KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir

  • rojane
  • 09:56 5 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê bang li OPCW’yê û MSF'ê kir ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê ya derveyî sînor, bi berpirsyarî tevbigerin.
 
Komîteya Tenduristiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê operasyona Tirkiyeyê ya di 23’yê Nîsanê de li hemberî Herêma Kurdistana Federe dest pê kir û bi bikaranîna çekên kîmyewî dewam kir de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê ji bo bikaranîna çekên kîmyewî bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Doktorên Sînornenas (MSF), Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên mafên mirovan kir ku li herêmê lêkolîn bikin. KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş jî. 
 
Daxuyaniya Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê wiha ye: 
 
“Rêberê me 23 sal in di nava tecrîdeke giran de li sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê dîl tê girtin. Rêberê me ku ji mafên xwe yên hiqûqî hemûyan bêpar hatiye hiştin, bi polîtîkayên tecrîdê yên ku cihê xwe di nava hiqûq û exlaqê de nîne, tê ragirtin û mafê hilmstandinê jî jê tê standin. Salên dûr û dirêj e ku em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê me agahiya me nîne û di vê mijarê de jî em gelekî bi fikar in. Divê ji aliyê her kesî ve were zanîn ku di nava şert û mercên welê giran de pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dikarin rû bidin û divê kontrolên tenduristiyê bi rêk û pêk bêne kirin. Lê belê heta niha derfeteke bi vî rengî pêşkêşî Rêberê me nehate kirin. Di vê mijarê de ti saziyên berpirsyar bi erk û berpirsyariya xwe ranebûn; hîn jî xwe bêdeng dikin. Di vê mijarê de pêwîste tavilê derfet bêne avakirin, saz û kesayetên pêwendîdar jî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
 
POLÎTÎKAYÊN QIRQIRINÊ LI PÊŞ ÇAVÊN CÎHANÊ DIMEŞÎNIN
 
Mirovekî normal nikare salekê jî di nava van şert û mercan de îdare bike, lê belê Rêberê me 23 sal in li ber xwe dide. Ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo gelên cîhanê hemûyan û tevahiya mirovahiyê dibe hêvî, paşerojeke azad pêşkêşî her kesî dike. Hêzên sîstema kapîtalîst ku li pêşberî sîstema modernîteya demokratîk a xwe dispêre paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêberê me ketine nava tirsê, tecrîdê girantir dikin. Tecrîdê li ser Rêberê me girantir dikin û bi vî rengî li nava gelan belav dikin, bi taybetî jî li Kurdistanê û li zindanan bi rengekî şênber bi polîtîkayên qirkirinê vê yekê li pêş çavên tevahiya cîhanê dimeşînin.
 
Tevî ku kiryarên qirker bi vî rengî eşkere têne kirin jî cîhan bi bêdengî lê temaşe dike. Êşkenceya ku li girtiyên nexweş tê kirin, binpêkirina mafên mirovan, bikaranîna her cûre çekên qedexekirî li ser gelê Kurd tenê çend ji van mînakan e. Beriya niha jî gelek caran çekên kîmyewî li ser gelê kurd hatibûn bikaranîn û bandora wê li Helebçeyê hîn jî dewam dike. Çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên ku dewleta Tirk a qirker salên dawî li dijî gelê kurd bi kar tîne, nayên dîtin û têne rewakirin.
 
BI RENGEKÎ AŞKERA KÎMYASALÊ BIKARTÎNIN
 
Dewleta Tirk a qirker salên dûr û dirêj e ku li dijî gelê kurd û gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne. Ev yek heta niha bi rengekî veşartî dikir. Van 6 mehên dawî li çiyayên Kurdistanê şerekî giran diqewime û hêzên dagirker ên dewleta Tirk derbên giran ji gerîla dixwin. Hêzên dagirker ên dewleta Tirk ku li gel derfetên xwe yên teknîkî jî li pêşberî hêzên me yên gerîla bêçare mane, giranî dane ser bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr. Beriya niha gelek caran bi belgeyan hate ispatkirin ku li Rojava çekên kîmyewî bi kar anîn. Hêzên dewleta Tirk li Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê jî çekên kîmyewî û gazên bi jehr gelek caran bi kar anî û ev yek hate ispatkirin. Dewleta Tirk a qirker êdî nikare çekên kîmyewî yên bi kar tîne veşêre û hêzên NATO û PDK jî nikarin veşêrin ku piştevanê herî mezin ê dewleta Tirk e. Ji ber vê yekê jî pêwîstiyê bi veşartinê nabînin û êdî bi rengekî eşkere bi kar tîne.
 
ÇEKÊN KÎMYEWÎ KUJER IN
 
Çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên têne bikaranîn, tevî ku hilberandin, veşartin, hilgirtin û bikaranîna wê gelekî hêsan e, tespîtkirin, bandor û encamên wê bi zehmetî tê fêhmkirin. Her kes zane ku ji bo vê jî pêwîstî bi gelek amûran heye. Li pêş çavan e ku bandor û zerareke çawa dike û ji bo lêkolînkirinê daneyên têrker pêşkêşî her kesî dike. Çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên ku dewleta Tirk li dijî hêzên me yên gerîla bi kar tînin ew çekên kujer in ku bêhtir mirovan difetisînin, dişewitînin, bandorê li sînor dikin, xisarê li raçînkan dikin û bandora xwe ya rizandinê heye. Li cihên ku têne bikaranîn zindî û hawirdorê tune dikin. Li gel vê yekê tevlî hewa, ax, av û nebata li herêmê dibe û bandora xwe bi salan dewam dike, gefeke mezin li jiyan û tenduristiya xelkê herêmê dixwe.
 
ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI DIJÎ SIVÎLAN JÎ TÊ BIKARANÎN
 
Tê zanîn ku ev çekên kîmyewî ne tenê li dijî gerîla tê bikaranîn, her wiha li dijî xelkê me yê sivîl ê li herêmê jî têne bikaranîn. Ji ber vê yekê hîn ji niha ve pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê li mirovên me yên sivîl der bûne û hejmara van mirovan jî ne kêm e. Mirovên ku ji ber bandora van çekên kîmyewî û gazên bi jehr dixwazin biçin nexweşxaneyê ji aliyê PDK û dewleta Tirk ve têne astengkirin û bi rengekî veşartî li nexweşxaneyên leşkerî têne tedawîkirin. Li gel van rastiyên têne zanîn, sûcê li dijî mirovahiyê yên hêzên dagirker ên dewleta Tirk bi israr nayê dîtin û bi bêdengiyê yan jî bi piştgiriyeke eşkere tê rewakirin.
 
Ev çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên ku hêzên dagirker ên dewleta Tirk li dijî hêzên me yên gerîla bi kar tîne ne tenê zerarê dide gerîla, di heman demê de xisarê li tevahiya cîhanê û mirovahiyê dike. Dewlet û saziyên pêwendîdar ên vê demê ji bo Konferansa Guhertina Avhewayê li hev civiyane, bi hişyariyên 'Ji bo mirovahiyê alarma sor' û 'Şensê dawî ji bo mirovahiyê' dixwazin mirovahiyê û cîhanê rizgar bikin. Eger wê zerara çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên dewleta Tirk bi kar tîne ya li ser mirovan û hawirdorê nebînin, divê zanibin ku encama dixwazin bi dest bixin û ev hewldana girîng wê bi kêrî mirovahiyê neyên û bandoreke xwe ya erênî jî nebe.
 
BÊDENGÎ LI DIJÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ HEVKARÎ YE
 
Bi navê Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê em bi rengekî eşkere bang dikin. Bi taybetî saziyên ku xwe weke temînata paşeroja mirovahiyê dibînin, parêzvanên mafên mirovan, kesên ku jiyana xweza û heywanan diparêzin çima ewqasî bêdeng mane?
 
Em bang li OPCW, NY, CPT û bi taybetî jî MSF'ê dikin; Li pêşberî sûcên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike, hûn çima bêdeng dimînin? Bêdengiya li pêşberî bikaranîna çekên kîmyewî tê wateya hevkarî û piştgiriya bi bikaranînê re.
 
Banga me li OPCW û MSF'ê ye; Tavilê bi rola xwe rabin û çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên ku hêzên dagirker ên dewleta Tirk li qadên gerîla bi kar tînin lêkolîn bikin û pêşî lê bigirin. Em amade ne ku di vê mijarê de bi her awayî piştgiriyê bidin."
 
 

Sernavên din

05/11/2021
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê
04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin