ADIYAMAN - Parlamenterê berê yê HDP'ê Behçet Yildirim li Semsûrê hate binçavkirin.
Li Semsûrê, polisan bi ser ser mala Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim de girt û piştî lêgerîna ku li malê pêkanîn Yildirim bi angaşta "endamê rêxistinê" binçav kirin. Piştî kontrola tenduristiyê Yildirim birin Şaxa TEM'ê ya Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Semsûrê. Dadgeriya Cezaya ya Silhê a Semsûrê ya Nobedar ve ji bo 24 saetan biryar da ku parêzerên Yildirim pe re hevdîtin nekin û biryara nepeniyê danî ser dosyaya wî.
Li bajar, duh şêwirmendê Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal, Bulbul Mustafa Yuksel jî hatibû binçavkirin.