê, bêhiqûqiyê pir zelal dike. Em dixwazin ku hûn bi diyarkirina serdema rast darizandinê bidomînin. Em dixwazin diyar bikin ku eger ev daxwaz bê bersiv bimîne em ê giliyê HSK’ê  bikin û heta gilîya me bi encam nebe em ê tevlî van danişînan nebin.”
 
‘TALÎMATA KÊ YE?’
 
Parêzer Cahît Kirkazak jî diyar kir ku dadgeh hewl dide ku dozê bilez bi dawî bike û wiha got: “Hûn çima dixwazin vê darizandinê bilez bi dawî bikin? Hûn fermana Bahçelî an ya Erdogan an jî ya Soylû pêk tînin? Heke biryara we hebe ji niha de aşkera bikin lê me tevlî vê lîstikê nekin. Em destûr nadin ku mafên me yên bingehîn werin binpêkirin.”
Nûray Ozdogan jî wiha axivî: “Hûn bi vedorên danişînan usulê binpê dikin. We kîjan dîrok berçav girtin ku we ji bo danişînê dîrokeke danişînê ya kurt da. Hûn niha mafên wergirtina hiqûqî ya muwekîlên me mafê me yê parêzeriyê binpê dikin. Hûn mecbûr in dem bidin.”
 
Piştre parêzerên axivîn diyar kirin ku divê demek maqûl bê dayîn û dan zanîn ku ew ê nekarin bi awayekî din darizandinê bidomînin. Parêzeran destnîşan kir ku ji ber gefa li ser azadiyê ew ê giliyê dadgehê bikin. 
 
Şandeya dadgehê saet û nîvan navber da danişînê. 
 

Sernavên din

09/11/2021
13:13 Apro Dîrîl careke din hat girtin
13:03 Polîsan li Sêrtê 5 kes binçav kirin
12:47 Rojnameger Ayşe Kara beraet kir
12:27 Sûcên li dijî jinên Efrînê hatine kirin ji Çavuşoglu pirsî
12:21 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
12:07 Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye
11:54 Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an
11:10 Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele
11:03 ‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’
10:35 Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin
10:14 'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
09:42 Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin
09:22 Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin
09:17 Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê
09:15 Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin
09:13 Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe
09:10 Firingiyên wan di nav erde de man!
09:09 Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN
08/11/2021
17:07 Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin