Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin

  • cîhan
  • 11:09 5 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî di nav de 29 kesên navdar, Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kirin. Heman kesan ji bo PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin dest bi kampanyayekê kirin.
 
Siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî di nav de 29 kesayetên navber Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kirin. Xwediyê Xelata Nobelê Elfriede Jelinek, Fîlozof Slavoj Zizek, Pisporê Hiqûqa Navneteweyî Prof. Norman Paech, Sekreterê Giştî yê EUTCC'ê Prof. Michael M. Gunter, ji damezrînerên Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas jî tevlî Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî bûn. Însiyatîfê ji bo PKK ji nava lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bê derxistin dest bi kampanyayekê kir.
 
Însiyatîfê ragihand ku li gorî pêvajoya heyî û rastiyên li ber çavan, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin û got, "Ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan em bang li Konseya Yekîtiya Ewropayê dikin ku PKK'ê ji Lîsteya Rêxistinên Terorê derxîne."
 
Banga însiyatîfê ya ji bo kampanyayê wiha ye:
 
'MECBÛRÎ YE KU PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN'
 
"Çareseriya aştiyane û siyasî ya pirsgirêka Kurd şertê destpêkê yê pêkhatina demokrasî û aramiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Her şer rojekê bi çareseriya siyasî bi dawî dibe. Ev rastî ji bo şerê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dike jî derbas dibe. Çareseriya aştiyane û siyasî jî bi diyalogê û danûstandinan dibe. Pêvajoyeke gengaz a diyalogê û danûstandinan divê PKK (Partiya Karkerên Kurdistanê) jî di nav de bi beşdariya hemû aliyan pêk were. Lê belê bicihkirina PKK''ê li lîsteya rêxistinên terorê bi tena serê xwe li pêşiya diyalog û danûstandinan asteng e.
 
Pêvajoya heyî û rastiya objektîf ferz dike ku PKK ji lîsteyê bê derxistin. Ji bo vê jî gelek pratîk û hincetên hiqûqî hene.
 
'ROLA N Û YA PKK'Ê YA LI ROJHILATA NAVÎN LI BER ÇAVAN NEHATIYE GIRTIN'
 
Tevî vê yekê di mijara bicihkirina PKK'ê li lîsteyê de rewşa nû ya PKK'ê ya li Rojhilata Navîn li ber çavan nehatiye girtin. Di vê mijarê de ne pêvajoya aştî û danûstandinan a navbera PKK/Kurdan û hikumeta Tirk a navbera salên 2013-2015'an, ne jî rola nû ya PKK'ê ya di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de ya li Rojhilata Navîn li ber çavan hatiye girtin.
 
DAÎŞ'ê di havîna 2014'an de beşeke mezin a xaka Iraq û Sûriyeyê dagir kiribû; di dema vê dagirkeriyê de dewleta Tirk bi rengekî eşkere piştgirî dabû DAÎŞ'ê û ji bo DAÎŞ êrişê bibe ser Kurdên li Rojava bi her awayî alîkarî dabû. Lê belê gerîlayên PKK'ê di têkbirina artêşa Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê de bi roleke diyarker rabûn û DAÎŞ hate têkbirin.
 
Têkoşîna PKK'ê ya li dijî DAÎŞ'ê pêşî li vê tevgera li dijî mirovahiyê girt ku li Iraq û Sûriyeyê mezin nebe. PKK'ê di şerê dijî DAÎŞ'ê de tevî herêmên Mexmûr, Şengal û Kerkûkê yên li Iraqê, her wiha li Bakurê Sûriyeyê jî bajarên Kobanê, Reqai Girê Spî, Serêkaniyê, Minbic û Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.
 
'DI TÊKOŞÎNA DIJÎ DAÎŞ'Ê DE BI HEZARAN GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN'
 
Di Tebaxa 2014'an de PKK'ê dest li komkujiya DAÎŞ'ê ya li Şengalê werda û nehişt ku ev hovîtî mezin bibe; ji bo bi deh hezaran Êzidiyên li Çiyayê Şengalê asê man bêne rizgarkirin, korîdoreke mirovî ava kir û bi hezaran Êzidî ji komkujiyê rizgar kirin. Di encamê de jî li Iraq û Sûriyeyê di şerê dijî DAÎŞ'ê de bi hezaran gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan.
 
CIVAKEKE EXLAQÎ, EKOLOJÎK Û AZADÎPARÊZIYA JINÊ JI XWE RE DIKE ESAS
 
PKK ku li çar parçeyên Kurdistanê bi rêxistin e û hem ji aliyê hejmarê ve hem jî ji aliyê wesfê ve tevgera herî mezin a Kurdistanê ye, di nava Kurdên li Rojhilata Navîn û dîasporayê de tevgera gel a herî xurt e. Li cografyayeke mîna Rojhilata Navîn ku şer û nakokiyên etnîkî û olî lê gelekî zêde ye, tevgera PKK'ê jiyaneke ji gelek etnîsîteyan, ji gelek baweriyan û ji gelek çandan diparêze, azadiya jinê ji xwe re dike esas û jiyaneke polîtîk, exlaqî û ekolojîk ji xwe re dike bingeh.
 
'BI RÊYA LÎSTEYAN TÊKOŞÎNÊN REWA YÊN CIVAKAN TÊNE REŞKIRIN'
 
Dewletên serdest di bin navê 'şerê global ê li dijî terorê' de mîna ku di mînaka zexta dewleta Tirk a dijî gelê Kurd de tê dîtin, ji bo rewatiya muxalefetê ji holê rakin, ji bo têkoşîna maf û azadiyê ya mirovan bitepisînin, xwe li pişt pênaseya 'terorîst' vedişêrin. Dewletên serwer bi 'lîsteyên terorê' û 'lîsteyên qedexe' yên ku bi xwe ava dikin, têkoşînên rewa yên civakan reş dikin; di encama van pênaseyan de jî kiryarên nehiqûqî û zordar ji xwe re 'rewa' dikin.
 
DEWLETA TIRK XWE DISPÊRE PIŞTGIRIYA WELATÊN ROJAVAYÎ Û DAGIRKERÎ, TALAN Û QIRKIRINÊ DIKE
 
Bicihkirina PKK'ê li lîsteyên terorê û qedexe tê wateya piştgiriya ji bo kiryarên nehiqûqî, dij demokratîk ên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn. Dewleta Tirk pişta xwe dispêre vê piştgiriya dewletên rojavayî û dagirkeriyê, talan, qirkirin û komkujiyan dike; di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de kiryarên faşîst olperest li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn belav dike.
 
'AŞTÎXWAZ BI 'TERORÊ' TÊNE SÛCDARKIRIN'
 
Hebûna navê PKK'ê li nava 'lîsteya terorê' ne tenê dibe sedem ku zext li gelê Kurd bê kirin; di heman demê de dike ku li Tirkiyeyê zext li parêzvanên mafên mirovan, akademîsyenên aştîxwaz, kedkarên çapemeniyê û rojnamevan û her kesên Tayyîp Erdogan rexne dikin bê kirin, bêne destgîrkirin û girtin.
 
Di rewşa heyî de Hevserokên HDP'ê jî di nav de bi sedan parlamenter û hevşaredarên HDP'î, rojnamevan, nivîskar û hunermend bi sûcdariya 'terorê' û 'terorîzmê' girtî ne.
 
DYE, Îngilistan, Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa jî piştgiriyê didin vê rejîma zordar ku bi bahaneya 'şerê li dijî terorê' ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin. Ev lîste hîn jî ji bo nixumandina êrişên dîktatoriya Erdogan bi xurtî têne bikaranîn.
 
'BILA TAVILÊ JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN'
 
Weke ku tê zanîn, li ser daxwaza endamê NATO'yê dewleta Tirkiyeyê, sala 2002'an PKK li 'lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê' hate bicihkirin. Lê belê Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksemburgê sala 2018'an bi biryarekê diyar kir ku PKK di navbera salên 2014-2017'an de bi rengekî neheq li lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê hatiye hiştin. Dadgehê di hinceta xwe de ragihand ku biryara 'lîsteya terorê' ya ku DYE têkildarî PKK'ê wergirtiye xwe naspêre daneyên objektîf û şênber, her wiha bicihkirina PKK li lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê jî xwe naspêre daneyên objektîf û şênber. Dîwana Edaletê bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku sala 2013'an ji bo aştiyê kir.
 
Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî sala 2020'î bi biryarekê destnîşan kir ku nabe PKK weke rêxistineke terorîst bê dîtin; PKK di çarçoveya hiqûqa şer de bi statuya aliyekî şer divê were nirxandin.
 
Bi van hincetan, em ên ku mohra xwe li binî hene;
 
Alîgirên aştî, demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê dixwazin ku PKK tavilê ji lîsteyên terorê bê derxistin."
 
KESAYETÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ BANGAWAZIYÊ
 
Elfriede Jelinek – Nivîskar, Xwediyê Xelata Nobelê /Awûstûrya
Slavoj Zizek – Fîlozof/Slovenya
Janet Biehl – Nivîskar, Edîtor û hunermend/DYE
Selay Ghaffar – Parêzvana Mafên Jinan û Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efganistanê
Miguel Urbán Crespo – Parlamenterê Parlamenta Ewropayê/Spanya
Srecko Horvat – Fîlozof/Hirvatîstan
David R. K. Adler – Dîrektorê Giştî yê Progressive Internasyonal
Roberto Rampi – Senator û Parlamenterê Konseya Ewropayê/Îtalya
Paolo Ferrero -  Wezîrê berê û Alîkarê Serokê Partiya Çep a Ewropayê/Îtalya
Gorka Elejabarrieta Díaz, Senatorê Spanî û Berdevkê Têkiliyên navneteweyî yê Partiya Baskê EH Bildu
Prof. Norman Paech – Pisporê Hiqûqa Navneteweyî
Prof. Kariane Westrheim – Seroka Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) /Norwêc
Nils Andersson – Nivîskar û Edîtor/Fransa
Joel Dutto – Endamê Koordînasyona Piştevaniya Kurdistanê/Fransa
Nora Cortinas – Endama Damezrîner a Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo/Arjantin
Prof. Achin Vanaik - Aktîvîstê Aştiyê û Profesorê Teqawîtbûyî yê Zanîngeha JNU/Hindistan
Prof. Michael M. Gunter, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) /DYE
Berthold Fresenius – Hiqûqnas/Elmanya
Prof. Raúl Prada Alcoreza - Zanîngeha San Andres /Bolivya
Roland Denis – Wezîrê Plansaziyê yê Berê/Venezuela
Villo Sigurdsson -  Şaredarê Berê yê Kopenhagenê
Pernille Frahm – Parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê/Danimarka
Benny Gustavsson – Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê/Swêd
Erling Folkvord – Parlamenterê berê, Nivîskar/Norwêc
Pia Maria Roll – Şanoger û Dîrektor/Norwêc
Håkan Svenneling – Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep/Swêd
Dr. Jonas Staal - Hunermend û lêkolînerê propagandayê û Serokê Civîna Bilind a Cîhana Nû/Hollanda
Dr. Rolf Gössner – Hiqûqnas/Elmanya
Ludo de Brabander – Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Vrede

Sernavên din

05/11/2021
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê
04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin