Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne

  • rojane
  • 10:27 5 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, diyar kir ku di nav Sûriyeyê de aştiyê dixwazin û ew  bi stratejî û taktîkên nû yên şer ji êrişên muhtemel ên Tirkiyeyê re amade ne.
 
Desthilata AKP-MHPê bi êrişeke nû ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze temenê xwe dirêj bike. Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, derbarê gefên Tirkiyeyê de ji ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û diyar kir ku li dijî êrişeke gengaz a nû, ew bi stratejî û taktîkên nû amade ne û got: "Gelê me li dijî van gefan çi pêwîst be, dê bike. Li gorî vê yekê divê gelê me bi rêxistin bibe û amadekariya xwe bike."
 
'RÛSYA BI TETBÎQATAN PEYAMA PARASTINA SÛRIYÊ DIDE'
 
Nûrî Mehmûd, diyar kir ku hêzên mezin ên weke Rûsya û Amerîkayê heta niha di pêşxistina çareseriyeke demokratîk û siyasî de têk çûne û ev yek wek şerm pênase kir û wiha got: "Rûsya bi tetbîqatên dawîn hêza xwe nîşan dide. Lê belê, li dijî gefên Erdogan ku serokê hikumeta AKP-MHP'ê ye, îmaja parastina Sûriyê diafirîne. Lê belê çareserî ne ev e. Diviyabû dewleteke mîna Rûsyayê rolên girîngtir bilîstana, mîna yekgirtina gelên Sûriyê û rê li ber çareseriya demokratîk vekira. Cihê şermê ye ku ew qas hêzên mezin di qada Sûriyê de negihiştin çareseriya demokratîk û siyasî û li şûna çareseriyê serî li rêbazên leşkerî dan."
 
‘WATEYA TETBÎQATAN JI BO ÇARESERIYÊ TUNE YE’
 
Mehmûd, bi lêv kir ku çareseriya sereke li Sûriyê Rêveberiya Xweser e û modelên rêveberiya demokratîk divê bên nîqaşkirin û wiha axivî: "Tetbîqatên Rûsyayê ji bo çareseriyan û pêşîgirtina li şer ne kêrhatî ne. Gelê Kurd û gelên din ên li Sûriyê bêyî bidestxistina mafên xwe, bêyî nîqaşên cidî yên li ser bicihanîna modela Rêveberiya Xweser û modelên din ên sîstemê yên pêşniyarkirî ji bo tevahiya Sûriyê û bêyî ku hemû gelan li van nîqaşan zêde bikin, encama dixwazin bi dest naxin. Lewma ev tetbîqat xwedî wateye girîng nîn in."
 
ÎDIAYÊN LI SER BAZARA RÛSYA Û DEWLETA TIRK A TÊKILDARÎ KOBANÊ
 
Her wiha Mehmûd, li ser îdiayên dawîn ên bazara di navbera Rûsya û dewleta Tirk de ya têkildarî Kobanê, ev şîrove kir: "Mînakeke bazara ku tê îdiakirin, beriya niha bi demeke kurt li ser Efrînê hebû. Me her tim got Rûsya hêzek e ku divê di çareseriya siyasî û demokratîk de rolê bilîze. Wek hêza garantor divê rê li ber çareseriyê veke. Lê tişta ku li Efrînê çûbûye, diyar e. Dibe ku tiştekî bi vî rengî (bazara di navbera Rûsya û dewleta Tirk a li ser Kobanê) biqewime, lê belê bi awayekî fermî me di vê mijarê de tu agahî wernegirtine.”
 
'EM XWEDÎ TECRUBEYEKE MEZIN A ŞER IN'
 
Mehmûd, got YPG-YPJ û QSD ji bo parastina nirxên şoreşê heta niha tê koşiyane û li ser esasê parastina rewa ev têkoşîn domandiye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Wek YPG, YPJ û QSD em li ser bingeha rastî, vîn û bîra siyasî ya civakê derketin holê. Em ji bo parastina armanc, rûmet û nirxên şoreşê ava bûn. Ji ber vê yekê hêzên me her tim li ser esasê parastina şoreşê li ser esasê parastina rewa tev digerin. Di vê pêvajoyê de jî me tecrubeyeke mezin bi dest xist. Bi taybetî tecrubeya me heye ku li dijî DAIŞ, El-Qaîde û komên terorîst ên ku AKP-MHPa faşîst wan xwedî dikin, şer bikin."
 
TAKTÎK Û STRATEJIYEKE NÛ
 
Di berdewamê de Mehmûd, destnîşan kir ku wan ji şerên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê tecrube derxistine  û destnîşan kir ku ew ê di şerê li dijî artêşa Tirk de hevsengiya leşkerî li gorî berjewendiya xwe veguherînin: "Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê êrişên hewayî dijwar bûn.  Yanî di navbera hêzên me û artêşa Tirk de di warê teknolojiya şer de wekheviyek tune bû. Ev rewş ji aliyê hêzên me ve di pêvajoyê de bi berfirehî hatiye nîqaşkirin û tedbîran taktîk û stratejîk hatine girtin. Di encamê de hêzên me ji bo parastina armanc û nirxên şoreşê û rûmeta civakê li ser esasê parastina rewa çi pêwîst be, amade ne bikin."
 
Mehmûd, îşaret pê kir ku armanca wan a sereke çareserî ye, ne ku şer e û wiha axivî: “Hêzên me her tim çareseriya ji bo Sûriyê esas girtiye. Armanca me çareseriya demokratîk a di hundirê Sûriyê de ye û li gorî rêgezên parastina cewherî dema ku hewl dide pêk bîne, şer ne xwesteka me ye destpêkê bû. Lê belê ji ber ku em timî bi êrişan re rû bi rû bûn, ji bo parastina xwe em neçar man tê bikoşin. Diyar e bê ka em çawa li ber xwe didin; serkeftin a me û gelê me ye."
 
Derbarê têkoşîna wan de jî Mehmûd, da zanîn ku mafdariya têkoşîna wan a ji destpêka şoreşa Rojava ve dimeşînin, derketiye holê û wiha pê de çû: "Birêz Biden di hevdîtina xwe ya li gel Erdogan de bal kişand ser mafên mirovan û demokrasiyê. Ji destpêka şoreşê ve gava yekemîn di van mijaran de Rêveberiya Xweser û hêzên me avêt. Dema her kesî got 'Bihara Ereban', me got 'Bihara Gelan'. Têkoşîna gelan, jinan, ciwanan bi kurtasî hemû pêkhateyên ku pêwîstiya wan bi azadiyê heye, ji bawerî û çandên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat kir ku pênaseya 'Bihara Gelan' rasttir e."
 
'ÇAWA KU ME RASTIYA EL-NUSRA Û DAIŞ'Ê EŞKERE KIR, EM Ê YA DEWLETA TIRK JÎ EŞKERE BIKIN'
 
Mehmûd, diyar kir ku wan bi têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû rastî ji cîhanê re îsbat kirine û wiha dewam kir: "Bi berxwedana ku me di sala 2012'an de li Serêkaniyê nîşan da, me nîşanî cîhanê da ku El-Qaîde û El-Nusra bi rastî jî di nava komên ji xwe re dibêjin 'Artêşa Azad a Sûriyê' de birêxistinbûyî ne. Piştre em li Kobanê li dijî DAIŞ'ê bi ser ketin. Bi têkoşîna xwe me rûyê rast ê aliyê din derxist holê. Em îro faşîzma serokkomarê Tirk û AKP-MHP'ê derdixin pêş çavan."
 
'CÎHAN DI WARÊ ÇARESERIYÊ DE GAVEKÊ LI PAŞ ME MAYE'
 
Mehmûd, destnîşan kirku hatiye îsbatkirin ku ji bilî projeya ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kiriye, tu çareserî tune ne û got: "Me berê jî tespît kiribû ku pirsgirêka sereke demokrasî û mafên mirovan e. Ji ber vê yekê cîhan ji bo çareseriya pirsgirêka li vir, gavekê li paş me maye. Rastiyên ku me di dema şoreşê de derxistin ber çavê raya giştî, her tim berhema wijdan û exlaqê civaka me bû û îspat kir ku ji bilî vê çareserî nîn e. Hêzên me li ber xwe da û ji bo parastina vê rastiyê dê her li ber xwe bidin."
 
'DIVÊ GEL XWE JI BO JIYANEKE AZAD Û BIRÛMET AMADE BIKE'
 
Di dawiya axaftina xwe de Mehmud bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişşt got: "Gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdêlên mezin dane. Di pêvajoya şoreşê de ji bo parastina rûmet û armancên şoreşê lehengiyên mezin nîşan dan û li dijî terorîzmê serkeftinên mezin bi dest xistin. Xelkê şerê gel ê şoreşgerî bi vî rengî meşand û heta ku negihêjin azadiyê dê nesekinin û nirxên xwe misoger bikin. Ji ber vê yekê ev gel dê tişta pêwîst li dijî gefên serokkomarê Tirk ku dixwaze Osmaniyan vejîne, pêk bîne. Hêzên me YPG-YPJ û QSD bi îradeya gelan ava bûne û ev îrade me xurt dike. Divê gelê me li ser esasê vê rastiyê xwe bi rêxistin bike û xwe ji bo jiyaneke azad û birûmet amade bike."
 

Sernavên din

05/11/2021
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê
04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin