Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse

  • rojane
  • 09:09 5 Mijdar 2021
  • |
img

DÎLOK - Dûrrî Kaygûsûz ku 25 sal berê ji ber cerdevantiyê koçî Dîlokê kiriye, dê careke din bi angaşta "avakirin û birêvebirina rêxistinê" bê darizandin. Kaygûsûz, çîroka xwe bi vê gotinê xulase kir: "Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse." 

 
Malbata Kaygsûzê di sala 1996'an de ji ber cerdevantiyê ji gundê Eskîerûh yê navçeya Dihê ya Sêrtê koçî Dîlokê kir. Piştî koçkirinê li vira jî zext û zorî dev ji mlabatê bernedaye. Heya niha gelek caran bi ser mala wan de hatiye girtin û derbarê her ferdekî malbatê de 4-5 dosye hene. Yanî ji malbatê kes nemaye ku nehatiye binçavkirin û girtin. Endama Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê Dûrrî Kaygûsûz (62) an jî bi navê xwe yê din ku her kes wê bi vî navî nas dike Zeynep Kaygûsûz, 3 caran hatiye girtin. Cara ewil 2 meh, cara dudoyan 10 meh û cara dawî jî sal û 6 mehan di girtîgehê de maye. Her wiha 4 caran jî hatiye binçavkirin; cara ewil rojekê, cara dudoyan 2 rojan, cara sisêyan 8 rojan û cara dawî jî 15 rojan di binçavan de maye. Di dosyeyekê de Kaygûsûz bi "avakirin û rêvebirina rêxistina terorî ya çekdarî" tê sûcdarkirin. Kaygûsûz, ji ber vê dosyeyê li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Dîlokê hatiye darizandin û piştî wextekê beraet kiriye. Lê belê dadgeha îstinafê biryara beraetê xera kiriye û ji ber vê dê Kaygûsûz di 11'ê Çileya 2022'yan de careke din bê dadgehkirin. 
 
Kaygûsûz, behsa çîroka xwe ya 25 salan kir. 
 
FERZKIRINA CERDEVANTIYÊ
 
Kaygûsûz, anî ziman ku berî ku bên sirgûnkirin li gundê xwe heywan xwedî dikirin û erdê wan hebûye û di warê aborî de rewşa wan baş bûye. Kaygûsûz ku bi bêrî û hesret jiyana li gund bibîr anî, detsnîşan kir ku piştî ferzkirina cerdevantiyê jiyana wan ji binî de guheriye. Kaygûsûz axaftina xwe bi van hevokan domand: "Me got, çi dibe bila bibe em ê cerdevantoiyê qebûl nekin û em ê li gund bimînin. Lê avêtan ser malê, zext û zorî û binçavkirin kir ku em ji bêgavî koç bikin. Em tevî 6 zarokên hûr hatin Dîlokê. Li Dîlokê zarokek ji min re çêbû. 6 kurên min û qîzek min heye." 
 
‘GER DEST PÊ BIKIM DIVÊ 10 ROJAN BÊNAVBER BIAXIVIM'
 
Kaygûsûz, bilêv kir ku bi koçberiyê re pêşî li ber jiyaneke zor û zehmet vebûye û bi salan di xaniyekî du odeyî yê bikirê de mane û bi salan tevî zarokên xwe bermayiyên li ser çopan berhev kirine. Kaygûsûz ku got "Pirî caran em birçî diman, em birçî radizan" diyar kir ku piştî ku kurên wê Sadik û Halîl di sala 2004'an de dest bi belavkirina rojnameyan kirine, zext û zoriyên dewletê cardin dest pê kirine. Kaygûsûz got: "Her roj davêtin ser mala me. Heger ez behsa îşkenceyên li me hatin kirin bikim, gere 10 rojan bênavber bixebitim. 25 sal in hem bibêje rojekê jî em bi rihetî li ser sifreyê rûneniştine. Kengî em hinekî rihet dibin, aha wê çaxê cardin polîs tên ber derî. Car hebû ji bo Şaban, carhebû ji bo Halîl û Mûhammet dihatin û car hebû jî ji bo Sadik, Bhattîn û Ahmet dihatin. Û car hebû jî bo min dihatin."
 
‘BEDÊL AŞTIYÊ' 
 
Kaygûsûz, anî ziman ku ji ber van zext û zoriyan kurê wê Halîl di sala 2010'an de û kurê wê Şaban jî di sala 2015'an de tevli PKK'ê bûne û got: "Ji bo zarokên min nemirin min tim doza aştiyê kir. Tiştên hatin serê min beêdla ji bo aştiyê bûn."
 
Kaygûsûz, axaftina xwe bi vî awayî domand: "Em di kes hatibûn binçavkirin. Em şevekê di binçavan de man. Paşê me birin dadgehê û em berdan. Piştî vê bi 3-4 mehan gava ez diçûm çarşiyê, cardin polîsan dora min girtin û ez binçav kirim. Min birin Edeneyê, dadgehê. Ez hatim girtin, lê ji ber ku min bi tirkî nizanibû, min nizanibû ez ji ber çi hatime girtin. 2 mehan di Girtîgeha Karataşê de mam. Hê jî nizanim ez ji ber çi hatime girtin. Keça min biçûk bû, hê pitik bû. Bi qasî mehekê bi min re di girtîgehê de ma." 
 
DI ŞÎNA KURÊ XWE DE HAT BINÇAVKIRIN
 
Kaygûsûz, destnîşan kir ku piştî girtina ewil bi salekê vê carê di çarçoveya "dosyeya KCK'ê" de cardin hatiye girtin û got: "10 mehan di Girtîgeha Dîlokê de mam. Bêyî zanibim ka KCK çi ye, 10 mehan ez di girtîgehê de hiştim. Min hewl dida biçim cem girtiyên siyasî, lê nehiştin." 
 
Kaygûsûz, bibîr xist ku kurê wê Halîl di 2018'an de li Wanê jiyana xwe ji dest daye û di şîna kurê xwe de hatiye binçavkirin û piştî 8 rojên di binçavan de bi şertê îmzedayînê hatiye berdan. 
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Kaygûsûz, diyar kir ku piştî hatiye berdan bi 2 rojan, ji bo tevli dadgeha kurê xwe Şaban ku di 2015'an de di şer de birîndar bûye û hatiye girtin, çûye Sêrtê û got: "Ji bo ku kurê min xwe tenê hîs neke, ez çûm dadgehê. Roja dadgehê, avêtin ser mala ku ez lê bûm. Gotin, dozger îtiraz kiriye û derbarê te de biryara girtinê daye. Çendî nexweş bûm jî 2 rojan ez di binçavan de hiştim û bi dû re ez şandim Girtîgeha Sêrtê. Salekê li Sêrtê mam û paşê min sirgûnî Êlihê kirin. Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li min ferz kirin. Ev ne eyba min, eyba wan e. Ez 6 mehan jî li Êlihê mam û hatim berdan." 
 
Kaygûsûz, destnîşan kir ku di vî temenî de bi sûcê "avakirin û rêvebirina rêxistinê" doz lê hatiye vekirin û got: "Xwendin û nivîsandina min tune ye. Dosyeyeke 100 rûpelî şandin. Par min beraet kir, lê belê dosye xera kirine. Ez ê cardin bêm darizandin. Ez bang li dozger û dadgerên ku ev dosye ji min re şandine dikim: destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Her kes dizane ku navê min ê bera Zeynep e, lê di dosyeyê de ev nav wekî bernav hatiye nîşandan. Ji roja ku çêbûme heya niha navê min Zeynep e, lê di nasnameyê de navê pîra min hatiye nivîsandin. Di ewraqa şandine de gotine 'qaşo înîsyatîfa dayika aştiyê.' Dayiktiya me ya aştiyê tu carî nebûye qaşo." 
 
‘LÊ DÎSA JÎ...' 
 
Kaygûsûz di dawiya axaftina xwe de got: "Li mala me kesê ku 4-5 dosyeyên wî tune bin, tune ye. Ên nehatibin binçavkirin û girtin tune ne. Hemû gavên me kirin dosye. Gelek caran avêtin ser mala me. Ez nizanim bê çend dosyeyên min hene. Tiştên atin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse. Lê li gel ev qasî tiştî jî, cardin dixwazim aştî çêbibe. Cardin dibêjim bila dayik negirîn, dibêjim aştî. Ez doza edaletê û aramiyê dikim." Adalet, huzur istiyorum.”
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

05/11/2021
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê
04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin