Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye

  • rojane
  • 09:01 7 Mijdar 2021
  • |
img
STENBOL - Ji 768 hiqûqnasên ku xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocakan bi dawî bibe Parêzer Nagehan Avçîl, diyar kir ku cezayê "gerandina pêgermokê" nîşan dide ku pergal nemaye. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F'ya Îmraliyê bênavber tê tecrîdkirin. Hevdîtinên parêzeran û malbatê yên bi Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi salan bi hincetên wekî "rewşa hewayê" an jî "keştî xirabe ye" hatin astengkirin. Piştî hewldana eskerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an jî bi hinceta "Nexşerê"yê ya wekî pêveka parastinê ya di 2009'an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re hatibû şandin û hin cezayên dîsîplînê hevdîtinên bi Ocalan re hatibûn astengkirin. Herî dawî jî derket holê ku di Îlona 2018'an de bi hinceta ku di dema sporê de "volta avêtiye" 3 meh cezayê hevdîtina bi malbatê re li Ocalan hatiye birîn. 
 
Li gel vê hewldanên ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan jî didomin. Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan herî dawî serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan û Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) jî li dijî tecrîdê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. 768 hiqûqnas û parêzer îmze danîbûn bin vê kampanyayê. 
 
Yek ji îmzevanên kampanyayê endama OHD'ê Parêzer Nagehan Avçîl, tecrîda li Îmraliyê nirxand. 
 
PERGALA ÎNFAZÊ YA ÎMRALIYÊ
 
Avçîl, destnîşan kir ku tu hevtayên tecrîda li Ocalan tune ne û li Tirkiyeyê du pergalên cuda yên înfazê li dar in. Avçîl, diyar kir ku yek ji vana li hemberî Ocalan û ya din jî li tevahiya girtîgehan tê pêkanîn. Avçîl ji bo vê astengî û qedexeyên li ber hevdîtina bi malbatan û parêzeran re wekî mînak nîşan da û destnîşan kir ku di warê hiqûqî de tu îzahiyatek van astengiyan tune ye. 
 
Avçîl, bibîr xist ku hevdîtin bi hincetên cuda tên astengkirin û got: "Di warê hiqûqî de ravekirina vê tune ye. Tu cezayekî dîsîplînê ne asteng e li ber hevdîtina bi parêzeran re, ceza çi qasî giran dibe bila bibe. Lê ev yek li Îmraliyê tê eciqandin. A rast ev jî mînakeke aşkere ye ku bê li Îmraliyê polîtîkayeke çawa tê pêkanîn. Her wiha ev yek nîşan dide ku tecrîd ceribandinek û projeyek e." 
 
KAMPANYAYA ÎMZEYAN
 
Avçîl, bal kişand ser kampanyaya îmzeyan a ji bo bidawîbûna tecrîdê û esasgirtina hiqûqa neteweyî û navneteweyî û destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêka hemû rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan e. 
 
BERTEKA CIVAKÎ
 
Avçîl, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tê pêkanîn û got: "Heya tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, dê tecrîda li girtîgehên din jî bi dawî nebe." 
 
Avçîl, bilêv kir ku ger civak bertek nîşan nede dê tecrîd berbelavtir bibe û got: "Tecrîd, pirsgirêkeke civakî ye. BErtek jî divê civakî û daîmî be." 
 
Avçîl ji bo cezayê dîsîplînê yê ji ber "Nexşerê" ya ku ji DMME'yê re hat şandin hatiye birîn jî destnîşan kir ku binpêkirina mafê parastinê ye û tu hêleke hiqûqî ya vî cezayî tune ye. 
 
BÊPERTAVBÛNA PERGALÊ
 
Avçîl, bal kişand ser serlêdanên parêzeran ên her hefte ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Ocalan re û destnîşan kir ku hevdîtin ne girêdayî destûra tu cihî ne jî û got: "Lê li Girtîgeha Îmraliyê pergaleke pir cuda tê pêkanîn. Pergala înfazê ya li vira ji yên girtîgehên din pir cudatir in."
 
Avçîl, bertek nîşanî cezayê dîsîplînê yê bi hinceta "gerandina pêgermokê" û got: "Ev ceza ne hiqûqî ye, di warê mantiqî de jî tu ravekirinek wê tune ye. Ev tê wateya ku êdî pergal xwe qedandiye." 
 
Avçîl, bilêv kir ku pergal bi vî cezayê tu îzahiyatek wê tune ye bi aqil û kodên civakê dilîze û got: "Sibê dê sedemine din jî nîşan bidin. Ev proje, tecrîd, nîşan dide ku bê pergalê xwe çawa qedandiye." 
 
Avçîl, destnîşan kir ku tu hiqûqa navneteweyî de jî tu îzahiyatek vî cezayî tune ye. 
 
ASTENGIYA LI BER AŞTIYA CIVAKÎ
 
Avçîl, bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê li ber aştiya civakî jî astengek mezin e û got: "Heya tecrîd bidome, dê weke astengek be li ber peymana civakî û aştiya civakî. Kesên bawerî bi aştiyê anîne divê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Gava ev bêhiqûqîtî û tecrîd bi dawî bibe dê aramî çêbibe." 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

09/11/2021
13:13 Apro Dîrîl careke din hat girtin
13:03 Polîsan li Sêrtê 5 kes binçav kirin
12:47 Rojnameger Ayşe Kara beraet kir
12:27 Sûcên li dijî jinên Efrînê hatine kirin ji Çavuşoglu pirsî
12:21 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
12:07 Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye
11:54 Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an
11:10 Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele
11:03 ‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’
10:35 Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin
10:14 'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
09:42 Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin
09:22 Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin
09:17 Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê
09:15 Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin
09:13 Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe
09:10 Firingiyên wan di nav erde de man!
09:09 Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN
08/11/2021
17:07 Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin